Di vê kongreyê de digel komîteyeke nû, serokekî nû jî hat hilbijartin. Serokê PENê ê berê Björn Linell cihê xwe ji Ola Larsmo re hist. Ola Larsmo nivîskar û rojnamevanê rojnameya swêdî a rojane Dagens Nyheterê ye. Herweha Firat Cewerî jî dîsa ji bo du salan hat hilbijartin. Mîna tê zanîn Firat Cewerî berî bi du salan wek endamê Komîteya Karger a PENa Swêdê hatibû hilbijartin û bûbû berpirsiyarê Komîteya Nivîskarên Sirgûnê. Firat Cewerî wê di du salên pêsiya me de jî berpirsiyartiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê bike. Di pêskêskirina raporan de Cewerî li ser navê Komîteya xwe bi kurtî weha peyivî:
Di hemû deman de nivîskar û entelektuelên ku serî li ber desthilatdariyan netewandine, an hatine girtin an jî dane ser riya sirgûnê. Hê di dema antîkê de, gava desthilatdariya Atînayê ceza li Sokrates birî, du rê dane ber wî, yek jê îdam bû a din jî sirgûn. Sokrates sirgûn ji îdamê zehmettir dît, îdam hilbijart û bi xwe bi tasa jehrê dawî li jiyana xwe anî. Ovidius di nava ês û agirê sirgûnê de salên pir zehmet bihurandin.
Lê heke em antîkê li dû xwe bihêlin û xwe dirêjî sedsala me bikin, em dibînin ku pistî soresa Bolsevîkan, nivîskar û entelektuelên rexnegir ên ku neketin qalibê komunîstan an hatin girtin û ketin tîmarxaneyan an jî sigûnî welatên xerîbiyê bûne. Di dema serê cîhanê ê duwemîn de û bi pêsveçûna nazîzmê re nivîskar û entelektuelên cihû ên ku bi xwe roleke mezin di pêsdexistina ziman û edebiyata alman de lîstibûn, hewcedarî jiyana sirgûnê bûn. Cûntayên Emerîka Latînî, Yunanîstan, Tirkiye û hin welatên Afrîkayê; serê di navbera Îran û Iraqê de kir ku gelek nivîskar welatên xwe terk bikin û xwe li sirgûnê bigirin. Bi kurtî; Nazîzm, komunîzm, kemalîzm, fundamentalîzma îslamî bûn sebeba ku birek nivîskar têkevin ser riya sirgûnê. Besekî mezin ji van nivîskaran xwe li Swêdê girtin. Swêdê welatê sereke ê Ewrûpayê ye ku evqas nivîskarên dinyayê lê civiyane. Îro, bi sedan ji endamên Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ne bi swêdî, lê bi zimanên xwe dinivîsînin. Ji van nivîskarên sirgûnê ên li Swêdê bi tenê hejmareke biçûk bi swêdî dinivîsînin, lê ên din bi zimanê xwe dinivîsînin û ji bo hinan ev cara pêsî ye ku firsenda nivîsandina bi zimanê xwe dibînin.
Hinek ji van nivîskaran li welatê xwe navdar in, kitêbên wan çend çapan dikin, lê li Swêdê mahkûmî bêdengiyê dibin. Carina mirov ji xwe dipirse, gelo sirgûn ji bo nivîskaran rizgarî ye an jî xefkek e. Gelek nivîskar li sirgûnê ziwa dibin, nema dikarin binivîsînin û loma dikevin depresyonên kûr û wek Kurt Tucholsky ku em li ser navê wî xelatekê belav dikin, mecbûrî xwekustinê dibin.
Digel ku nivîskarên sirgûnî ên li Swêdê bi zimanên xwe dinivîsînin jî, gelek bûyerên çîrok û romanên wan li Swêdê dibihurin. Mirov di gelek berheman de pêrgî navên kuçe û kolanên Stockholmê û hin deverên din ên Swêdê tê. Mirov di van berheman de hem dikare li ser Stureplanê hem jî li ser Rinkebyê bixwîne. Drottninggatan, Kungsgatan, Sergelstorg, Gamla Stan û bi dehan navên din di berhemên nivîskarên sirgûnê de dibihurin. Gotinên swêdî ên mîna Arbetsförmedlingen, Försäkringskassan, Kom-Vux, Smörgåsbord, Pendeltåg, Tunnelbana pir di berhemên sirgûniyan de derbas dibin. Ew gelek caran xwe dispêrin kanonên edebiyata swêdî ên mîna August Strindberg, Selma Lagerlöf, Eyvind Jonsson, Per Lagerqvist û Gunnar Ekelöf û ji wan jêderan digirin. Nivîskarên sirgûnê ên li Swêdê, bi riya wergerandina edebiyata swêdî, di navneteweyekîkirina edebiyata swêdî de roleke mezin lîstine.
Gelo, ew bi xwe li Swêdê di çi rewsê de ne? Kî wan nas dike, kî guh dide wan?
Armanca min ew e ku ez bi riya komîteya xwe vê rewsê biguherim. Ez vê bêdengî û îzolasiyona ku nivîskarên sirgûnî tê de ne, bisikînim, wan derxim rûkala dinyayê, edebiyata wan ku besek ji edebiyata swêdî ye, têxim navendê û wan bikim sirîkên edebiyata vî welatî. Ez niha bi kovarên edebî ên swêdî re di têkiliyê de me û dixwazim hejmarên taybetî li ser nivîskarên sirgûnê bidim çêkirin. Ez dixwazim em bi riya çêkirina antolojiyan wek nimûne ji edebiyata nivîskarên sirgûnê ên li Swêdê bidin çêkirin û bi vê riyê bala wesanxaneyên swêdî bikisînin ser edebiyata sirgûnên li Swêdê. Em dixwazin bi riya êvarên helbest û çîrokxwendinê balê bikisînin ser van nivîskaran. Ev fikrên ku di sala pêsî de bi tenê mîna fikir bû, aniha hêdê hêdî dikevin praktîkê. Me payiza par digel projeya Shahrazadê li welatên Skandînavyayê êvarên edebiyatê li dar xistin. Bi dehan nivîskarên ereb û ên skandînavî besdarî van êvaran bûn û ji berhemên xwe xwendin. Vê biharê jî bihara edebiyata kurdî ye. Wê li sê bajarên Swêdê; Stockholm, Göteborg û Uppsalayê ji bo saîr û çîroknivîsên kurd û swêdî êvarên edebiyatê li dar bikevin. Em ê vê xebata xwe ya bi Shahrazadê re dewam bikim. Di demsal û salên pêsiya me de em ê edebiyata spanî, farisî, fînî û zimanên din aktuel bikin û bi riya êvarên edebiyatê balê bikisînin ser ziman û edebiyata nivîskarên sirgûnê ên wan welatan.
Em dixwazin gelek tistan bikin, lê ev tenê bi me, Komîteya Karger, an jî Komîteya Nivîskarên Sirgûnê nabe, divê hûn jî tevlî vê xebata me bibin. Ez di nava we de gelek rûyên nas dibînim, gelek kesên xwedîtecrube û sarezayên zimanan dibînim. Gava em bi hev re vê xebatê bikin û bigihîjin armanca xwe, em ê di nav welatên Ewrûpayê de bibin nimûneya yekane û dibe ku em rê li ber welatên din jî vekin…
Zarathustra News – [email protected]