Gerek ev bîranîn di roja 11/09/1009 an de bihata li darxistin; roja jidayikbûna Rewşen Xanim Bedirxan.. Lê wek wefadarî û rêzgirtin ji giyanê Dr. Cemşîd Bedirxan re, yê ku di roja 09/11/2009 an de, 70 sal di ser jidayikbûna wî re derbas dibe, ev bîranîn bi paş de hat xistin, da ku herdu bîranîn têkevin yek rojê de, anku roja bûna Dr. Cemşîd Bedirxan de.

Dr. Cemşîd Bedirxan kî ye?

   Dr. Cemşîd Bedirxan kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxan e. Ew di roja 09.11.1939 an de li Şamê ji dayik bûye. Û Her wiha lê mezin bûye. Lê jî, xwendina xwe ya seretayî qedandiye. li Libnanê jî xwendina navendî xwendiye û dawî li Şamê di xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe a lîse bi dawî aniye. Di sala 1958 an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bijîşkîyê çûye Elmanya Rojava.

   Li Elmanya, di sala 1959 an de, dest bi xwendina bijîşkiyê kiriye û di sala 1968 an de bi pileyeke baş doktoraya xwe di bijîşkiyê wergrtiye. Her wiha di gelek nexweşxaneyên Elmanya de û nêzîkî du salan jî di nexweşxaneyên Parisê de karê bijîşkiyê kiriye. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweşxaneyeke taybetî, di temmuza sala 1970 an de piştî beyana 11 adarê seredana başûrê Kurdistanê kiriye, da ku li bajarê Hewlêrê nexweşxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê projeyê wî pêre neçûye serî û careke din zîviriye Elmanya. Dema ku şoreşa Barzaniyê nemir destpêkiriye, wî jî rola xwe liztiye û bi dermanan û pêdiviyên tendirustiyê alîkariyên ber bi çav ji tevgera Kurdistanê kiriye..

   Her wiha Dr. Cemşîd Bedirxan kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd a (Li Şamê) kiriye û wiha jî di komeleya Xwendekarên Kurd a li Elmanya de kiriye, hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya şaxê Ewrupa de kar kiriye.. Vê paşiyê ji ber rewşeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdaye û êdî giringî daye karê xwe yê tenduristiyê.

   Di derbarî 50 saliya derbasbûnê di ser Komeleya Xwendekarên (Zanîngeh û Dawiya Navendî) Kurdên Şamê de, di hejmara 398 an a (Dengê Kurd), Çiriya Duyê sala 2008 an de ê rojnameya (Organa Partiya Demokrata Kurd Surî), ya bi zimanê Erebî, li dor damezrandina Komeleyê û rola Cemşîd Bedirxan têde, wiha hatiye nivîsandin:

   (Salvegera damezrandina hevbendiya xwendekarên Kurd li dawiya navendiyên Dîmeşq(Şam)ê, bi heman awayî hevbendiya xwendekarên Kurd li Dîmeşqê, bi destpêkirina xwedê jê razî Cemşîd Celadet Bedirxan, hevbendiya xwendekarên Kurd li dawiya navendiyên Dîmeşq li payiza 1957 an hate damezrandin, ku ew bi xwe hate ew tebeqeya em lê nîştecîh bûyîn. Şêx Mihyeddîn, Husên Kîkî û Mihemed Salih Cuma jî li gel da bûn û li gel xwendekarên din ên li Taxa Kurdan..) 

   Her wiha Dr. Mihemed Salih Cuma yê hevalekî herî nêzîkî Dr. Cemşîd Bedirxan bû, di hevpeyvîneke taybet de (Hewlêr (22.12.2008), di derbarê rola Dr. Cemşîd Bedirxan di rêxistina komeleya xwendekarên Kurd û tevgera Kurdî de wiha dinirxîne û dibêje:

   (Min Cemşîd li sala 1956 an de nas kir, wê demê me pola dehan dixwend. Ji bo xwendinê em jî wekî gelek xortên Kurd ji Qamişlo çûne Şamê. Li wir me peywendî li gel Kurdên Şamê kir. Yek ji wan kesên ku me peywendî li gel kir Cemşîd Bedirxan bû. Em gelek caran ji ber pirsa Kurd diçûn mala Rewşen Bedirxan. Ji ber ku temenê min û Cemşîd Bedirxan wekî hev bû peywendiyeke me yê gelekî baş hebû. Li wan salan de tevgera Kurd gelekî xurt bû, wan dixwest hem li gel xwendekarên dawiya navendî û hem jî li gel xwendekarên zanîngehê çalakiyan pêk bînin. Em (Mihemed Salih Cuma, Cemşîd Bedirxan, Hiseyn Kîkî, Braderê Dawud, Şefiq, Ednan Mihemed.. wekî xwendekarên dawiya navendî buyîn û ji rojavayê Kurdistanê hatibûn û me dixwest di vî warî de em rêxistinek pêkbînin. Rêxistina xwendekarên dibistanê jî ji aliyê zanîngehê de Hemîd Derwêş, Îzedîn Resul û hinek Kurdên başur jî hebûn. Her wiha li wê demê de me dixwest em rêxistina PDK Suriye jî çêbikin. Ji bo wê yekê em li gel Cemşîd Bedirxan rûniştin û me peyreweke rêxistinê çêkir. Piştî ku me bendên peyrewê nivîsand, me xwest ji aliyê mafperwerî de bingehek çêbikin. Ji ber wê yekê me li gel Mam Hejar û Alî Fetah Dizeyî hevdîtin pêkanî û peyrewê me nîşa wan kir. Piştî ku li ser peyrewê me hinek guhertin çêkir û paşê jî me çap û belav kir û êdî me dest bi rêxistinê kir. Rêxistina me li salên 1956 an de û heta 59 an ku ez li wir bûm, gihişt hemû Şam, Cizîr û Çiyayê Kurmanca. Her çiqas rêxistineke biçûk bû lê dîsa jî gelekî zû belav bû. Cemşîd li sala 1958 an çû Ewrupa û ez jî li dawiya sala 59 an çûme Ewrupa.   Em her dû jî endamê Partî bûn û me li gel hevdû kar dikir. Cemşîd Bedirxan li nav Partî de her wiha li nav xwendekarên Kurd leqê Elmanya de û pêkanîna rêxistinên Ewrupa de û rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Ewrupa de rolekî serekî dilîst. Li pêkanîna rêxistina Pdk Ewrupa de 22 şubatê 1960 ez û Cemşîd jî ji Suriyê beşdar bûbûn. Ew cara yekem bû ku Partî li Ewrupa dihate birêxistin. Cemşîd yek ji wan rewşenbîrên Kurdistanî bû. Peywendiyên wî li gel kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê re hebû. Her wiha peywendiyeke wî yê gelekî baş li gel Nuredîn Zaza û Ismet Şerîf hebû. Li gelek zanîngeh û bajarên Ewrupa me semîneran li dardixist eve jî feydeyeke wê yê baş hebû…)   Di salên 1985 û 86 an de Dr. Cemşîd Bedirxan bi nasnameyeke din û bi navekî din yê veşartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe Cizira Botanê dike. Nêzîkî du mehan li bajarê Şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare li wir zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.   Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Curd û Evîn çêdibin. Curd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. Curd xwendina xwe ya bijîşkiyê qedandiye û niha di nexweşxaneyên Elmanya kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedandiye û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye.   Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 10.12.1999 an de li Brezilya yê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz yê (Elmanya) dispêrin axê. 
Dr. Cemşîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baş dizanîn.

Qamişlo 10/11/2009

 

F
E
E
D

B
A
C
K