Kurdistan axeke dewlemend e, bi xêr û bereket e. Lewma jî operasyonên cerahî li ser bedena Kurdistanê hatine kirin û hêj jî têne kirin. Bo dagîrkerên cîran û yên ji dûr hatî gelek calib bûye û hemûyan jî berjewendîyên xwe kirine esas û Kurdistan bi darê zorê di destê xwe da girtine û her hewildana xelkê Kurd ya azadîyê jî bi xwînê tepisandine. Kurdistan di navbeyna dagîrkeran da jî bûye meydana cengê. Gelek şer û peyman dîtine Kurdistanê. Kurdistanê yêkparetîya cografyaya xwe ewil di şerê Osmanîyan û Safewîyan da bi Peymana Qesr-î Şirîn [1639] berze kirîye û bûye du parçe. Vê rewşê heta serê sedsala bîstan dom kir.

Sedsala 20an jî bo Kurd û Kurdîstanîyan bi xêr û xweşî nebû. Ewil bi Peymana Sykes-Picot [1916], li dûv ra Sevr [1920] û herî dawîyê jî bi Peymana Lozanê [1923] Kurdistan hate talan kirin, du parçeyî nema, kirine çar parçe û kolonîzasyoneke xedar li ser axa Kurdistanê hate tehkîm kirin.  Di şertên destpêka planê Sykes-Picot da Kurdistana di bin dagîrîya du imparatorîyên mezin yên navçeyê, Osmanî û Farsan da bû û paşê jî bi destê Ingilîz û Fransîyan û bi rêya vê peymana kavil û wêranker anku Peymana Sykes-Picot, li ser pişkeke dî ya axa Kurdistanê dewletên Ereb jî hatin çêkirin û bi vî rengî ew jî bûne baskê sêyemîn yê kolonyalîstîya li Kurdistanê. Helbet Rûsan jî ew rewş û pêşhatin bo xwe kirine firset û ew jî bûne parçeyekî vî planî û ji Kafkasyayê ve heta Hekarîya Kurdistan dagîr kirin.

Di eslê xwe da ev Peymana Sykes-Picot her di destpêkê da xuya bû ku dê peymaneke jî [emir] dirêj nebe û di nav wan şert û mercên şerê cîhanê yê I. da bin nagire û wisa jî lêhat. Peymana Sykes-Picot esasen dizayna serê sedsala bîstan ya rojhilatanavîn e ji teref “cîhana rojavayê” ve ye. Hingê hêj Amerîka lawaz bû û patronîya van polîtîkayan hem ji alîyê mejî ve hem jî ji alîyê realîze kirina pratîk ve Ingilîzan dikir. Fransîyan jî di parastina berjewendîyên xwe da Ingilîz didane zorê. Di vê rikeberîyê da berjewendîyên Ingilîz û Fransîyan gihiştin hev û planê lêkvekirina rojhilatanavîn bi hev ra dane dest pê kirin. Helbet Amerîka aktorê sereke nebû lê piştevanîya baskê Ingilîz û Fransîyan dikir.

Di encam da planê ku bi navê Ingilîzan Sir Mark Sykes û bi navê Fransîyan jî Francois Georges-Picot danayî li gorî dilê wan jî neçû serî. Ber bi dawîya şerê cîhanê yê I. û pêkhatina Sovyetan, Rûs paşve vekişiyan. Avakerên Komara Tirkîyeyê ya nû di wê rewşê da Ingilîz û Fransî û tifaqdarên wan dane zorê û li gorî wan şertan, bi desteka Sovyetan û bi hezar dek û dolabên li ser xelkê Kurd encameke kêm zêde bi dilê xwe bi dest ve anîn. Piştî vê rûdanê hem Peymana Sykes-Picot hem jî Peymana Sevrê li goî dilê Ingilîz û Fransîyan û tifaqdarên wan encam neda, şertên mandatîya wan ya li navçeyê jî dirêj nekêşa, lê di hilweşandina Imparatorîya Osmanî û çêkirina dewletên Erebî da gihiştin xwezîya xwe. Paşê bi Peymana Lozanê parve kirina Kurdistanê formekî dî wergirt û Kurdistan bû çar parçe û digel Tirkîye û Îranê, Iraq û Sûrîye jî bûne kolonîzatorên Kurdistanê. Herwisa di dawîya şerê cîhanê yê II. da rewşên nû derketin meydanê û balansa polîtik ya rojhilatanavîn bi rengekî dî rû da. Di van prosesan da Rûsya û paşê jî Sovyet hebû.  Sovyetan piştevanîya avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê kirin lêbelê piştî encama şerê cîhanê yê II. li gorî berjewendîyên xwe dîsa paşve vekişiyan, pozisyonên nû derketin pêş û mixabin di nava wan leystik û entrîkayan da dawîya Komara Kurdistanê ya Mehabadê di demekî gelek kurt da û gelek trajîk hat.

Dîrok bi heman şert û mercan dubare nabe helbet. Lê aktorên veguhorîna rojhilatanavîn yên serê sedsala bîstan îro jî di çarêka ewil ya sedsala bîst û yêkê da dîsa di sehneyê da ne. Tinê rola sereke ya Ingilîzan û Amerîkayê cih guhorîye. Duhî Ingilîz li serê meydanê bûn, îro Amerîka li serê meydanê ye, lê Ingilîz dîsa hene çawa ku berê jî Amerîkayî hebûn. Rûsyayê dîsa bejna xwe nîşan da ye û yêkser hem jî bi hêza xwe ya leşkerî ve di nav prosesê da ye. Cîhana Rojavayê bi pêşengîya Amerîkayê îro jî dixwaze li gorî berjewendîyên xwe bi formateke nû rojhilatanavîn dîzayn bike. Ev pêrabûna wan duhî hêsantir bû lê îro zehmettir e. Dînamîkên civata Rojhilatanavîn hatine guhertin û vê yêkê balansa navçeyê jî serûbin kirîye.

Duhî Kurd û Kurdîstanî ne aktor bûn, bê hêz û bê rêxistinî bûn, belê îro bi hêz û bi rêxistinî ne, aktor in û hem jî yên bingehînin û temsîla azadî, aştî, wekhevî, demokrasî û pêşkevtinê dikin. Di veguhorîna Iraqê da Kurd bûne xwedî rol û seng û li encama vê yêkê jî di nav Iraqa Federal da fermîyen bûne xwedî statû. Niha jî di veguhorîna Sûrîyeyê da dîsa Kurd û hevqederên xwe yên Kurdistanî xwedî rol û giranahî ne û “de facto” bûyîne xwudan statû, lê ji ber ku hêj Sûrîyeyê rengekî nû ne standîye, lewma ev statûya heyî “fermîyet” wernegirtîye belê bi navê kantonan meşrûîyet heye. Niha jî bi biryareke xurt avakirina statûya federal danîne pêşiya xwe.

Hewildan bi hesab û kitabên Cîhana Rojavayê, Tirkîye, Îran û Rûsyayê û hindek dewletên din yên navçeyê ve didomin. Vekêşkanêyeke bêtixûb tête kirin li ser formê nû yê Sûrîyeyê. Di vê çarçoveyê da dewletên kolonyalîst yên Kurdistanê hêj jî timamî manewraya xwe li ser bêmafîya Kurdan dikin û gelek bi israr dixwazin statûkoya li serê sedsala bîstan pêkhatî bidome. Bexda hêj jî tehemmula hebûna statûya Herêma Kurdistanê di nav xwe da nake. Herwisa Şam gelek nerazî ye ku Kurd li ser erdê xwe bûne xwedî desthilat. Tehran û Ankara hindî ji destê wan têt dixwazin li milekê hem statûya başûr û rojavayê Kurdistanê têk biçe û heke neçû jî asteng bikin, tixûban lê teng bikin û rê li ber xweserîyeke kamil bigirin û herweha firsetê nedin ku ji bo “nava wan” jî anku bakur û rojhilatê Kurdistanê bibine modelekî nû.

Di vî demê nû da Kurd herwisa bi hêz in, li îradeya xwe xwedî derdikevin û hem li Rojhilatanavîn hem jî li zemîna navneteweyî meydanê bo dagîrkeran nahêlin ku hespê xwe li gorî dilê xwe bibezînin.

Kurdan bi derketina vê rewşa nû, avabûna statûyên başûr û rojavayê û herwisa bilindbûna têkoşîna azadîyê li rojhilat û bakur êdî zihnîyet û hewildanên “Sykes-Picot”î bijbelav kirinee, bêyî hukum hiştine. Di sed salîya vê peymana bêyûm ya Sykes-Picot da Kurd xwedî soz û îrade ne, xwedî hêz û şiyan in.

Lê belê, yêk kêmasî û qusûra Kurdan heye ku ew jî di van şertên nû yên gihiştî da, ji tifaqeke navxweyî ya ku tête xwestin û hêvî kirin dûr in. Di rikeberîya li nav aktorên cîhanî û navçeyî û herwisa dewletên dagîrker yên Kurdistanê da mixabin ku ev bêtifaqîya navxweyî bizava manewrayê ya Kurdan qels dike.

Di sed salîya peymana Sykes-Picot da, ku îro hemû peymanên parçe kirina Kurdistanê ji teref Kurdan ve hatine pûç kirin, divê formekî nû bête dan ji bo rojhilatanavîn ku ew jî bêyî qebûl kirina mafên Kurdan qet ne mumkun e. Kurd û Kurdîstanî di standina mafên xwe yên xwezayî da gelek bi biryar in û vê yêkê eslen nakine behsa munaqeşeyê jî. Lê belê, di konjonktura heyî da hindî ji wan têt rasyonel hereket dikin û dixwazin bi diyalogê û li ser zemînê heqanîyetê digel hevrikên xwe reng û rûyekê bidine xwastekên xwe û çarenivîsa xwe li gorî şert û mercên îro heyî bi rizaya xwe diyar bikin. Kurd herwisa digel hevqederên xwe yên Kurdistanî dixwazin statûya xwe bi destê xwe kivş bikin. Formatên statûyan ji hev cuda ne û gelek in. Giring ew e ku Kurd û Kurdîstanî xwudanê çarenivîsa xwe ne û tinê ew dikarin çarçoveya vê çarenivîsê diyar bikin û bi nav bikin.

Di sed salîya Peymana Sykes-Picot da karê lezgîn û pêdivî yê Kurdan û hevqederên wan yên Kurdistanî ew e ku her bi çi rengî be rêyeke yêkbûna navxweyî peyda bikin. Formekî ku yêkîtîya demokratîk ya navxweyî îfade dike bibînin û di pratîkê da realîze bikin. Her hewildan û pêkanîna tifaqa navxweyî dê berpêyên dagîrkeran teng bike, lê gihiştina rizgarî û azadîyê dê hêsantir bike, hedefê nêzîktir bike.

Di van şertên ku îro da, ku ne tinê hukmê Peymana Sykes-Picot herwisa yê Peymana Lozanê jî nemayî, imkanên pêkanîna tifaqa navxweyî bi zêdehî ve gihiştî ne û eve dê prosesa bi destxistina statûya Kurdistanê jî tayîn bike.

Hebûna du statûyên li başûr û rojavayê Kurdistanê zemînê cografî yê yêkîtîya navxweyî amade dike. Bi diyalog û gotûbêja navxweyî peyda kirina formekî nû yê yêkîtîya başûr û rojavayê Kurdistanê mumkun e û divêt Kurd û Kurdistanî vê mijarê bikine serê rojeva xwe.

KNK di sed salîya Peymana Sykes-Picot da, ku ev zihnîyet û pratîk îro bi têkoşîna dînamîkên navxweyî hatîye pûç kirin, prosesa vehûnandina yêkîtîya navxweyî erkekî neteweyî û niştimanî dibîne û daxwazê ji hemû hêz û kesayetên neteweyî û niştimanî dike ku rola xwe ya çêker bi aktîvî bileyizin. Kurd îro gihiştine wê hişyarî, hêz û şiyanê ku êdî emelîyatên birandinê yên li ser bedena xwe qebûl nekin û li qedera xwe û ruh û bedena xwe anku welatê xwe xwedî derkevin.

Serê sedsala bîstan hêzên navneteweyî li gorî berjewendîyên xwe form dane Rojhilatanavîn ku Kurd jê bêpar man. Belê îro li sedsala bîst û yêkê di formdayîneke nû ya Rojhilatanavîn da Kurd û hevqederên xwe bi bizav û têkoşîneke mezin ya vejînê bûyîne xwedî hêz û îrade û di pêkanîna Rojhilatanavîneke nû da Kurdistan divêt mutleq bigihê statûyeke bi dilê xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan. Ev di destê me bi xwe da ye. Alternatîfa vê sedsala bîst û yêkê li beramberî peymanên xirabker yên serê sedsala bîstan yên wekî Sykes-Picot, Sevr û Lozanê, peymana navxweyî ya Kurdan û Kurdistanîyan bi xwe ye û ew jî yêkîtîya mezin ya Kurd û Kurdistanîyan e. Statûkoya bi peymanên Sykes-Picot, Sevr û Lozanê çêbûyî îro divêt nemîne. Kurd û Kurdistanîyên yêkbûyî dikarin beramberî aktorên navçeyî û navneteweyî xwestekên xwe bidin qebûl kirin û encameke bi dilê xwe derêxin meydanê û bi vî rengî statûkoya ji serê sedsala bîstan were hatîye ferz kirin berteref bikin. Destkevt bi vî awayî dikarin bêne zêdetir û mezintir kirin û parastin, ku îro konjonktur û meyla cîhana demokratîk di lehê Kurdan da ye û eve firseteke xêrdar e.

Kurd û Kurdistanî, ji bo vê armancê divêt bi enerjîyeke mezintir û xurttir û bi hev ra di nav kar û xebatê da bin.

Di navbera Êraq û Surî da tixûb (sînor) nemane. Heman demêda di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê da jî tixûb nemane. Li her du alîyan jî deshilata hêzên Kurdistanî heye. Kurd ne mecbûrin van tixûban biparêzin û navxwede tixûban bihêlin. Pêwîste tixûbê (sînor) navbera Başûr û Rojava bê awayekî fîîlî bê rakirin. Bi vî rengî du parçeyên Kurdistanê bibin yek. Di sedsalîya Peymana Sykes-Picot da, KNK sêrîde bang li rêvebiriyên Başûr û Rojava, li hemî hêz, rêxistin û Gelê Kurdistanê dike ku vê mijarê hildin rojeva xwe û statûkoya bi Peymana Sykes-Picot li Kurdistanê hatî avakirin, ji holê rakin. Pêwîste ev mijar weke mijareke sereke, di rojeva hemî dem û dezgehên Kurdistanî û Gelê Kurdistanê da be.

Konseya Rêvebir ya KNKê, 06.05.2016

F
E
E
D

B
A
C
K