Her sores, li gorî felsefeya xwe, planekî jiyana nû amade dike.

Di ev plana nû de, rojnameya xwerû Kurdî Welat, pistre Azadiya Welat jî cih digirin. Ev amûrên ragihandina Kurd, ARK bûne bingeha rojnamevantiya profesyonel.

Di van rojên ku 35’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê tê pîroz kirin de; gelê Kurd gelek qonaxên dîrokî li pey xwe histin. Di konaxa îro de, romantîzma oryantalîst û entelektueliya pozîtîvist wekî referansa Kurdîtiyê nayê dîtin. Ew bûye nasnameya dewsîrmeyan.  Êdî rola erdnîgariyê di dîrokê de, rola mirov di dîrokê de, rola dîrokê û erdnîgariyê di nasnameya gelê Kurd de erêniyê dibîne. Ev tê wateya ku Soresa Kurd, civaka Kurd, ji “eyarê biyolojîk” rizgar kiriye.

Medya Kurd an jî amûrên ragihandina Kurd ARK, yek ji van soresan e. Nirxê herî giranbiha yê Soresa Kurd, guhertina civaka Kurd e. Bi guhertina civakê re, plansaziyek nû ya jiyanê jî derket holê. Ji ber ku pêdiviya soresan bi çand û  zimanê demê heye.

15’ê Tebaxê cîhana Kurd jî cîhana dagirkerên Kurdistanê jî xiste nava hejandinekê. Ev tê wateya ku jiyana li gorî hêzên dagirker hatibû plankirin, kete nava erdhejê. Bi vê erdhejê çand jî kete nava guhertineke mezin. Ziman jî têkildarî çandê ye û para xwe ji vê guhertinê stand.

Bas tê zanîn ku dagirkeriya sed salî, sosyolojiya mirovên Kurd, diyalektîka civaka Kurd jî serûbinî hev kiribû. Ziman jî para xwe ji vê wêranî û têkçûnê girtibû û ketibû tara bêjingê. Zimanê Kurdî li bajarên Kurdistanê “qaduk” bûbû, yan jî nemabû, li navçeyan sikestî bû. Li gundan û hinek herêman  zindî mabû.  

Lê bi riya qereqol û cendermeyan, bi riya dibistanên gundan û dibistanên sevînî, bi riya burokrasî û qanunên zincîran, ziman jî kiribûn cendereya hêrtin û tunekirinê.  

Dîrokzanên cîhanê, “Anatolya û Kurdistan, wekî welat û herêmên azad” bi nav dikin. Sedema vê jî wiha anîne ziman: “Ev her du guzergahên dîrokî, wargeh û rêbûwariya civakên cuda û baweriyên cuda ne. Civakên cuda, baweriyên cuda çavkaniyên çandî û zimanên cuda ne.”

Lê îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê ev ne digot. Bi seferberiya arkeolojîk, her berhemê dîrokî bi nifsê tirkan ve bi çanda tirkan ve girê didan.  Ev azadiya ku bi çandên cuda, bi zimanên cuda ve dihate girêdan, pêsî li Çankaya û Dolmabahçê, di tevna tirkîtî de dihate hunandin. Pistre di kolana Cagaloglu de, li asê hêrtinê dikirin, pistre hevîr dikirin, haveyn dikirin û di tenûr û firinên dewsirmetiyê de dipijandin. Di encamê de, di çarçoveya plansaziya dewletê de, li tirkî dihate mehrkirin û wekî çanda tirkî dihate ragihandin.

Amûr û awadana ragihandinê û neqiskirina di mêjiyê mirovan de medya bû.

Medya tirk, ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û heta wekî îro, li dijî gelên  li Tirkiyeyê teva wekî eniyeke ser karûxebat kir. Medya tirk,  wekî filtreya paqijkirina mêjiyê komên xelkê ye. Bi propagandeya yekalî mêjiyê xelkê diso.

Di Têkosîna Azadiya Kurd de di 35 salên têr qîr û tesqele de medya tirk  bi mekanîzmeya bombardimana îdeolojîk û çandî rola xwe di asta herî xirab û qirêj de lîst.

Di hedefên medya tirk de, zimanê Kurdî, çanda Kurd, psîkolojiya Kurd, jinên Kurd,  entelektuelên Kurd, ciwanên Kurd, malbatên Kurd, rêxistiniya Kurd, îradeya Kurd, his û ramanên Kurd û dîroka Kurd hebû.

Pistî ku medya Kurd, amûrên ragihandina Kurd ARK derketin holê; medya Kurd bi xebatkar û rojnamevanên xwe bi avanî û saziyên  xwe bûn hedefa dewletê. Medya tirk jî di van êrîsan de çeka herî dijwar bû. Bi zimanê “felzekeya dozger, lesker  û polîsan” wesan dikir. Êrîsên fasîzan ji nedîtî ve dihatin.

Pistî ku medya alternatîf dest bi wesanê kir dewleta tirk biqasî hundir li derveyî welat jî êrîsên xwe dijwar kirin. Dixwestin destîniya  li Kurdistanê, li derveyî welat jî bînin serê medya Kurd. Lê dibin sîwana Soresa Kurd de, amûrên ragihandina Kurd, ARK têkosîna xwe domand. Di encama êrîsên hevkariya navneteweyî de yek amûr hat girtin, dînamîzma Soresa Kurd sê amûr vekirin.

MED NUÇE jî encama  dînamîzma Soresa Kurd e.

Soresa Kurd, wekî dinamîzma gelên li Kurdistanê teva derket holê. Ev dînamîzm hêdî hêdî siyasetek zimanê Kurdî jî derdixê holê. Amûrên ragihandina Kurd ARK, rojnamevanên Kurd, entelektuelên Kurd, siyasetmedar û tevahiya  gelê Kurd fêm kirin ku ziman ne tenê amûr û alavê têkiliyan e. Di ziman de, nasnameya neteweyî, vegotin, têgihistina rastî, nirxandin amûr û alavê belakirina çand, nirxên civakî vesartî ne.

Îro, berhemên Soresa Kurd, wekî soresa di nava soresê de bi pês  dikevin. 

[email protected] 

F
E
E
D

B
A
C
K