Bi helkefta ku di roja 09/11/2009 an de, wê festîvala 100 saliya Rewşen xanim Bedirxan li Hewlêra paytex li dar keve, em bi navê malpera Dîmoqratî kêfxweş dibin ku vê dîdarê bi mamoste Konê Reş re li darxînin û wek diyarî ji xwendevanên zimanê kurdî û hezkerên Bedirxaniyan re pêşkêş bikim.

   Di destpêkê de pêdiviye ku em Konê Reş bi xwendevanên xwe bidim naskirin: Ew ji malbatek kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr e. Di sala 1953 an de li gundê Doda; navbera Qamişlo û Amûdê çêbûye, xwendina xwe li gund, Qamişlo û Hesekê xelas kiriye, anku Lîse standiye. Şunde hewla daye ku xwendina xwe li Almanya rojava bi dawî bîne, lê pêre re neçûye serî… Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye. Ji Prof. Dr. Celîlê Celîl fêrî danheva folklor û dîroka kurdî bûye.. Di gelek kovar û rojnameyên Kurdistanî de berhemên wî hatine belavkirin.

   Mirov dikare bibêje ku ji kesên pêşîne di nav rewşenbîrên di Binxetê de, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Namî, Tîrêj, Keleş û Rezoyê Osê.. ku wî bi zimanê Kurdî nivîsandiye… Xwediyên kovara “Gurzek Gul” bû. 15 hejmar 1989 – 1992 an.. Gelek xelat standine û beşdarî gelek festîvalên Kurdistanî bûye. Endamê PEN a Kurd e.. Û Yeke ji helbestvanên cîhanî a bi navê (Poetas del Mundo) û rûpelek jêre di vê pencereya cîhanî de hatiye terxan kirin.  Hêvî û daxwazên wî evin; ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibîne û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwîne û seh bike. Lê ew, bi van gotinan xwe dida naskirin:Mirovekî Kurd im Ji sala 1514 an veTa roja îro;Di kul, êş û janên

Gelê xwe de  di ponjim.

Xemxur û zikêşê

Zimanê dê û bavê xwe me;

Yekim, ji wan kesên ku,

Li dor malbata Bedirxaniyan

Di xepêrim.

Ez Konê Reş im.

Dîmoqratî: Tu dikarî malbata Bedirxan ji me re bidê naskirin ? 

    Konê Reş: Ez ne bawerim ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû. Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.  Piştî koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868 an de li Şamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û şopa bavê xwe kir qêrîn û gazî. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Di roja 22ê nîsana 1898"an de, wî yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN weşand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got:(Gelî mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike.. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..) Dîmoqratî: Te çawa malbata Bedirxan naskir ?   Konê Reş: Di sala 1977an de çûm Elmaniya ji bo xwendinê. Li wir min ji kurmamê xwe sehkir ku mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hatiye Bonê bo avakirina komeleya dostaniyê di navbera Elman û kurdan de.. Xweş tê bîra, min ji kurmamê xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran Bedirxan kî ye ?! Got, ew neviyê mîrê Cizîra Bota ye.    Hingê careke din ew çîrokên mîrekên Botan yên ku di biçûkaniya xwe de min ew sehkiribûn hatin bîra min, û min ji xwe re got: Dêmek Dr. Kamîran Bedirxan ji wan mîrekên Bota ye. Ewên ku ji biçûkanî ve min li çîrokên wan guhdarî dikir.. Û wiha ji wê hingê ve, bi evîndariyek mezin min daye ser şopa Bedirxaniyan bi tevayî û vê paşiyê mîr Celadet Bedirxan bi taybetî.   Di adara 1989 an de, min û hevalekî xwe, me kovarek biçûk bi navê (Gurzek Gul:1989-1992) li Qamişlo weşand, bi weşandina vê kovarê re, ez li mîr Celadet Bedirxan geriyam, ta ku ez rastî wan çend hejmarên kovara wî HAWARê hatim, Di wê navê de min sehkir ku kebaniya wî Rewşen xanim Bedirxan sax e, li bajarê Banyas jiyana xwe derbs dike. Ev yek di havîna sala 1989 an de bû. Wiha me nemra telefona wê ji Dilawer Zengî stand û ez çûm cem. Wiha me hev naskir. Belê nizanim çima Rewşen xanim ji rex hin kurdên Suriyê ve dihat veşartin.?! Dîmoqratî: Tu akamên karê malbata Bedirxan bi giştî û yê Rewşen Xanim bi taybetî li ser civaka kurdî li sûriyê û seranserî Kurdistanê çawa di bînî ?   Konê Reş: Bedirxanî! Kurdistanî difikirîn, asoyên wan ji herêmî mezintir bû, doza wan kurdistanek tenê bû, ne gelek Kurdistan bûn, banga wan kurdisanî bû. Bi tenê ez dikarim vê gotina mîr Celadet Bedirxan wek bersiv bidim: Bavo  li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet  hene tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi şênde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok… Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê… )    Di baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan bi taybetî, ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2’mîn bin, her ew xwediyên banga netewî Kurdî a 3’mîn in.    Rast e helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî bavê banga netewî kurdî a yekemîn e û wek ku hatiye naskirin Hacî Qadirê Koyî yê duwemîn e, lê her Bedirxanî xwediyên wê qenciyê ne, çiko Hacî Qadirê Koyî di bin bandora Bedirxaniyan de, li Stenbolê fêr û serwextî kurdewariya netewî bûye.Dîmoqratî: Rewşen xan Bedirxan wek rewşenbîr û nîvîskar kî ye ?      Konê Reş: Rewşen xanim Bedirxan eva ku gelekan ji me navê wê bihîstiye, an pirtûkên ku wê ji tirkî wergerandine erebî, xwendiye, an pirtûka ku wê di sala 1954 an de, bi navê(Çend rûpel ji wêjeya Kurdî) bewerhevkiriye, xwendiye. Ev yekemîn pirtûk bû, ku xwendevanên ereb bi rêka wê serwextî wêjeya kurdî dibin.    Erê, ew yekemîn jina kurd e, bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye. Yekemîn jina kurd e ku gelek xebat, bizav û çalakiyên têvel, di ber kêşeya gelê xwe de li Şamê kiriye, û di nav biyaniyan de dihat nas kirin wek sembolekê ji rewşenbîriya kurdî re. Lê mixabin, vê jina kurd ta roja îro, mafê xwe yê rêzgirtinê wek ku pêdiviye nestandiye. Ji mafê wê ye ku îsal bi helkeftina ku 100 sal di ser bûna wê re derbas dibe, festîvalek bo wê li Hewlêra paytext bê gerandin û di vê festîvalê de navê wê li ser cihekî bilind, wek peymangehekê, dibistanekê an kolanekê bê danîn. An pêkerek bo wê, wek nimûne ku jinek kurd a pêşeng e, tev jiyana xwe di ber welatê xwe de xerckiriye, di navtareke Hewlêrê an Duhokê an Silêmaniyê de bê bilind kirin.Dîmoqratî: Rewşen Xan ne bi tenê di warê edebiyat û rewşenbîrî de tê naskirin, lê her wiha karekî siyasî yê giring radibû, tu karê çend dîmenên wî karî ji mere bêjê ?   Konê Reş: Belê, di gel ku wek torevanek di hat nas kirin, lê her ew nedûrî siyasetê jî bû. Di navbera sala 1925 – 1926 an de, ji bo doza erebî dijî fransîzan bi nivîsên sekiniye û bi taybetî di rojnameyên Felestîniyan û kovara Munîrva a Libnanî de. Di navbera salîn 1926 – 1973 an de, gotar ji kovara Alhuriye re dinivîsandin, ewa ku xwediyê wê Yûsif Melek bû. Di navbera salên1956 – 1957 an de, tev civînên damezirandina Partiya Kurdên Sûriyê li mala wê dihatin darxistin. Û wiha ta ku Partî di 14 hizêrana 1957 an de hat damezirandin.. Hem jî di sala 1957 an de, di ber gelê xwe de çûye Yûnan, di kongerê Antî Kolonyalîzimê de bi tena xwe her çaç kursiyên ku navê Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin, bi heybet û sawa xwe dagirtin. Rewşen xanim bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û di karîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî. Di sala 1971 ê de, çû kurdistana iraqê, serdana Melle mustefa Barzanî û li Hacî Amran û bi jinên kurdistaniyan re Hevgirtina Afretên kurd damezirand.Dîmoqratî: Pirsa dawî: Rewşen Bedirxan wek jinek kurd kî bû û jiyana xwe çawa berdewam dikir ?   Konê Reş: Neviya mîrê Botan bû, dotmama û kebaniya pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan bû. Ji Bedirxaniyên pir belav di çar kenarên cîhanê de ew mabû ku, pêmayê Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiş û xeyalê xwe de diparast û di mala xwe de bi zimanê kurdî bi keça xwe Sînemxan û kurê xwe Cemşîd re diaxifî.   Li gor her 83 salên ku di sere derbas bibûn, danûstandin wê bi welatparêzên kurdan re hebû û tev jêre bibûn pend, zanîn, kurdzanîn û zanîndan.. Ta berî ku koça dawî bike, Rewşen xanim a tekane bû di nav Bedirxaniyan de ku, navê Bedirxaniyan diparast. Wê jî mîna herdû pismamên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan ew şop dimeşand. Ji ber ku piraniya Bedirxaniyên din ji neçarî razî bûne ku li şûn navê Bedirxan (Çinar), bê nivîsandin.. Bi taybetî ew Bedirxaniyên ku li tirkiyê mane wek: Zarokên Tewfîq beg Çinar, ku niha li Stenbolê dijîn û zarokên Hikmet beg Çinar ku niha li Anqere û Adane dijîn û malbata Walî ku hiha li Misrê,  bajarê Feyûm dijîn û filimçêkirê bi nav û deng di nav ereban de Ehmed Bedirxan û kurê wî rejîsorê navdar Alî Bedirxan û gelek Bedirxaniyên din ku niha li Misirê dijîn, Hem jî ew Bedirxaniyên ku li Sûriyê dimînin wek: Zarokên Yûsif Bedirxan, ku niha li Şamê, taxa Mihacirîn in û zarokên Sureya Bedirxan yên ku li Urdin, bajarê Eman in,.. Lê mixabin wan jî nizanin bi zimanê Bedirxan biaxivin… Tenê Rewşen xanim; navê Bedirxan, dîrok û zimanê wî bi xwe re hilanî û ta roja dawî ji temenê xwe.    Berdewamiya jiyana emîre Rewşen di di gelek qunaxên dijwar re derbas bûye, gelek rojên bi cefa dîtine; xaniyê wan bi kirê bû û ta roja ku koça dawîn kir…    Bi bûyera ku mîrê mezin, rojnamevanê jêhatî Celadet Bedirxan di bîra qederê de, roja 15/07/1951ê, pê çû ber dilovaniya Xwedê, Emîre Rewşen Bedirxan ma dil biêş û xemgîn.. Rewşa wê a aburî hin bi hin daket û êdî nema pêre alîkar bû û kesî ji kurdan jî lê ne pirsî, ne jî alîkarî pêre kirin.. Vêca ji neçarî di sala 1972 an de mala xwe ji Şamê barkir bajarê Banyasê, ser kevya deriya sipî. Li wir, xanîk ji xwe re kirê kir û têde ma ta roja dawîn ji temenê xwe. Bi tenê pîrejinek Çerkez, bi navê Sebahet(Xwîşka jina helbestvanê kurd Qedrê Can bû), pêre dijiya û alîkariya wê dikir.* Wêne ji erşîfê Konê Reş in. Wêneyî komikî mîr Abdulezaq Bedirxan di ortê de ye, wêneyê bi tenê mîr Elî Şamîl Bedirxan e.

Qamişlo 06/11/2009


F
E
E
D

B
A
C
K