Bi wê minasebetê semînera min jî heye. Mijar ‘Enstituya Kurdî li Brukselê û pêdiviya çi karî li Ewropa ?’ Bi teybetî li ciyekî weke Bruksel ku hêdî hêdî dibe navenda siyaseta Ewropa û derdorê wê. Komeke mezin, guhdar hatibû. Di nava wan de nûnerên siyasî, akademîk, ragihandinê, rewshenbîrî, rayedarên hikûmetê û saziyên gel û olên cihê hebûn. Kurd ji her aliyê Kurdistan, Mesîhî û Êzîdî…
Li nava bajêr hewa ke xwesh heye. Bêhna azadiyê ji her derî difûre. Kurd, Turkmen, gelên Mesîhî, Ereb û olên cihê… Li nava civakê tektûk Ewropî jî xuya dikin. Her kes li ciyê xwe û di nav jiyana xwe ya teybetî de… Kes serê xwe ji kesî naêshîne. Û di vê demê de jî kampanya bijartinên Iraqê dest pê dikin. Dilê min bi yekê gesh e. Li ser esasê sîstemeke nuh, modern û demokratîk ewê namzed werin helbijartin. Kî li ser çi lîsteyê herî zêde ra bistîne diçe parlementoya Bexdadê. Ka ew rojên ku li Bakur, Rojhilat û Rojava jî rewsh weha dibe?
Di salonê de shesh kanalên televîzyonê, çend radyo, gelek rojname û kovar ku Bashûrê Kurdistan pê zengîn e beshdar bûn. Vê yekê jî bash dida xuyakirin ku di warê pirrdengiyê de Herêma Kurdistan ber bi rêyeke bash diçe. Her tim ez dibêjim; Bashûrê Kurdistan welatekî taze ye. Ji nuh ve ava dibe û eger meriv bi welatên derdora xwe re, ku bi sedsalan hene, miqayese bike, Herêma Kurdistan gelekî pêshketîtir û demokratîktir e. Lê divê miqayesa me ne bi wan welatan re bibe. Divê em xwe bi Ewropa re miqayese bikin û i ser wî esasî jî welatê xwe ava bikin. Kînga me ev kir emê bibinin ku hê gelek kêmasî û pêdiviyên me hene. Dema me kêmasiyên xwe dîtin û qebûl kir, emê pêsh kevin.
Hebûna bîr û bawerî, bi biryar û ramana azad, nasîn û qebûlkirina bashî û kêmasiyan, her zor û zehmetiyê dishkîne.     
Di destpêka semînerê de li ser dîrok û avakirina Enstituyê axaftim. Pêdivî çi bûn ku ev sazî hate damezrandin û çi awayê xebatê ji xwe re kire destûr? Ji destpêkê ve çi zehmetî hebûn? Civaka Kurd li Ewropa di nava çi rewhê de dijiya û Ewropiyan çawa Kurd dinasîn? Niha rewsha me çi ye, civaka me çawa hatiye guherandin û tewra Ewropiyan li ser pirsgirêka Kurdî di çi rewshê de ye? Ji îro û pash de çi ji me civaka Kurdan re li Ewropa pêwîst e û divê saziyên me bi çi awayê xebatê bikin? Ev aliyekî rastiyê. Aliyê din, çi hêvî ji partiyên me yên siyas ji her çar aliyan hene û bi teybetî Hikûmeta me ya Kurdistan çi divê bike? Em Kurd bi temamî, Bashûrê Kurdistan, weke dewletê dibînin. Rewsh ne ya berî deh, panzdeh, yan jî sî salî ye. Roja îro gelek tishtên cihê dixwaze. Partiyên me û bi teybetî hikûmeta me ya herêmê divê stratejiya xwe li ser pêdiviyên nuh ava bikin. Eger em vê rastiyê nebînin û xwe ji bo pasherojê amade nekin gelek kelem, zehmetî di ber me de mezin bibin û dermanê wan jî ewê zor be.
Bi axaftina xwe de min bi awayekî zelal bîr baweriya xwe got. Kêmasiyên partî û hikûmetê bi awayekî heshkere da zanîn.
Di dawiya semînerê de dostekî qedirbilind ji min re weha got : ‘ev cara pêshin e ku li Dihokê behsa hin partî û kêmasiya hikûmeta me dibe. Em hînbûne her tim pesn didin. Karekî pîroz bû ku îro li vira derbas bû’. Ev jî tê wê wateyê ku em, civaka Kurd, divê kêmasî û pîroziyên xwe heshkere bêjin. Ne ziman, tewr û xebata dijminane ku em pê bikevin, lê ji bo avakirina hebûna xwe. Ji bo paraztina bidestxistiyên xwe hewldan pêwîst e. Heshkere gotina bîrûbaweriyê xizmeta me dike.
Tishtê ku min li Dihok û tevayiya Kurdistan vê carê dît jî ew bû ku civaka Kurd di bîr û baweriya xwe de li ser gelek tishtan hatiye guhertin. Hisên neteweyî, nasîna civaka xwe li Kurdistan û rastiya dîrokî… Hê bashtir nasîna dewletên derdorê… Bi teybetî Turkiye, Îran û Suriye. Vê yekê jî dilê min xwesh dikir. Dema em xwe û derdorê bash nas bikin, tishtekî ku bikeve pêshiya avakirina civak û welatê me yê azad, di her warî de xurt û demokratîk nîne.
Avakirina welatekî xwesh ne bes bi bilindkirina avayî û parkên bedew pêk tê. Bi teybetî divê gelek kar ji bo perwerdê were kirin. Di nava vî karê herî pîroz de divê li ser avakirina civakeke pirralî, di mêjî de zengîn û rengîn were rawestandin.  Pirsgirêkên saxiyê, civakî û kultûrî jî di nava vê prosesê de neyên jibîrkirin. Ev proje divê ne ji bo demên kin lê ji bo demên dirêj werin amadekirin. Ango, Kurdistana îro û ya pash salan divê ferqeke mezin binasin. Ji ya îro dibe ku reng û zengînî birevin. Divê weha bibe ku ew reng û zengînî di roja sibe de vegerin Kurdistan. Êzîdî ne, Mesîhî ne, rewshenbîr in, hunermend in, jin in, xort in û hwd… Ji bo wê Kurdistana sibe, pirreng û zengîn,  azad û demokratîk, wezîfe li me tevan dikeve.   
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1166&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K