Doh Dewleta Osmanî û di roja me de jî dewleta tirk ev yek li ser gelan meşandine. Di dema Osmaniyan de zarokên welatên dagir dikirin dianîn di Ocaxên Yenîçeriyan de vediguheztin û li hemberî gelên wan didan şerkirin. Ji vê re digotin `devşîrme`.

Piştî ku dewleta Osmanî xakên dagir kirine ji dest wan derketin, berê xwe dan Kurdistanê. Kurdistan qasî Balkanan an Afrîka Bakur ne bi hêz bû û nedikarî xwe rizgar bike. Di bin destê tirkitiyê de ma û polîtîkaya `devşîrme` yê êdî li ser tevahiya kurdan meşandin. Ji xwe re kurdên tirk çêkirin.

Ev kurdên tirk çawa ne? Bi ziman dibêjin `Ez kurd im`, ji bo kurd û Kurdistanê têdikoşin. Lê di rastiyê de ewqasî hatine veguheztin ku ji kurditiyê direvin. Dema bi kurdî diaxivin xwe biçûk dibînin, lê dema bi tirkî diaxivin dibêjin qey bûne tiştek. Kurditiyê hov, tirkbûniyê modern dibînin. Ji bo vê xwe fêrî irf û adetên kurdan nakin. Ji axaftina bi kurdî baz didin, xwe fêrî kurdî jî nakin; kurdî zanibin jî xwe pê naynin ser ziman. Li gorî wana kurdî zimanekî mirî ye, bi kêrî xwe îfadekirinê nayê, lê di rastiyê de ew bi xwe hatine kuştin, agahiya wan ji wan nîn e.

Niha têkoşîna me li hemberî van kesan e. Ev kes li her derê hene. Li derûdora me ne. Bi me re ne. Bi tirkî dikarin xwe bikin bilbilê axaftinê. Di rojekê de deh şoreşan çêbikin, deh welatan xera bikin û lê bikin. Ya xerab ji ber ku gelek in û derfet û maqam xistine destê xwe, rê li ber pêşketina kurd û kurditiyê jî digrin. Li ser malperan, di jiyanê de axaftinê bi tirkî dikin, fermaneke binivîsînin bi tirkî dinivîsînin, civînekê lidar bixin, bi tirkî lidar dixin. Derkevin ser televizyon an radyoyekê bi tirkî diaxivin. Ger meşekê li dar bixin dirûşmeyên xwe bi tirkî dinivîsînin.

Dema tu ji wana dipirsî; keko, bira, delal tu çima di nava kurdan de bi tirkî dijî, bi tirkî diaxivî, bi tirkî dinivîsînî? Dibêje; `Ma ez ne nijadperwer im`. Bi vî awahî te tawanbar dike ku tu nikaribî zimanê xwe jî biparêzî. Çi têkiliya axaftina kurdî û nijadperweriyê heye? Tu devşîrme bûyî. Tu di nava gelê xwe de vîrusa asîmîlasyonê yî. Tu bi civînên xwe, bi nivîsandinên xwe, bi axaftinên xwe yên bi tirkî, tişta ku dijmin nikare di nava gelê te de bike, bi destê xwe dikî. Tu dema bi kurdî napeyivî û di zimanê tirkî de israr dikî, esas tu nijadperweriya tirkan di nava kurdan de dikî, him jî bi navê kurditî ango şoreşgerî ango demokratî. Lê tu di giyana xwe de hatiyî hilandin. Tirkitiyê di giyana te de serkeftin bi dest xistiye. Hundirê te pûç kiriye; hayê te ji te nîn e.

Dema ku kurditî li hemberî te serî hildide û ji te axaftin û bikaranîna bi kurdî dixwaze, ku ji te were tu dinyê lê dikî zîndan, lê ku ji te neyê, tu soz didî, biryarê distînî ku ji îroj û pê de hemû tiştên xwe bi kurdî bikî, lê soza te heta ber derî ye, wekî rêber Apo digot; `heval li Akademiyê soz didin, lê dema digihêjin ber çemê Dîjle, soza xwe li vî aliyê avê dihêlin û wiha derbasî aliyê welêt dibin.`

Hûn jî wiha ne, hûn di kurdbûna xwe de ne ji dil in. Hûn naxwazin rastiya xwe bibînin û bipejirînin jî. Hûn naxwazin ji gorê rabin. Sazûmana tirkitiyê ewqasî di giyana we de `devşîrme` li pêş xistiye ku hûn li hember zimanê kurdî bûne kelayek asîmîlasyonê. Yek êdî newêre li cem we bi kurdî biaxive. Hûn bi ziman teoriya kurditiyê dikin, lê di pratîkê de vegirtina tirkitiyê dimeşînin. Ji bo vê jî hûn hêviyê didin dewleta tirk ku polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon, înkar û îmhayê bidomîne. Dijmin li we dinêre û dibêje; “Ez di kesayeta van de, di polîtîkayên xwe de bi ser ketime, ma çima bi ya Apo bikim û gavê paş de biavêjim.

Belê hûn bi israra xwe ya di bikaranîna tirkî de vê hêviyê didin dijmin. Hûn çiqasî li hember dijmin têbikoşin jî rastiya we ev e. Ji kerema xwe re vê rastiya xwe bibînin, bipejirînin û xwe derman bikin. Ji axaftina kurdî ne, divê hûn ji axaftina bi tirkî şerm bikin. Dema hûn bi tirkî axiftin divê wekî we zîna kiribe wiha hûn ji xwe bidin şermê. Wê demê hûnê bibin kurd. Yan na em ji kurdbûna we bi guman in.

 

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K