Çend sal in li ser pirsê xebatên bas dibin. Pisporên me li ser pirsê pêk tên. Yek ji wan kesan ku pirsê ji nêz ve disopîne, kirine mijara nivîs û lêkolînên xwe û li ser semîneran dide rojnamevan-nivîskar Salihê Kevirbirî ye.

Kevirbirî, demek e li ser mijarê rêze semîneran dide. Semîner di bin navê : ”Dîrok û rewsa wan ya îro: Kurdên Kazakistanê” têne pêkanîn. Kevirbirî di yeksema 07-10-2012, saet 13. 00 an li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê semînerê dide. Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hev re semînerê organîze dikin û Kevirbîrî vexwendine Stockholmê.

Me xwe gehand nivîskar Kevirbirî û pê re li ser mijarê hevpeyvînek pêk anî.

 Gabar ÇIYAN / Stockholm

– Bi qasî em dizanin cenabê te li gelek deveran balê dikisîne ser dîrok û rewsa kurdên komarên berê yê Sovyetê. Heta niha li ser vê mijarê te li ku semîner dan û ev semîner çawa derbas bûn?
Salihê Kevirbirî: Ji destpêka sala 2000-î ve dêhn û bala min li ser kurdên Yekitiya Sovyetê ye. Bi taybetî kurdên Qefqasyayê her dem ji bo min girîng bûye. Ez bixwe 4 caran çûme Ermenistanê. Di serî de Erîvana paytext; li gelek bajar, gund û deverên bi navê Talîn, Oktobiryan, Eçmîadzîn, Solxoza Çaran, Heko, Gelto, Cirabêrê geriyam û li gundên kurdên dorhêla Çiyayê Elegezê li kurdên me qesidîm û bûm mêvanê wan.

Li Ermenistanê min li ser rojnameya Riya Teze, Radyoya Erîvanê Besê Kurdî û gelek rewsenbîr, nivîskar, rojnameger û dengbêjan nivîs nivîsandin. Piraniya van nivîsan di kovar, rojname û malperên kurdî û tirkî de hatin wesandin. Min kitêba dengbêjê mezin Karapetê Xaço pistî van serdanan nivîsand. Kitêb 2 çapên kurdî, çapeke tirkî kir. Vê gavê wergera almanî û kurdiya zazakî/kirmançkî li ber çapê ye. Di nav plan û projeya min de fransî, îngilîzî, rûsî û ermenkiya vê kitêbê heye. Hêviya min ges e ku wê ev yek pêk were!

Hema bibêje çiqas kesên li ser wan axan naskirî ne, têkiliyên min bi wan re çêbûn. Hin kesan rehma Xwedê kiribûn, ez li malbatên wan qesidîm. Deriyên malên xwe ji min re vekirin ku ez behsa ‘rehmetiyên’ navdar bikim û li ser wan binivîsim. Pistî ez vegeriyam çend kesên din çûn rehma Xwedê û xatirên xwe ji me xwestin: Karlanê Çaçan (Serokê Nivîskarên Kurdên Ermenistanê), Prof. Dr. Maksîmê Xemo (Serokê Besê Kurdnasiyê ku girêdahiyê Besê Rojhilatnasiyê yê Akademiya Ermenistanê bû), Çerkezê Res (Rojnameger-Nivîskar), Grîsayê Memê (Pistî Emerîkê Serdar bibû Berpirsiyarê Rojnameya Riya Teze.) Xwedê hemûyan bi rehma xwe sa bike!

Vêca, ew ax axa min bû. Ji min zêde ne dûr bû ew ax… Piraniya wan zemanekê li vî alî Erezê ango li Serhedê bûn, li Wanê bûn, li Desta Bisêriyê û li Herêma Xerzan bûn. Niha li wir in… Em ne tenê yê halekî bûn, her wiha em yê malekê jî bûn…

Pasê min berê xwe da Sibiryayê, bajarê Novosîbirskê. Sal 2001. Bi qasî 10 rojan li wir mam û bûm hevparê derd, kûl û hesreta wan a ‘welatê bav û bapîran!’ piraniya wan kurdên me jî, pistî hilwesîna Yekitiya Sovyetê ji Ermenistan û Gurcistanê çûbûn wê derê…

Têkiliya min a bi wan re têrî min nedikir! Min bihîstibû kul i Asyaya Navîn gelek kurd hene ku bi kurmancî diaxivin. Piraniya wan kurdan li Kazakistanê bûn. Min destpêka sala 2012-ê qesta wan kir. Çûm Alma Ataya Kazakistanê. Min bi dehan gotar li ser wan nivîsandin. Ew malbata min a nû bûn. Gelek malbatên min li wir çêbibûn. Tevî ku em 7 hezar kîlometre ji hev dûr bûn, rabûn, rûnistin, ziman û çanda me yek bû….

Meha Hezîranê cara duyem çûm Alma Ata û Tarasê. Vê carê wan bixwe gazî min kiribûn…

Wan behsa xwe ji min re kir. Niha ez behsa wan ji we re dikim! Li ser wan gelek agahî li cem min peyda bûne. Diwesînim. Ezê wan bikim 2-3 kitêb û pêskêsî kitêbxaneya kurdan bikim. Min meha derbasbûyî li Berlîna Almanyayê û Brûksela Belçîkayê li ser kurdên Kazakistanê 2 semîner pêskês kirin. rastî eleqeyeke mezin hatin ev semîner. Mala besdaran ava ku wan ev derfet dane min… Armanca min ew e ku ez van rêze-semîneran li gelek bajaran pêskês bikim. Ji ku derê daxwaz bê, ez amade me bi dilxwesî bêm û fikir û ramanên xwe yên li ser kurdên me yên Qefqasyayê û Kazakistanê parve bikim…

– Tu dixwazî bi taybetî kîjan aliyê rewsa wan bînî ziman û bala kurdan bikisînî ser çi?
Salihê Kevirbirî: Ez ji her alî ve behsa wan dikim. Ji aliyê rewsenbîrî, çandî, rewsa ziman, siyasî û penaberiya wan a ‘malkambax’ biaxivim. Ew du caran fermalû û sirgun bûne: 1937 û 1944-ê. Her du penaberî û sirgunî jî bi fermana Stalîn pêk hatine. Perîsanî, kambaxî, seqem, serma, mirin, zilm, xerîbî û êsa ku di penaberiya 2 mehan de, di trênên bar û qamyonên heywanan de kisandine…

Ez xwe deyndarê wan dibînim… Bi salan haya me ji wan tunebû. Ew birayê me bûn, xwiskên me bûn, dê-bavê me bûn… Bi zimanê me behsa me dikirin, hesreta wan em bûn, derdê wan axa bav û kalan bû… Niha me hev dîtiye, divê ew jî me bibînin. Divê ew bizanibin em behsa wan dikin, derd û kulên wan parve dikin…

Ev e çîroka min û kurdên me yên Qefqasya û Kazakistanê…

– Çima Stockholm?
Salihê Kevirbirî: Stockholm ew bajar e ku ez herî zêde xwe lê azad hîs dikim, lê rehet im. Ez ji Stockholmê hez dikim… Gelek hezkiriyên min li Stockholmê hene… Bajarê rewsenbîran e… Heta niha min du caran li vî bajarî semîner dane; li Zanîngeha Stockholmê û li Pirtûkxaneya Kurdî. Evê bibe semînera sêyem…
Mala herkesî ava ku dibin sedem ev semîner û hevdîtinên xwes û ges pêk bên…

EuroKurd News – http://eurokurdnews.blogspot.se/

F
E
E
D

B
A
C
K