Kurdistaniyên hêja!

Hin kes dinivîsînin û dibêjin dewleta Tirk bi destpêka TRT 6ê ji Kurdan lêborîna xwe, uzrê xwe xwest. Ev nîrêna pir sas û seqet e. Û herwisa bêwijdanî ye, heger Kurd dîrekt an jî în dîretkt lê bixebitin, pesnê dewleta Tirk û hukumeta Erdogan ji bo damezirandina televîzyonekê bidin, spasiya xwe bînîn ziman, dê hestiyê bi sedhezaran sehîdên Kurd û Kurdistanê bilerizînin. Bedelê hovîtiya 88 salan ne televîzyoneke. Heger hin nivîskarên Kurd ji niha de bi helwesteke wisa tewsik tevbigerin û dewleta cinawiran û hukumeta Erdogan sêrîn rayê bidin, dê hemû Kurdan û di serî de jî malbatên sehîdan birîndar bikin.

Dewleta Tirk bi awayekî bendefîêl, pexîlî derewên ku wan heya niha ji raya xwe û ji raya cîhanê re kiribûn bi alastina tûka xwe sûnde girt. Damezirandina TRT 6ê nayê wê wateyê, ku dewleta Tirk ji Kurdan lêborîna xwe xwest. Kurdên bi vê helwestê tevbigerin di serî de ji xwe re neheqî dikin. Gelê Kurd ewqas bedelên giranbiha dane, beramberî wê ne televîzyoneke. Heger meriv xerabiyên dewleta Tirk li hemberî Kurdan bide ber çavan damezirandina televîzyona bi zimanê Kurdî qasî dilopekê ye. Bê guman heger dewlet durist be û bi niyeta guhertineke nû tevbigere dê bi televîzyona TRT 6ê, hêdî hêdî be jî, qesa di mêjûyên Tirkan de di derbarê Kurdan de bihele.

Heya dewleta Tirk rasterast ji Kurdan lêborîna xwe nexweze, di destpêkê de hemû mafên Kurdan yên rewa di zagona bingehîn de nepejirîne, pergala cerdewanan belav neke, leskeriya xwe ya hov ji Kurdistanê nekisîne, bi destûr û îmkanan ji bo Kurdên bi destê zorê surgunî rojavayê Tirkiyê kiriye sûnde venegerîne, dawî li polîtîka xwe ya asîmîlasyonê neyîne, navên Kurdan û navên bajar û gundên Kurdistanê lêvenegerîne, destûr nede, ku Kurd bixwe biryar bidin, ka ew bi referandûmekê çi dixwezin, hemû zerar û ziyana ku dewleta Tirk li ser Kurdan çê kiriye bi tezmînat li Kurdan venegerîne, dê pirsgirêk çareser nebin.

Belê bas e, ku TRT sesê dest bi wesanê kir. Ez bawerim dê ji ziman û hûnera Kurdî re xizmetê bike. Lê heger dewlet bi taktîk li meselê binêre dê dîsa bixwe wenda bike. Ma komando di destê Kurdan de nîne? Heger dewleta Tirk hemû pirsgirêkan çareser neke, ew 66 televîzyonan jî bi zimanê Kurdî damezrîne dê dîsa jî bi ser nekeve.

Dewleta Tirk bi riza dilê xwe û ji bo çav û rûyê Kurdan TRT 6 danemezirand. Dewleta Tirk di pirsa Kurd û Kurdistanê de kilît bûye, ew mecbûr man, ku gavek wisa biavêjin. Loma divêt em Kurd ewqas xeyalperest nebin, heya Tirk gavên din jî biavêjin dê çilka çavên me birijînin. Û divêt em ji bîr nekin, maf ti demê wisa bi hêsanî nayê dayîn, bi tekosînê, bi zorê tê stendin.

Lê divêt em Kurd jî ji niha de xwe ji demên pês re amade bikin û li gor wê tevbigerin, ku em çawa dikarin vê pêvajoyê bi leztir bikin.

F
E
E
D

B
A
C
K