Giranî dida parastina mafê jinan li Kurdistanê û Turkiyê. Di `platforma jinan ji bo aştiyek berdewam` de çalak bû. Ji bo ku jin karîbin di siyaseta herêmî de cî bigirin, piralî xebitî. Li dijî hişkiya li hemberî jinê rawestiya û di dezgehên cewaz de wezîfe girt. Sê salên dawî bi giranî di sekretariya `Meclîsa Aştiyê´ de kar û xebat dikir.

Cara dawî di `Komîsyona Lêkolîna Dezgehên Demokratîk yên Jinan` de gavên hêja avêt. Wê di gel Komela Mafê Mirovan – IHD, Meclîsa Aştiyê, Veqfa hevkariyê ya jinan- Kadin dayanişma Vakfi, Mala Gel- Halkevleri, Forma Jinên Muhendis- Kadin Muhendisler Formu, Yekîtiya doktorên Turk- Turk Tabibler Birligi, û Kesk ê lêkolînek dîrokî afirandin.

Amadekirina lêkolîna dawî rê li ber girtin û zîndanîkirina wê vekir. Qonax wisa dest pê kiribû:

Sedema girtina Mutluyê

Komîsyona Lêkolîna Dezgehên Demokratîk yên Jinan li ser buyera gundê Zangirda Çiyayê Maziyê ku li wir 47 kes hatibûn kûştin, lêkolînek pêk anîbûn. Wan, piştî serdana gund, dîtina kesên şahid û lêkolînên berfireh raporek amade kiribûn. Di raporê de, cihê herî balkêş çekdarkirina xelkê ji aliyê dewletê bû. Qala çalakiyên bêqanûnî yê parêzvanên gundan (köy korucusu) dihate kirin. Lîstikên dewletê li aliyê Mêrdînê bala mirovî dikişand. Buyera li gundê Zangirdê ji me re û cîhanê re ronî kiribûn.

Girtin û zindanîkirina Mutluyê 

Endama şerefê ya IHD û niwênera Meclîsa Aştiyê Yüksel Mutluyê yek ji wan kesan bû ku ji aliyê dewletê ve dihate raçavkirin. Xebatên wê bala dewletê dikişand. Piştî lêkolîna dawî û ronîkirina buyera gundê Zangirdayê, xêrnexwazên pêşketina demokrasiyê li Turkiyê, plana girtin û zîndanîkirina Mutluyê pêk anîn:

Xebata Mutluyê hate raçavkirin û telefona mala wê ji aliyê hinek rêvebirên dewletê ve hate guhdarîkirin. Mutluyê, roja 28 gulanê serê sibê ji aliyê cendermeyên turkan ve li mala xwe ya li Enqerê hate girtin. Paşê birin Izmîrê. Li wir 4 rojan girtî û îzolekirî hiştin. Û li zindana Bergamayê bi cî kirin.

Parastina jiyana mirovan ya taybetî, eleqatên însanî ji awira civakî û malbatî ve mafek pîroz e. Ev maf bi peyman û qanûnên navnetewî hatine parastin. Divê rêz ji şexsiyeta mirovan û girêdanên wan yên însanî re bê girtin.

Mirov bi rêya guhdarîkirina telefonên malan, mudaxeleya jiyana mirov ya taybetî dike. Li ser eleqatên mirov yên pir hesas, weke cinsiyet, hezkirin, êş, hevkariya însanî û civakî zaniyariyê bi dest dixe û bê îcaze dikeve nav sirên jiyana mirovî ya taybetî. Mudaleyek wisa heqaret û suc e.

Pir eşkereye ku kesên rêvebir bi guhdarîkirina telefonan, mafên xwezayî nas nakin û qanûnên navnetewî ku jiyana taybetî diparêzin binpê dikin.

Li gorî beyana Yekîtiya Milletan-UN, divê parêzvanên Mafê Mirovan bêne parastin. Ji ber rêvebirên qanûnenas, Komara Turkiyê sucdar dibe. Bi girtin û zîndanîkirina Yukselê, ne tenê qanûnên jiyana taybetî, her wisa beyana UN ê jî nas nake û binpê dike.

Pêwîst e Hikumeta Turkiyê di qonaxa endametiya Yekîtiya Ewropayê – EU de xwedî biryar be û ji bo xurtkirina demokrasiyê gavên xurtir bavêje.

Di heman demê de rêvebirên ewlakariyê raçav bike, rê li ber gavên neyênî bigire, û rêvebirên sucdar ceze bike.

Divê operasyonên Turkiyê li dijî dezgehên demokratîk yên kurdan raweste. Turkiyê rêz û hurmetê ji qanûnên însanî yên netewî û navnetewî re bigire. Mudaxeleya jiyana taybetî pîroz bê dîtin û helwestên wisa neînsanî bê ceze nemînin.

Yüksel Mutlu ji bo pêşketina demokrasiyê li Kurdistanê û Turkiyê xebatê dike. Divê xebata wê bê teqdîrkirin. Girtin û cezekirina Mutluyê bê qanûnî ye. Girtin û zîndanîkirina wê ji awira mafê mirovan, mudaxeleya jiyana taybetî, parastina parêzvanên mafê mirovan û mafên rêkxistinî ve suc e. Turkiyê bi girtina wê sucdar e.

Pêwîst e Yüksel Mutlu bê berdan. Divê bi taybetî dezgehên mafê mirovan, EU û tevayên dezgehên demokratîk bê deng nemînin û piştgiriya Mutluyê bikin. 14 hezîran 2009.

EuroKurd Human Rights – EHR

Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K