Berî ku ez dest bi danasîna xebata Derwês M. Ferho bikim, ez dixwazim hinek dîtinên xwe, wekî rojnamenivîskarekî kurd -li ser hêza helbestê bînim zimên.

Xebatên min li ser edebiyatê hene. Lê ez ne helbestvan im. Ez ji helbestan hez dikim. Bi wan re dijîm. Ez xwendevanekî bas im. Haya min ji xebatên nivîskî yên bi kurdî hene. Li ser cî û wateya helbestê xwedî dîtinim. Ez van dîtinên xwe, bi xwendevanên re pay dikim.
 
***
 
Ji min re helbest e dostê herî nêz. Di dema valahiya ruhî de. Ku ji asmên ve tême xwar. Di nava ewrên res û tarî. Winda dibim. Li hevalekê digerînim çavDerw__sh_M._Ferho_I_248881805.jpgên xwe. Ji dîtina steyrikekê jî mahkûm im. Bi ser dev ve dikevim erdê. Ecêp gerandî dibim…
Kût-kûta li ser dilê min xurtir dibe. Azayên lasê min li hevûdu nakin. Dil û mêjî ne yek ziman in. Dil dibe deh dil. Di her dilekî de bi hezaran pirsên bêbersiv. Ji her bersivekî deh rêyên koregirtî. Girêkên kor in ku mêjiyê min dixiliqînin. Gêj dibim, ji mêjî difûrim, dixan di guhên min de û hilma dojehê di firnikên min de dihavêje…
Ez tenê me. Li cîhanê bi tenê. Tayê bi tenê. Wekî kulîlkeke kêmnijad. Ku li ser bedenek e nazik û zirav sîn hatî. Li benda destê wê. Destên parastinê, yê hezkirinê. Ku bi min dakevin. Min av bidin. Da ku sax vedim. Zêde bibim. Lê ez mehkûm im. Dîliyê tenêbûnê. Ne dê, ne bav, ne xwedî, car û cînar. Digel dostên nêz ve pista xwe dane min. Hêstirên ji bêhêvîbûnê ji ser hinarkan diherikin xwarê. Bi bedena westiyayî, di sevên res û tarî de destê xwe ber bi jor ve vedikim. Xoceyê minî Xizir in helbest. Dibê dostên herî nêz. Di tengahiyê de digihîjin min. Dibin çirûskên ronahiyê. Seva min, cîhana minî tarî ronî dikin…
 
Helbest dibe seraba min. Bi kafiye. An jî serbest. Xwesiya meyê zêdetir dikin. Her peyvek dibe qurtek. Her rêzek,  peskek hênik. Ku agirê cerg û dilê min dicemidîne. Her malikek qehweya tal. Ku hisê min lê vedigerîne. Ez naxwazim bêm ser hisê xwe. Bela mirina min ji meyê be. Bila di nav qurtan de ez winda bibim. Herim ser heqiyê. Bibim cîranê "Bavê Felekê".
 
Di rêzên kin û kûr de bi heyecan dibim. Heyecana nêrîna pêsî. Dinasim evîndariyê. Çav li hemberî çav. Hîsên tevlihev. Peyv têr nakin ku hîsên min bînin zimên. Pênûs naxwaze bibe tercûman. Tenê çav in didin awirên bi wate. Ew in ku dibin tîr, dil birîndar dikin. Bila ez birîndarê awiran bim, lê ne jiyana bê te.
 
Bes e ey helbest ew qas bilind nebe. Bilindahî ji Yezdan re bas e, serî raneke. Di dema evînê de rêka ser veneke. Min neke servan, çekan li milên min neke. Min neke destan di nava xelkê belav neke.
 
Te ez kirim çîrok, derxistim ser nîgargehê. Di her perdeyekê de dixûm simaqa felekê. Di nav xeyalan de diçim di dîmenên ewil. Dibim sahidê hovîtiyê û gundên kavil. Dîmena dûwê de xwedî xeyal im. Dibistan û pêserojek ronî dixwazim. Li min hatin hev ji her çar alî. Ne dibistan ma ne jî dildarî. Di perda dawî de rêwî me. Lê welatê xerîbiyê bê hêvî me.
 
Tu mishefê bi min sêrîn dikî. Geh dikî cihû, geh dikî mesîhî. Lê ez dizanim tu rengên xwe ji Zerdest distînî. Berê min li Lalis e, rihê min Êzîdî. Dibim meleyekê evîndariyê li cîhan. Belav dikim biratiyê bi baqê çîçekan.
 
Tu bilind kirin di dema greka kevnar e. Carna li Rom, geh li Stenbol û li Kurdistanê. Tu bûyî gul, te bêhn daye cîhanê.

***
 
Pistî dîtina xwe ya li ser helbestê, dixwazim dest bi danasîna helbestvanê hêja Derwês M. Ferho bikim. Pasê jî li ser xebatên wî kûr bibim.
Derwês M. Ferho kî ye?
 
Ji Tora Evdînê ye. Torê dikeve jêra Botanê. "Tor Evdîn" tê wateya "Çiyayên Evdên Xwedê". An ku cih û warên ku hez ji Yezdan dikin. Li wir, berê keseyên rûhanî li dêran, yê seydayên hêja jî li mizgaftan e û diayên xêrê dikin. Xwedayê bêsirîk jî, rehm û bereketa xwe li Torê barandî ye. Çiyayên Evdên Xwedê, bi darên fêkî û sinayiyên cewaz; bi çem, bîr û kaniyên avhênik û sêrîn; bi heywanên kedî û berî û pirceleb; bi dewlemendbûna sererd û binerd; bi reng, çand, tore û zimanên cewaz xemilandiye. Ji dilê xwe re bi xetên hûr û rengîn neqisandiye û diyarî gelê li wir kiriye.
Derwês M. Ferho li ciheke wisan, li Torê, li gundê Mizîzexê hatiye dinyê. Gund ji awira çand û olên cewaz dewlend e. Mesîhî bi qasî kurdan rêzê dibînin. Di dema fermanê de Mesîhiyên Mizîzexê hatine parastin û ji gund bar nekirine. Lewmaye ku Mizîzexî di dîrokê de xwedî pelekî spî ne, hêja ne. Derwês di sala 1977’an de derketiye derveyî welêt. Niha li Belçîkayê dijî. Gelek nivîs û wergerên wî belav bûne. Berhemên wî yê nasdar "Dengê Roja Dîl" û "Ferhengoka kurdî-hollandî-hollandî-kurdî" ye. Di birêvebiriya Enstîtuya Kurdî ya Brûkselê de cî digire.
 
Evîna Reben
 
Dema min helbestên Ferho yên di dengê Roja Dîl û Evîna reben da ber hevûdu carna kêfxwes dibûm. Carna jî bêkêf.
 
Erênî: Helbest, ji wêneyan pêk tên. Wêneyên zelal. Bi hosteyî hatine kisandin. Bi sebrê cîhê dîmenan hatine peydakirin. Peyv hatine bicîhkirin. Rêzên sade û têra xwe bi wate. Bi hunerek e hûr û kûr hatine neqisandin. Mirov didine hizirkirin. Dibin e cîhaneke din.
 
Neyênî: Helbestên Dengê Roja Dîl xurtir xuyanî dikin. Hilma sebrê ji wan bêhtir difûre. Hûrtir û kûrtir hatine neqisandin.
 
Çend gotin: Ez bawer im ku helbest bi sebrê û îlhamên bilind têne holê. Pêwîstiya wan bi wergêrê tune. Mîna çîçekan li holê ne. Li ser koka xwe sîn bûne. Koka wan, hêzên xwe pêdaketinê distînin. Yên çiyan, daristanan û malan. Bêhn û rengên wan ne yek in. Lê tev jî çîçek in. Sêrîn in.
 
Evîna Reben pir reng e. Hejmarek helbestên bilind hemêz dike. Helbesta Gul sîn dibin, Ez û bilbil, Tor, û Evîna me vê bilindiyê bi watetir dikin. Bilbilo bi serê xwe stiranek klasîk e, hilma Meyrem Xanê, Arifê Cizîrî jê tê. Berhemek sînemayî ye ku her rêzekî wê wêneyek e:
 
"Min berê xwe da xerîbiyê
bi çiyan ketim mîna ferat
li çol û newelan geriyam
bi çûk û teyran re sêwirîm
bi pezkoviyan re gazin û gilî kir
min xwe berda nav gund û bajaran
li welatê biyanî bûm hejar û parsek
ji bo bejn û bala gula delal
lê çavbelek, gerdengaz hunda ye
nabînim, ev çi bela ye, çi derd e
bi min ketiye ev kula evînê
xelkîno, hewara min bi we ye
bibînin çarekê ji min rebenê xwedê re…"
 
Helbesta Gul sîn dibin siroveke zêde naxwaze. Rêzên helbestê xwe sirove dike:
 
"Gul sîn dibin
li ser lûleyên mahûzeran
bi xwîn, ji axa rebeniyê
di nav pelên sor de
esq, evînî û kîn
tev dikelin, difûrin
sitranan dibêjin…"
 
Tebînî: Gelek caran mirov dixwaze here Midyadê û li wir bigere. Cihên dîrokî bibîne. gerek wisan di nava bîranînê xwe bi cî bike. Ku mecalên we tunebin ji bo çûnê. Qet xema nexwin. Bi Evîna Reben re derkevin rê. Bi Strina Midyadê herin nava bajêr. Bibin mêvanê mitirban. Ya mala Sivûk, an jî dengê hêja Miradko. Li kemança wan guhdarbikin. Pasê li dêra bigerin. Bibînin avakirina wan, ji wan kevirên sehkirî. Ber êvarkî vexwûn çayek betlanê, li çayxana sê rê. Bibin mêvanê Hiseynê Ferho, ew e aqilmendê Torê.
 
Helbestên ku di Evîna Reben de hatine belavkirin, li ser evînê, êsa li zindanan, Helepçe, Komara Mehebadê, têkçûna 75’ê, sehîdên welêt, hezkirina xwezayê ne. Devoka Torê derdikeve pês. Hebûna ferhengokek biçûk dikarûbû dewlemendbûna devoka vê herêmê derxista berepês. Xebata Ferho, ji 80 rûpelî pêk tê. Di sala 1996’an de li Stockholmê ji aliyê Wesanxaneya Nûdemê ve hatiye çapkirin.  Ji aliyê teknîkî têra xwe bi rêk û pêk e. Xebatek hêja ye.
 
 
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K