Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan got ku, ew ne li bendê ne, rêveberiya basûrê Kurdistanê, li hemberî zext û daxwazên tirkan serê xwe bitewîne, lê belê dîsa jî ew li hemberî hemî îhtimalan amade ne. Karayilan bal kisand ser hewldanên dewleta tirk ya li hemberî hev anîna kurdan û got: "Di salên 1992, 1997 û 1998’an de, dewleta tirk û hêzên Basûr, bi hev re li hemberî tevgera me ser kirin. Lê belê ev hewldana dewleta tirk jî bi ser neket."

‘Hêza me li Bakur e’

Karayilan da zanîn ku tevgera PKK’ê ne tenê li Bakur, li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî xebatan e û got: "Lê piraniya xebatên me li bakurê Kurdistanê ne. Dewleta tirk vê rastiyê li ber çavan nagire. Tim îdîaya ji derve ‘hatin’ tîne ziman. Lê belê çavkaniyê pirsgirêkê Bakur e. Ma we ji Bakur, gerîla derxistine? Yanî tu li derve hal bikî jî, wê li hundur pirsgirêk hebûna xwe bidomîne."

‘Basûriyan nas nakin lê…’

Karayilan bi bîr xist ku, rêveberiya tirk tenê di mijara têkosîna li dijî PKK’ê de, hêzên Basûr mûxatab digirin û got: "Yanî Federasyona Basûr, hukumeta vir, wekî hukumetek nas nakin. Tenê di mijara li dijî me de wan mûxatab digirin. Dibêjin ‘heger tu li dijî PKK’ê li cem me cih bigirî, emê li te nexin." Karayilan li hemberî lîstikan, hemû siyasetmedarên kurd hisyar kirin û got: "Ne mimkûn e, siyasetmedarê makûl ên kurd, kemîn û lîstikên dewleta tirk ferq nekin. Heger bên lîstikên dewleta tirk, wê ev were wateya tercîha bi zanebûnî." Karayilan da zanîn ku, ew ne li bendê ne, rêveberiya basûrê Kurdistanê, li hemberî zext û daxwazên tirkan serê xwe bitewîne û got: "Lê belê dîsa jî em li hemberî hemî îhtimalan amade ne." Karayan diyar kir ku, yek ji armancên dewleta tirk jî, ji Kerkûkê avêtine kurdan e û got: "Niha hedefa yekemîn ya dewleta tirk, PKK ye. Lê belê pistî wê di dorê de ji Kurdistanê veqetandina Kerkûkê heye. Pistî wê di rêza sêyemîn de jî, bi sînorkirina siyaseta kurd e."

‘Lawaziya PKK’ê wê bibe ya kurdan’

Karayilan anî ziman ku PKK xwedî xeteke demokratîk a netewiye û ji bo azadiya hemî kurdan roleke stratejîk dilîze û got: "Ji ber vê jî, zayifkirina PKK’ê, zayifkirina pêvajoya azadiya hemî kurdan e. Lewma divê hemî kurd vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin."

‘Çalakiya destê kurdan xurt kir’

Karayilan çalakiya Bêzelê wekî çalakiya destên siyasetmedarên kurd bi hêz kiriye, nirxand û got: "Çalakiya Bêzelê jî, wekî berxwedana Zapê, xwedî bandoreke netewî ye. Ev çalakî di dema ku li Iraqê pêvajoya li hemberî gelê kurd pês diket û di mijara Kerkûkê de polîtîkayên dewletên serdest pês derketin de pêk hat. Di pêvajoyeke wisa de, vê çalakiyê encameke bi bandor derxist holê û destê hemî siyasetmedarên kurd bi hêz kir."

‘Komployê didomînin’

Karayilan anî ziman ku Tirkiye, siyaseta wekî dema Komploya 9’ê Cotmehê dimesîne û got: "Bi vê jî armanca wan, zayifkirina stratejiya kurd e. Ew dizanin heger hêzên Basûr pêsmerge û gerîla ser bikin, wê ev yek ji gelek aliyan kurdan zayif bike. Ji ber vê, berê xwe dane hukumeta herêmê û dixwazin wan bi ser gerîla de bisînin."

ANF/BEHDÎNAN

F
E
E
D

B
A
C
K