Di pirtûka xwe ya bi navê Kurd di Sedsala 21de (21. Yüzyilda Kürtler ) Ahmed Dere bi ferehî behsa Yekîtiya Ewropa (YE), Turkiye û xebata Kurdan li Ewropa dike. Bi awayekî zelal tewra YE û tesîra dolabên dewleta Turkiyê di hember Kurdan de dinivîse. Di eynî demê de jî bi ferehî behsa xebata berfereh ya Kurdan di nava vê rewshê de dike û çendîn caran kêmasiyên Kurdan di warê siyasî/dîplomatîk de dide xuyakirin. Nivîsandina rastiya me bi analîzên hêja buhayê vê berhema wî mezin dike. Heman berhem bi zimanê Fensizî, lê rewsh û nêrîna Kurdan di rojhilata Navîn de ber bi Ewropiyan dinivîse. Ango hîtaba ji bo Kurdan, Turkîaxêvan û ya ji bo Ewropiyan cuda ne û ev jî hêjayî pîrozkirina nivîskar e. Lêwra awa û rengê hîtab û têgihishtinê di navbera me û Ewropiyan de ferq dike.
Pispor, ronakbîr, nivîskar û rojanmevanên me Kurdan, divê xebata bi vî awayî zêde bikin.

Di 17ê meha Nîsanê de Radyoya Hollandî, besha Îslamî programeke saetekê amade kir. Mêhvanê wê programê ez bûm, mijar jî « Pirsgirêka Kurdî, êrîshên Ewropa li ser siyasetmedarên Kurd » bû. Herçend e xebatkarek ji weshana radyo Kurdeke ji Dêrsîmê bû jî xuya dikir ku pirraniya wan dizanî pirseke bi navê Kurdî heye, lê ne bingeha pirsgirêkê dinasîn. Weke ku dewleta Turk gotibû dizanîn. Pash programa saetekê zindî, xebatkarên radyo kêmasiyên xwe vekirî gotin û bi agahdariyên nuh ji studyo derçûn. Berdewama xebata bi vî awayî pêdiviyeke mezin e. Ne her kes rastiya vê pirsgirêkê dizane. Ev bû sedsalek ku dewletên dagîrker Kurdan weke ku ew dixwazin dane naskirin.  Rastî danezanîn li ser milê me ye. Ev jî bi xebateke kûr û fereh mimkin e.
  
Di 26.04.2010 an de li Parlamentoya Ewropa li Brûkselê di bin navê "Pasheroja Iraqê: Kerkûk û Navçeyên Neçareserkirî, Nerînên Kurdan", hat sazkirin. Jimareke xuya ji Kurdan, kêm kesên Ewropî, Turk, Ereb û Pars hebûn. Ji çapemeniya Ewropî jî kesek nebû!
Di konferansê de YE hem ji aliyê Kurdan û hm jî ji aliyê Ewropiyan bi xwe hate nirxandin. Bi giranî tewra Ewropa hate rexnekirin.
"Ewrûpî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ewropa di nav xwe de ne yek hêz e. Gelek dewletên endam weke ku dilê wan dixwaze siyaseta xwe dimeshînin. Divê Kurd, Ereb û tevahiya pêkhatiyên Iraqê hewl bidin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. YE dikare bi rola çavdêr û rawêjkariyê rabe."
Ev yek jî ji aliyê Konferansê ji Yekîtiya Ewropa hate xwestin. “Ji bo ashtî û demokrasiyeke ku hemû gelen herêmê tê de bijîn û herweha ji bo berjewendiyên xwe hewldanên YE pêwîst in. Divê Ewropa ne ji dûr ve li pirsgirêkê binêrê.”
Gav û xebatên weha pêwîst in û divê bêyî navber werin kirin. Lê kalîte û programeke bash, organîzasyona herî bilind pêdiviyeke mezin e. Plan û projeyên pasherojê ji me re mîna nan û avê divên.

Dema meriv li nava civaka Kurdan li Kurdistan û li dervayê Ewropa dinêrê, bi hezaran ronakbîr, rojnamevan û nivîskar hene. Akademisyenên me jî pirr in. Pirraniya wan jî di meydana xwe de li ser mijarên girîng xwedî cî û nav in. Lê mixabin ev rastî li vira diqede. Ev hêza mezin ji hev tertûbela ye. Ji bo vê jî dengê vê civatê, hêza wê hunda ye.

Di heman demê de meriv li aliyê din, li  hêza hember Kurdan dinêre ku ew bi awayekî din kar dikin. Turkiye, Îran û Suriye di her warî de her derfetan bi kar tînin ku dengê Kurdan were fetisandin. Bi teybetî Turkiyê tesîreke mezin li raya navneteweyî dike. Pirraniya me Kurdan li derveyê welêt vê rastiyê her roj dijîn.

Dîsa pirraniya me Kurdên li Yekîtiya Ewropa û welatên din jî, dizanin ku hemû dewlet berjewendiyên xwe berî her tishtî digrin. Yên ku bi Turkiyê, Îran, Suriye û heta Iraq jî di nav têkiliyan de ne, amade nînin ku ji bo xatirê Kurdan berjewendiyên xwe bikin xeterê. Yên ku bi van dewletan re ne di nava peywendiyan in ji Kurdan re car caran çavan dimiçînin, lê dîsa ji ber berjewendiyên xwe weha dikin. Ji ber ku hember van dewletan siyaseteke din diajon. Weke ku gelek hêz naxwazin Turkiye bikeve nava Yekîtiya Ewropa… Pirraniya van hêzan pirsgirêka Kurdan û tevkujiya Ermeniyan didin pêsh û dikin weke kelemekî li hember endametiya Turkiyê ji bo YE.
Bi Îran, Suriye û Iraqê re jî di çarçewa berjewendiyên xwe yên aborî de kar dikin.
Dema pirs hate wê yekê ku Kurd hêviyên xwe ji wan bikin û hin gavên xuya biavêjin kerr û lal dibin. 

Careke din jî gotina serî li vira dixwazim dubare bikim. Kurd di her warî de û li her cî, divê projeyên pasheroja xwe amade bikin û gav bi gav wan bikin jiyanê. Dema Kurd xwedî proje, ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistan tev bilivin, xwedî stratejiyeke neteweyî bin, kes nikare pishta wan bishkîne.

Divê Kurd bibin xwedî projeyên pasherojê 

Derwêsh M. Ferho, [email protected]

http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1480&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K