Yanî li gorî Erdoganî gelê Filîstînê ji nijadeke din, gelê Îsraîlê ji nijadeke din e, lê belê gelê kurd û tirk ji nijadekê ye û ji ber vê yekê pirsgirêka kurd û ya Filistînê gerek neyê beramberîkirin.
Niha ger bi awayê nijadî be, Filistînî û Îsraîlî ji kurd û tirkan zêdetir nêzî hev in û dirêjtir bi hev re jiyane. Hatina Îsrailiyan a ser xaka Filîstînê ne kêmî çar hezar salan e. Her çiqasî di dema Mûsa û Dawûd de hatineke girseyî hebe jî berya vê jî di navbera zarokên Birahîm û Filistîniyan de danûsitendinek çêbûye. Li ser vê yekê Birahîm Filistînê ji Cihûyan re wekî war şanî dide. Berê ew bi xwe tê, dibîne, bi cih dibe, danûsitendinê çêdike.
Hinek çavkanî dibêjin ku Filistînî her çiqasî bi Erebî biaxivin û îroj muslimantî pejirandibin jî ew ji ereban zêdetir bi awayê nijadî nêzî Îsraîliyan in; ji ber vê jî Ereb di şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de destekê nadin Fîlistîniyan. Ev gel ên Samî ne û çar hezar sal in çi bi pevçûn çi bi aştî bi hev re jiyane.
Em werin ser tirk û kurdan:
Tirk di sala 1000î de ji Asya Navîn tên û li ser serê gelên Anatolya Balkan û Rojhilata Navîn dibin qeda û bela. Nijada wan û ya kurdan ji vir ta Helebê ji hev dûr in. Kurd ji nijada Arî ne, lê tirk ji nijada moxol in. Zimanê kurdî zimanê Hind-Ewropî ye, lê zimanê tirkî zimanê Ural-Altay e. Kurd ji berya zayîn bi deh hezar salan e li ser xaka Mezoptamyayê dijîn û ev hatiye peyitandin, lê tirk hatina wan a ji Asya Navîn bi giştî hezar sal e.
Wê demê divê mirov ji serokwezîrê tirk Erdogan bipirse, ji ku derê kurd û tirk, ji Filîstinî û Îsraîliyan zêdeitr nêzî hev in?
Ma Erdogan nizane ku piştî damezirandina Komara Tirkiye yanî T.C.yê we bi darê zorê hemû gelên li ser xaka Anatolya û Mezopotamya kir tirk, we bi darê zorê nasnameya tirkitiyê xist bêrîka wana, we bi darê zorê li dibistanên seretayî her roj bi zarokên wana sirûda “Turkum, dogruyum, calişkanim…“ da xwendin!
Qey li Tirkiyê gelek an neteweke din dikare derveyî nasnameya T.C. bibe xwediyê nasnameya xwe? Niha kurd, pomak, çerkez, laz, abhaz, abdal, rûm, ermenî, asûrî û gelek gelên din ên li Tirkiyê dijîn, ka hûn li ser nasnameya kê nijada van girseyan dinivîsînin? Ma ji xwe pirsgirêka Tirkiyê ya bingehîn û ya sedema aloziyan û nedemokratîkbûnê ne ev e?
We hemû gel înkar kir û li şûna wana “Tek ulus, tek bayrak, tek dewlet, tek dil…“ derxist û îroj jî bê şerm hûn vê yekê diparêzin. Pişt re jî dibêjin; gerîlayên PKKê tên kuştin li ser wana nasnameya T.C. derdikeve. Baş e ma hûn dihêlin ku kurd nasnameyeke din bixin bêrîka xwe? Dev ji nasnameyeke din berde hûn dipejirînin ku li ser nasnameya we xistiye bêrîka kurdan, “nijada wî/wê kurd“ were nivîsandin?
Erdoganê rûreş ji kerema xwe re dev ji van xapandin, dek û dolaban berdin. Kurd û tirk ne bi nijadî, ne bi zimanî, ne bi erdnîgarî bi ti awayî ne ji hev in, tiştekî wana ji hev nagre û we bi darê zorê ew li ser nijada xwe dane nivîsandin. Divê hûn vê rastiyê êdî bipejirînin.
Lê hûn bi zanistî înkar û dijminatiyê li hemberî kurdan dikin. Ji bo vê hûn napejirînin. Lêbelê divê êdî kurd hişyar bibin û serî hildin. Kurd divê êdî vê bêrûmetîkirinê li yaqî xwe nebînin. Kurd bêjin em kurd in, em ne tirk in; bi vê sedemê êdî em nasnameya tirkbûnê di bêrîkên xwe de naxwazin. Hemû kurdên li Bakurê Kurdistanê dijîn divê vê helwestê şanî bidin. Ji bo vê aliyê kurd, tevgera azadiya kurd, rewşenbîrên kurd divê yekser li hev bicivin û xwe bigihînin vê biryarê ku 1-Divê Kurdistan wekî xaka kurd li ser dijîn were nasandin û veqetîn. Divê Kurdistan wekî welatekî azad û demokratîk muxtariyeta xwe ango serxwebûna xwe li tevahiya cîjhanê beyan bike û hebûna artêş û dewleta tirk a li ser xaka Kurdistanê jî wekî hêzeke dagirker û zordar were îlankirin. 2-Di nava sîstema KCKê de ango bi kombûneke kongreya netewî divê ji gelê kurd re nasnameyeke kurdî were amadekirin û her kurdek êdî bi vê nasnameyê tevbigere û were nasîn. Nasnameyên tirkbûnê divê bi tevahî kurd radestî dewleta tirk bikin, bi rêka postê ji serokwezîr Erdoganî re bişînin, bêjin aha ji te re nasnameyên te, bila serê te bixwin. Em êdî xwediyê nasnameya xwe ya kurdî ne. Ger hûn me bi nasnameya kurdî dipejirînin, bipejirînin, na ku hûn napejirînin êdî me benê xwe ji we qetandiye. Em welatekî cuda, gelekî cuda û xwediyê nasname û zimanekî cuda ne. Divê li hemberî polîtîka û êrîşkariya dewleta tirk aliyê kurd vê vînê şanî bide. Dîrok vê fermanê dide; dibêje ku ya Kurd rabe li nasnameya xwe xwedî derkeve, li xaka xwe xwedî derkeve; li ser xaka bav û kalan bi navê xwe, bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe xwe bîne ser zimên, xwe beyan bike; roj roja te ye; êdî zilm û înkara li ser xwe nepejirîne; serî hilde, serkeftin wê ya te be!

F
E
E
D

B
A
C
K