Dizane bê li Tirkiyê çiqasî xwe bi rêk û pêk kiriye ku heta dikare navbera xwe û Îsraîlê xera bike. Her çiqasî bi gotineke Amerîkayê di rojekê de dikare navbera wana bibe sekir serbet jî, lê dîsa jî di navbera Îsraîl û Tirkiyê de, di vê demê de pevçûneke serkêsiya herêmê tê dîtin. Cîhana îslamî niha bê serkês e, Îran ji sedema hiskbûna rejîma xwe û ambargoya li ser heye nikare vê yekê pêk bîne, lê Tirkiyê niha dixwaze pêk bîne. Bi vî awayî Tirkiye bi kevirekî dixwaze sê-çar çwîkan bikuje. Destpêkê dixwaze balê ji ser pirsgirêkên navxweyî bide der ve. Li Gorî Erdoganî pirsgirêka kurd-tirk tine ye , lê belê pirsgirêka Îsraîl-Filîstin heye. Him jî vê yekê di demeke ku li Kurdistanê ser bilind dibe û çareserî dikeve astengê de dibêje. Niha xwendekarên Îsraîlî jî biryar girtine ku alîkariya gelê Ermenî û yê kurd bikin. Diyar e wê Tirkiye û Îsraîl wiha beramberî hinekî xwe li hev biceribînin.
Sedem çi dibe bila bibe, divê aliyê kurd vê rewsê bas binirxîne. Ya li gorî berjewendiya aliyê kurd, kûrkirina aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de derketiye ye. Divê siyasetmedarên kurd bi Îsraîlê re hevdîtinan pêk bînin û destekirina çareseriya pirsgirêka kurd jê bixwazin. Îsraîl ji ber nakokiya di navbera xwe û hikûmeta Erdogan de kêm be jî wê xwe nêzî vê daxwazê bike û ev yek wê nakokiya di navbera wana de kûrtir û aloztir bike.
Di pêngaveke wiha de kurd divê di hêman demê de amadekariya beyankirina Kurdistaneke azad  bikin. Di hatina birêz Barzanî ya Tirkiyê de hat dîtin ku kurd bibin xwediyê herêmeke azad jî tirk ti îtîbarê nadin wana û wana muxatap nagrin. Wê demê divê kurd li ser lingên xwe rawestin û bi dohnê xwe bikizirin. Ji tirkan ti xêr nayê. Barzanî jî divê ji çûna xwe ya Tirkiyê hinek his û aqil ji xwe re girtibe. Di kesayeta xwe de divîbû destûr nedaya ku gelek, netewek bihata biçûkxistin.
Ji bo vê kurd êdî divê dev ji siyaseta ku çareseriyek ji parlamentoya Tirkiyê were berdin. Siyaseta azad divê derkeve pês. Birêz Ocalan jî dibêje ku ti hêviya wî ji hikûmeta Erdoganî nemaye. Ev deh sal in li bendê bû ku hikûmeta Erdoganî di warê çareseriyê de gavekê biavêje, lê mixabin ya li pês ket, zêdetir girtin, kustin û tasfiyekirin bû. Pê re destavêtin, bêexlaqî jî ne li qîmê ye. Wê demê tistekî kurd û tirkan a di warê biratî û pevrejiyînê de nemaye. Ger biratiyek an pevrejiyînek were kirin jî destpêkê cihêbûnek ferz e. Ka destpêkê em cihê bibin, binêrin bê çi li ber kê ye, pist re bila gel bi vîna xwe ya azad biryara pevrejiyîn an biratiyê bide. Lê niha ji hev cihêbûnek ferz bûye.
Ji bo vê divê di qada navnetewî de kurd ji xwe re hevalbend û destekdaran çêbikin. Zû bi zû kesek destekê nade kurdan, ev tê zanîn. Lê siyasetmedarên kurd dikarin nakokiyên Tirkiyê bi dewletên din re kûrtir bikin û ji vê yekê ji xwe re destekê çêbikin. Bi vê sedemê aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de derketiye mînakî ye. Siyasetmedarên kurd divê nêzîkatiyeke li ser berjewendiya kurdan ber bi Îsraîlê ve li pês bixin. Di nava cihûyan de jî kurdên cihû bi hezaran hene. Wê ji wir jî destekek were. Ev polîtîka divê êdî bikeve dewreyê.
Wekî din jî li Ewropa siyasetmedarên kurd divê ji nû ve bikevin nava liv û tevgerê. Hikûmeta Erdogan her çiqasî xwe di warê kadrotiyê de li Tirkiyê bi cih kiribe jî, li qada navnetewî ewqasî ne xurt e. Ger kurd siyaseteke bas û xurt pêk bînin, di vê demê de wê bikaribin ji xwe re hinek hevalbend çêbikin û bi çêkirina hevalbendan re jî yekser divê Kurdistan were beyankirin. Êdî di qada navnetewî de em dixwazin ku Kurdistaneke azad a hatiye îlankirin hebe û were diyarkirin ku ev Kurdistan di bin dagirkeriya Tirk, Faris û Ereban de ye. Li ser vê xakê têkosîna azadiya gel û rizgariya xakê tê dayîn. Ji bo vî gelî û ji bo vê xakê divê zagoneke bingehîn û destûrnameya hemwelatiyê û pê re nasnameya kurdî were çêkirin. Ev di roja me de fermana dîrokê ye. Ger kurd vê yekê pêk neynin wê nikaribin serkeftinê bidest bixin. Ger pêk bînin wê gavekê zêdetir nêzî bidestxistina serkeftinê bibin.

F
E
E
D

B
A
C
K