12 Çileya Pêşîn 2009

Biryara ”Anayasa Mehkemesi” ya li dijî DTP ê ne bê bingeh e. Hêza xwe ji mentala ”Kemal”  û piştgirên wî digire. Li Turkiyê hejmarek qanûnên bingehîn, li ser mentala ”Kemal” ava bûne. Baweriya ”Kemal”, şiyarbûn û rêkxistina Gelê Kurd ji awira netewî ve, xeter dibîne. Ji bo ku rê li ber xebata demokratîk ya Kurda bête girtin, bi qanûn, dezgehên fermî û nefermî xebat dibe. Windakirin û qetilkirina siyasetvanên Kurda, beşek ji ”terora ne fermî” ye. Partiyên mîna ”CHP” û ”MHP”, dezgehên mîna ”Anayasa Mahkemesi” û beşek ji bendên Qanûna Bingehîn yên Turkiyê ûhwd, berdewama mentala ”Kemal” garantî dike. Divê şehadeta Seyid Riza, Şêx Seîd, Mûsa Anter û girtina HEP, DEP, HADEP û DTP ê, muameleya neînsanî bi giştî li dijî girtiyên Kurd û bi taybetî li dijî rêvebirê PKK ê Evdile Ocalan di vê çarçoveyê de bê nirxandin û dîtin.

Hetanî beşek ji Qanûna Bingehîn ku ji cuntayên leşkerî mane, neyêne guhertin, azadiya rêkxistinî ji terora ”Anayasa Mahkemesi” rizgar nebe, partiyên mîna CHP bi şêweyekî ciddî neyêne şiyarkirin, nasname û mafê Kurda bi rêyên qanûnî neyêne parastin, gavên cidî ji bo parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî û nasnameyên din neyêne avêtin, demokrasiya li Turkiyê nikare berepêş here. Divê dezgehên însanî û polîtîk yên cidî vê rastiyê bibînin, û li ser pirsa pêşeroja demokrasiya Turkiyê û parastina mafê Netewa Kurd kur bibin û gavên pir cidî bavêjin.

Pêşketina Demokrasiyê li Turkiyê erênî ye. Lê tasfiyekirina polîtîkarên çalak û partiyên siyasî yên Kurda, xebatên hêzên Turkiyê di bin navên cewaz ji bo ”çareseriya Doza Kurd li ser bingeha mentala îslam/Turk” bi xeter e, nikare bê pejirandin. Prosesa demokrasiya li Turkiyê, bi baweriya hêzên polîtîk yên Kurda û PKK ê, û beşdarbûna wan, dikare bi ser bikeve.

Bê guman e ku DTP dê rêyên nû ji bo berdewama xebatên demokratîk peyde bike. Lê biryara ”Anayasa Mahkemesi” destpêkek cidîye ku berê Kurda bide alternatîvên li derveyî ”Ankara” yê. Biryar dê hêzên Kurda mecbûr bike ku nêzî hev bibin û hevkariya xwe xurtir bikin.

Em piştgirên xebata demokratîk ya Kurda ne. Li dijî terora ”Anayasa Mahkemesi” ne û biryara wan bi hişkî protesto dikin.

– Kurdocide Watch-CHAK Komîteya Karger

– Kurdocide Watch CHAK-Bakur & Kurdocide Watch CHAK- Swêd

– EuroKurd Human Rights-EHR

F
E
E
D

B
A
C
K