Nivîskar Selam Balayî, got ku her parçeyekî taybetmendiyeke xwe heye û wiha axivî: "Em îro li Herêma Federal a Kurdistanê dinêrin hikûmeta wê heye. Ev nayê wateya ku her tist temam bûye. Ji ber ku erdnîgariya kurdan dewlemend e, dijminên kurdan nahêlin ku kurd serbixwe bijîn. Ji ber ku pirsgirêka her çar parçeyan bi hevdu re girêdayî ye, zext û zordariya li ser kurdan jî zêde dibe. Îro Tirkiye zext li kurdan dike û herêmê topebaran dike. Heke rayedarên herêmê li hemberî van pêkanînan hisyar nebin, dê sibe Sûriye û dewletên din jî vê yekê bikin. Wextê doza kurdan hinekî pês ve diçe, dewletên dijmin civînan bi hev re çêdikin. Heta kurd, hemû hêzên kurdan nebin yek wê rewsa kurdan bi vî rengî be. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên kurdan bibin yek. Wê demê tu kes nikare bi vî awayî zext li kurdan bike."

`Tirkiye hêj ji kurdî ditirse`

Nivîskar Hesen Silêvanî jî zext û zordariya Tirkiyeyê bi awayekî tund sermezar kir û wiha got: "Kurd rastî êrîs û zextên dewleta Tirkiyeyê tên. Tirkiye nahêle ku kurd bi zimanê xwe rojnameya xwe bixwînin. Rojnameya tekane ya bi kurdî Azadiya Welat ku birîn û keserên xwe bi zimanê xwe radigihîne xwendevanên xwe, ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve hate girtin. Tirkiye hêj ji kurdî ditirse."

Berpirsê Partiya Siiyên Kurdistanê Berevan Amediye jî destnîsan kir ku Tirkiye li hemberî serhildana kurdan çek û zordariyê bi kar tîne û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk li hemberî serhildana kurdan zordariyê dike û çekan bi kar tîne. Bi vî awayî bersiva serhildana kurdan dide. Divê Tirkiye bi rêbaza danûstandinê pirsgirêka kurdan çareser bike. Heke Tirkiye vê zext û zordariya xwe bidomîne, dê rewsa wê jî nebas bibe."

‘Bila êrîs bi dawî bibin’

Ciwanê kurd Eswan Mistefa jî hestên xwe bi gotinên wekî: "Bi destê Tirkiyeyê zordariyeke hovane li ser kurdan tê mesandin. Em wekî ciwanên kurd vê yekê qebûl nakin. Hêvîdar im ku Tirkiye pirsgirêka kurdan bi awayekî demokratîk çareser bike" anîn ziman. Her wiha ciwanê kurd Beyar Elî jî bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku dawî li van pêkanînan bîne."

ZANA WELAT / DÎHA/DIHOK

F
E
E
D

B
A
C
K