Li ser esasê gelek peyman, shert û dokumentên navneteweyî, wek Yekîtiya Netewan (UN), UNESCO, UNICEF, Yekîtiya Ewsropa (EU) û her weha Peymana Mafên Zarokan de, mafê zimanê dayikê û perwerdê mafekî herî bingehîn tê pejirandin. Ev ji bo zarokên Kurd jî rewa ye û divê minqeshe li ser nebe.
Lê, ev bû sedsalek ku zarokên Kurd ji wî mafî bêpar in. Mezintirîn neheqiyê dijîn. Li Bashûrê Kurdistan ji demeke kurt û vir de rewsh hatiye guherîn. Li Bakur, Rojhilat û Bashûr/Rojava hê vê jiyana dijwar dijîn. Dewlet siyaseta asîmîlasyonê bi hemû hêza xwe ve didin meshandin.
Dewleta Turkiyê jî gelek ji wan peymanan îmzekiriye. Welatên ku Turk lê dijîn wî mafî dixwaze. Û siyaseta asîmîlasyonê jî rexne dike. Lê di nava sînorên Turkiyê de wî mafê bingehîn ji 20 milyon Kurd re qedexe dike. Zimanê Turkî ji wan re mecbûr dike û dibe sebeba hundakirina gelek pêshketinan di mêjiyê zarokan de. Dinya tev hemfikir e ku pêshketina merov bi zimanê dayikê herî mezin e.
Bi milyonan zarokên Kurd bi zimanekî biyanî, weke Turkî, têne “perwerde” û asîmilekirin. Chand û zimanê Kurdî di sala 2010 de jî hê qedexe ne û Kurd di bin xetera jenosîdeke çandî de ne.
Biryar û çalakiya TZP li gora bîr û baweriya min pîroztirîn kar e. Her Kurd, her demokratê Turk divê vê biryarê bi pejirînin û lê xwedî drekevin. Kurd divê zimanê xwe di perwerdê de ferz bikin û Turkên demokrat jî divê alîkar bin.
Boykota TZPê ji bo hefteyekê bidawî dibe. Ji niha pê de çi divê bibe? Pêshniyara min ew e ku her serê mehê, rojek were bijartin û zarokên Kurd neçin dibistanên ku hêlîna asîmîlasyonê ne. Di vê navberê de jî shert û mercên perwerdeya bi Kurdî were amadekirin. Mînak, her roja zarokên Kurd neçin dibistanan, li navenda bajarê ew lê, ciyek were xuyakirin û zarok dersên xwe bi Kurdî bibînin.
Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê Kurda ye û ne pêwîst e ji Turkan destûr were girtin. Ziman sitûna netewe ye. Eger ew sitûn bikeve hebûna netewe jî ji kok radibe.
Werin em perwerdeya xwe bi Kurdî bikin. Dema dewleta Turk were ser zarokan û zorê bi kar bîne, li awayên çareyên din bigerin. Yekemîn çare ku were bîra me, bedel çi dibe bila bibe, ji hev diqetin. Encam çi dibin bila bibe. Xeter ji bêzimanbûnê mezintir nîne û divê Kurd ji bo vê sedemê jî li zimanê xwe xwedî derkevin.