Dema mirov nijadperest be û vê baweriya xwe, li ser bingeha xwînê rûnêne û bi navê dewletê bike pratîkê, yanî bi navê dewletê,  dibin sîwan û parastina dewletê de, mirovan bikuje, komkujiyan bike, selandin, wêranî, sermezarî û kirêtiya linçê bike jiyanê, ev bê exlaqî û sermezarî wek siyaseta fermî bê erê kirin, civak, siyaset, burokrat, huquq li vê despotiyê xwedî derbikeve,  fasîzm dest pê dike. 
Fasîzm, bi "izm"ê tê gotin û xwendin.
Lê tîran, diktator, zalim, despot, bi "izm"ê nayên gotin û xwendin. Gotinên ji fasîzmê ne dûr in. Fasîzm bi Hitler, Mussolînî, Franko û hwd. tê naskirin. Dîktatorî, tîranî, zulum, despotî jî, bi Saddam, Pînose, Îdîamîn û hwd. tê bîra mirovan.
Hun dikarin bêjin; gelo çi têkiliya sernivîsa te û fasîzm, dîktatorî, zulum, tîranî, Hîtler, Mussolînî, Franko, Saddam, Pînose, Îdîamîn heye…
Eger mirovekî weke Dogan Ozguden, di rengekî ku di tu ol û mezheban de, di tu pîvanên exlaqî, ademî de nebê de, bi kustinê, bi lîncê werê tehdît kirin…
Eger rojnamevanekî weke Dogan Ozguden ku, temenê xwe yê 72 salî, bi gistî di têkosîna edaletê, maf, wekhevî, astî, demokrasî û li dijî zordestî, milîtokrasî, siyasetên inkar û ji holê rakirinê,  "nîfaq"-cihêxwaziyê, bin pê kirina etîkên huquq, bin pê kirina etîkên ademî, li dijî zilmê, li dijî asimilasyona dewletê derbas kiribe…
Mirovekî  wiha ku wek, mamosteyê rojnamegeriya çep ya tirk û cengawerê efsanewî yê pênûsê tê naskirin, ji aliyê dewleta tirk ve bi kustina lincê bê tehdît kirin; bêguman têkiliya navê Dogan Ozguden û kesên wî bi kustina lincê tehdît dikin û van gotinên gunehkarî û sermezarî heye. D._Ozguden_105761749.jpg
Dogan Ozguden, gerînendeyê rojnameyan kiriye, berpirsiyariya kovara ANT kiriye û di rêvebiriya Partiya Karkeran TÎPê de aktîf cih girtiye. Li dijî darbeyên fasîst yên eskerî, "pîrtûkên res" wesandine. Lewra degeliya wî, bi gotina efsane û cnengawerî tê binavkirin. Di sala 1971de ji Tirkiyê reviya…
Dogan Ozguden tirk e û ji welatê xwe; ji ber ku li dijî despotîzma dewletê, li dijî siyaseta dewletê ya inkar û tunekiirnê, li dijî kiryarên antî-demokratîk, li dijî fasîzm û dîktatorya milîtokratîk a dibin navê "komarê", dibin navê "laîkti", dibin navê "dewleta huquq" de, tê kirin derket. Dogan Ozguden, dilsozê baweriya xwe ye û herî dawî îmzeya xwe avête, Konferansa Qirkina Dêrsimê.  Serê xwe li ber pasayên bi apoletên zêrîn xemilandî ne tewand, pênûsa xwe gunehkar nekir. Li dijî palêtên tankên fasîzma "darbe"kar, li dijî siyaseta komkujiyan bi dengekî bilind qêriya.
Ji sala 1971î û vir ve li Belçîka ye. Lê li Belçîka jî, serê demokrasî domand û didomîne.
Dogan Ozguden ji aliyê temsîliya dewleta tirk ya li Belçika ve, bi kustina lincê tê tehdît kirin. Ev orîjînalîteya dewleta Tirk e… 
Dewleta tirk,  bi çar cûreyan xwe li Ewropa rêxistinî kiriye. Eniya nijadperest, eniya olî, eniya mafia, eniya bazirgani… Eger, hinek komele û saziyên civakî xuya bikin jî bi van eniyan ve girêdayî ne… Lê tistê balkês ewe ku ev teva dibin al û sîwana serfermandariya artêsa tirk, dibin al û sîwana konsolosxaneya tirk de kar dikin û bi fermana wan jî dikevine nava teyakuzê.
Fasîzma tirk, li dijî dîrokê ye, li dijî nirxên mirovahiyê, li dijî etîkên huquq û exlaq e. Berî çendekî serokwezîrê tirk Tayyip Erdogan,  helbestên soresgerên mîna Nazim Hikmet, humanîstên mîna Mewlana, dilsozên mîna Yunus Emre, û hwd.  bi rûresiyeke bextres dixwîne û komên xelkê dixapîne. Erdogan, berî çendekî çûbû serdana Emerîka û  Hollywood jî ziyaret kir. Erdogan, li Hollywood bi hevparên ku filmên Selahadînî Eyyûbî dikisînin re hevdîtin pêk anî û ji wan xwest ku di filmên Selahaddînî Eyyubî de, behsa kurdan nekin, Selahaddîn Eyyubî weke kurd nîsan nedin. Ji bilî rûswetê, ew bi gotinên, ‘eger hun Selahaddînî Eyyubî kurd nîsan bidin, li xwesiya tirkiyê naçe" tehdît kirine.
Erdogan hêza dewletî di destê xwe de digire û li hemberî mirovahiyê, li hemberî dîrokê îxanetê dike.
Du mînakên mirovan hene li vir: Yek rojnamevan Dogan Ozguden.. Yek serokwezîrê tirk Tayyip Erdogan… Yeki, jiyana xwe daniye holê û nirxên mirovahiyê, dîrokê diparêze; yê din  jî hêza dewleta milîtokratîk kiriye destên xwe û wek despotekî di pista gotinan de vesartî,  li dijî nirxên mirovahiyê û li dijî dîrokê ser dike…
Kî ji van her du kesan zilam e?
Îcar we fam kir çima min sernivîsa xwe ji zilamê tam zilam Dogan Ozguden re veqetandiye?..

 

F
E
E
D

B
A
C
K