Êzidî delîla herî mezin ya hebûna me ne. Gelek nirxên me yên netewî: Zimanê me, dîroka me, adet û toreyên bav û kalên me, bi orîjînalîteya xwe gihandine roja me. Di qonaxên dîrokî de, gelek qûrban dane. Ev salek e, êrîsên hovane li ser wan zêdetir dibe. Bi sêweyekî hovane, nirxên me, nîsana hebûna me, gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibin…
Em, niqasa pirsê ji awira ewlekariyê û mafê mirovan ve pir giring dibînin. Di vê dosya taybetî de, em ê dîtinên sexsiyet û dezgehên netewî/ navnetewî li ser pirsê pêskêsî we bikin. Cotmeh 2008, Stockholm.
EuroKurd Human Rights
 Sernivîserê Lalishê û nivîskar Mecîd Heso:
Divê Serok Barzanî xwedî li soza xwe derkeve
Gabar Çiyan
– Em dizanin tu nivîskarek naskirî, sernivîseriya malpera Lalis dikî, gelek caran li ser mafê êzîdiyan dinîvisînî… hûn dikarin, xwe bi xwendevanan bidin naskirin: Mecîd Heso kî ye?
M. Heso: Bi germayî ya soresa îlonê re, soresa ku gelê Kurd bi serkêsiya rehmetî Mistefa Barzanî li basûrê Kurdistan li dijî dagîrkerî û sistema hikûmeta Bexda serî hilda, li jêr dengê top û firokeyan sala 1967 an li gundek biçûk jêre digotin Sêx Xidirê (10 km basûrê parêzgeha Duhok) hatim dinayê. Heyanî 10 saliya min, lingek li sikefta pista malê û lingê dî li kolanên gundê kavilkirî û derbederiyê, dayika min bi xêzanî di maleka kurdperwer û pêsmerge de ez xwedî kiri. Di nav tirsê, birsê û pirsê de min zaroktiya xwe wenda kir.
Rejîma Iraqê sê car (1964, 1974, 1988) bi hêceta ku xelkê gund bi soresa kurdî re ne, gundê me sewitandiye. Cara dawîn bi zor em di komelkgeheke ku ji 11 gundan pêkhatî de binecih kirine.
1974 Min bawernameya Pola yekemîn a dibistana seretayî di dibistana soresê de, li geliyê sereska (navê geliyekî ye li çiyayê pista gundê me) wergirt. 1983 an de xwendina navendî li gundê Sariya. 1986 Dibistana amadeyî (lîsa) li Duhok.
1990 bawernameya bekaloryus ji fakûlteya aborî û rêvebiriyê a zanîngeha Bexda.
2007 bawernameya magister (Master) ji zanîngeha Azad ya Lahayi (Dan Haag) li Holandayê wergirt û niha ez doktoriya xwe li ser kartêkirina kirîza wuze (energy) û guhertina avûhewayê li ser werara astê aborî û bazirganiya navneteweyî amade dikim.
Derheqa karê çand û perwerdeyi yê ez xebatên min wisa ne: 1991 Redaksiona kovara Pêla Serbest, Duhok. 1992 Endamê Liqa Pêseng ya xwendekar û ciana li sinûrê her dû parêzgehan, Duhok û Mûsil,û berpirsê komîteya navçeya bajarê Duhok. 1994 redaksiona Kovara Lalis, duhok. 1998 sekreterê rojnameya Kurdistan, Elmaniya. 1999 Xwediyê Kovara Kurdistana Îro, Elmaniya. 2001 Sernivîserê Malpera Lalish.de di Internetê de. 2008 serokê fakulteya lêkolînên kurdî li zanîngeha Azad li Elmaniya.
Endametiya min: 1984 Endamê tîpa sanoya Soresvan, Duhok. 1987 Endamê Sendîkaya Hunermendên Iraqê. 1990 Endamê sendîkaya Jimêryaran ( Muhasebkaran), Duhok. 1992 Endamê yekêtiya nivîskarên Kurd, Duhok. 1994 Endamê desteya rêvebir ya bingeha Lalis, Duhok. 1998 Endamê Enistîtûya Kurdî ji bo lêkolîn û zanistê, Elmaniya. 1999 Endamê PEN a Kurd. 2004 Endamê komîteya rêvebir ya Mala Êzidiyan, Berlin. 2006 Endamê Navenda Anfal û Helepçe Kurdistan (CHAK) û berpirsê komîteya Berlin.
– Armanca malpera Lalish çiye?
M. Heso: Armanca Malpera Lalish komkirin û arsivkirina çand û folklora besek dêrîn ji civaka Kurdistanê ye, ew civak ya ku bi sedên salane li jêr rikêfa dagîrkeran dinale, dagîrkerên ku bi ti sêweyî naxwazin gelê Kurd rastiya xwe nas bike, rastiya ku bingeha civakan di afirîne, gelan li ser lingan disekinîne û di be sengisteya avakirina welatên bi hêz.
– Hejmara Êzîdiyan li cîhanê û Kurdistanê çiqas e?
M. Heso: Bi hêsanî mirov nikare hejmarek dirust bide, ji ber ku serjimêriya welatên ku Êzidî lê dijîn neserjimêriyek bawer pêkiriye, lê li gorî çend çavkaniyên nefermî tê texmîn kirin ku hejmara Êzidiyan li cîhanê yek Miliyon be û li Kurdistanê 650 – 700 hezar Êzidî hebin.
Mixabin li Bakûrê Kurdistanê ji ber zilm û zora dewleta Turk, Êzidî li ser cî û milkên xwe nemane piraniya wan koçberî Europa bûne û niha tenê nêzîk 400 kesan li bakûrê welat mane. Li Basûrê Kurdistanê jî ji tirsa Islama siyasî û radîkalan, Êzidî ji welat bar dikin.

– Ji kerema xwe hûn dikarin kurte analîzekê "li ser nasnameya etnîkî û baweriya olî ya êzîdiyan" bikin?
M. Heso: Dînê Êzidiyan yek ji dînên kevnareye li rojhelata navîn, ji ber dijwariya dîrokê û ew karesatên bi serê Êzidiyan hatîn, ti nivîsên kevin jî li ber dest neman, ku li ber rosnaya wan em karibin bi dirustî salekê ji destpêka dînê Êzidiyan re destnîsan bikin. Li roja îroyîn tistê li ber destê me hejmarek textên devkî ne, ku zanayên aynî bi sêweyek vesartî ew di singa xwe de parastine, ezdayetî ji nifsekî bo nifsê dî aniye, dema mirov naveroka van textan (qewlan) û rêwresim, tîtal, rewist û mantalîteyaÊzidiyan dide ber hev rastî hin pirsan tê, bersiva wan jî girêdayî sirovekirin û analîzekirina:
Nasîn û sirovekirina rolê Tawisîmeleke, ji hêla felsefî, dîrokî û xwedawendî ve.
Bingeha felsefeya cejnên Êzidiyan. Naskirina bîrwbaweriyên berî bûna Isa ku li rojhelata navîn dahir bûyîn, mîna mîtrayî, zerdestî û htd.
Ji bo ku mirov van sê xalên li jor analîze û sirove bike pêwîste di nav efsane, wêjeya devkî ya Êzidiyan, qewl, Beyt û bîrûbaweriyên ayinî yên wê serdemê de, li xelekeyên windabûyî yên zincîra dîroka Êzidiyan bigere.
Peyîva Êzidî wate êzdayî (Xwedayî) , ji Ezda(Ez + da) ango Xweda (Xwe + da) ramana xwe digire, yekemîn milet ku li ser rûyê erdî bawerî bi yektayî û paye berziya Ezda anî Êzidî bûn. Dînê Êzidiyan bingeha xwe ji xweza yê digre, li cem Êzidiyan her fenomenek xwezayî weke rojê, Heyvê, Baranê û htd, xwedawendê xwe yê taybet heye û hemû li jêr ferwara Ezda kar dikin.
Av, ax, ba û agir Çar elementên girin li cem Êzidiyan
Di Qewlên (tekstên ayînî) yên Êzidiyan de hatiye gotin:
Xwedevandê me rehmanî
Çar qism li rûyê dinê danî.
Yek ave, yek nûre, yek axe, yek jî agire… (1)shingal_Ferman_169695181.png

Yan:
Padsayê minî cebar e,
Ji durrê efrandibûn çar e,
Ax e, û Av e, û Baye, û Agir e. (2)

Yan:
Ku kinyat pê zeyînî Axê û Avê û Bayê û Agirî
Qalibê Adem jê nijinî.
Çar qismet tek hincinî ,(3)
Baweriya Êzidiyan ji xwezayê destpêdike li her çar werzên salê bi guherîna av û hewayê re cejnên Êzidiyan hene. Li beharê cejna sersê salê, li payizê cemayîya lalis, li sivistanê cejna rojiyan û cejna çileyî, li havînê ecjna çileyê havînê, mayîna van cejna di heman rojê de ji demsalê wateya girêdana bîrwbaweriya Êzidiyan ya bi Xwezayîbûn û xwezayê re nîsan dide
Êzidî bawer dikin ku xêr û ser dihundirê her mirovekî/ê de heye, "Mirov bi xwe ji du hêzên têkilî pêktê, di bedena wan de basî û xirabî hêlîna xwe çêkirine. Mana wê yekê jî ew e, ku her Êzîdiyek perçek ji Tawisî-Melek pê re heye" (Êzîdîtî berî dema Sîxadî 1).
"Naveroka felsefa dînê Êzdîyan xwedênasiyê, heqyê, îman û axretê, efirandina dinê, mirinê, jîyanê, qencîyê, xiravyê, rastiyê, nerastiyê, qewat û bûyarên xezayê, derheqa sirra Melek û Milyaketada ne.
Li bal Êzdîyan hebandina here mezin û bilind Xweda ye. Saheda dînê Êzdîyan da ew fikir pir zelal dîhar dibe. Ew hema wa jî dest pê dibe: Saheda dînê min yek Xweda ye.( Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye)
Sebaret nasnameya Êzidiyan ya etnîkî jî, piraniya lêkoler û zanayên dîrokî li wê baweriyê ne ku Êzidî kurdên resenin û beriya 1400 salan ango berî hatina Îslamê ya kurdistanê, Kurd li ser ola ezdayetiyê bûn. Heke em iro li cî û warên Êzdî lê dijîn binêrin wê diyar be ku tenê li Kurdistanê Êzidî hene, zimanê wan Kurdîye û tenha dîne li çîhanê ku bi kurdî nimêj duhayên xwe dike.
– Di dîrokê de, komên ekstrem herdem êrîs birine ser Êzîdiyan. Bi buyerên qirkirinê rûbirû mane. Îro rewsa wan çawa ye?
M. Heso: Dîroka Êzidiyan bi dirêjiya dewranên bûhirtî sahidiyê ji gelek tepeserî û malwêraniyê re dike, eve jî gist hewlên tunekirin û jinavbirina nijadî bûn (jenosid), bi van hewlan re bi sed hezaran kêsên bêguneh ji ber dînê xwe giyanê xwe ji dest dane, komkujî û derbederî li dijî Êzidiyan bikar hatiye, bi taybet li serdemê Osmaniyan.

Çavkaniyên dîrokî metirsîtirîn wêneyên li dijî ji navbirina Êzidiyan (firmanan) berçav dikin, firmana herî dawî li dawiya sedsal 19 an li ser destê General Omer Wehbî pasa hat li darxistin.
Pêwîste ji bîrnekin ku dirindetirîn firmana kujtin û tunekirinê li dijî Êzidiyan li serdestê mîrê kore ( Mir Mihemed Rewandizî) pêkhat, di vê hewê de pistî talankirina deverên ku êzidî lê nistecî, bi hezaran jin û keçên Êzidiyan girtin û bi xwe re birin bi dehhizaran jî kesên bêguneh qelandin û ji cî û warên wan hatin dûrxistin.
Johannes Düçting li ser dîroka êzdiyan agahiyên di dema Osmaniyan de dide û bi dûr û dirêjî basê kokujiyên ku li dijî Êzidiyan pêkhîn dike (Dîroka Kurdên Êzdî)
Di baweriya min de ne kurdistan bê Êzdî dibe, ne Êzdî bê Kurdistan dikarin bijîn, mîna Îslamê ji boy Ereban, wisa jî Êzdî ji boy Kurdistanê giringin, ji ber ku ev dîn li ser vê axê Xwedê naskiriye û ji boy vê axê jî 72 firman bi serî hatine, ji dema ku hêrisên ereban li jêr navê ayinê islamê gihaye Kurdistanê û bi sûr besek ji Kurdan islam qebûl kirî û heyanî niha bo parastina Nasname, çand û zimanê kurdî Êzidî ser û malê xwe didin.( Êzdî di paseroja Îraqê de)
Roj bi rojê rewsa Êzidiyan li Îraqê xerab dibe, mixabin hikûmeta herêma Kurdistanê pîlanek ber bi çav nîne ku rê li ber vê rewsê bigire, ji ber vê yekê rojane bi dehan Êzidî ji welat koçber dibin, heke bi zûtirîn dem rewsa Êzidiyan li basûrê Kurdistanê bas nebe, metirsî heye ku Êzidî koça gistî bikin.Shengal_742405369.jpg

"Sovenîzman nefamiya berpirsên Kurdistanê ji xwe re kirin derfet, bi gelek sêweyan xwestin Êzidiyan tevlî lîstikek gemarî bikin, ji boy ku ne aramiyekê li deverên ser bi pagrafa 140 ve durist bikin, li Sêxan xwestin û Êzidiyan ew pîlan pûç kir, mixabin li Behzanê di meseleya Diwayê de Êzidiyan sasiyek dîrokî kir û delîvek zêrîn da destê islamîstên radîkal di encam de 26 karkerên bê guneh li Musil hatin kustin û vê damargirjiyê di nav bêdengiya her dû hikumetan de (Bexdad û Hewlêr) bûyera Sengal bi xwe re derxist holê".(Komkujiya Sengal di yekemîn selveger de hat ji bîrkirin).
– Ji bo ku Êzîdî karîbin ji awira ewlekariyê bêne parastin û di nava astiyê de bijîn, pêwîstiyan wan bi çi heye?
M. Heso:Pêwîstiya Êzidiyan bi pistevaniya hikumeta herêma Kurdistanê heye, heke raste Êzidî Kurdên resenin gereke îro xwedî li wan derkevin û bi gist hêza xwe herêmên Êzidiyan biparêzin., Pistî bûyera Sêxan 16.02.2007 û bûyera Sengal li 14.08.2007 koçberiya Êzidiyan zêde bû.(Pistî bûyera Sêxan koçberiya Êzidiyan zêde bû), bi bûyera Sêxan re 11 mal û komeleyên Êzidiyan nameyek ji serokê Kurdistanê re sandin lê heyanî niha jî bersiva nameya wan nehat dayîn vê yekê rê li ber spekulationan vekir, bi kujên Gir Ezêr û Sîpa Sêxidrê jî cesaret ji vê bê xemiyê girt.(Nama Hevkariya mal û komeleyên Êzîdiyan li ser bûyera Sêxan).
Her kesê gefên kujtinê li Êzidiyan xwarin gereke bê dadgehkirin û sizadan, ji bo ku baweriyek li cem wan çêbe dinava astî û aramiyê de li ser cî û warên xwe bijîn, Mele ferzende li bajarê Akirê di xutbeyeka xwe de wekî Mela yehiya yê Mizûrî fetwa ya komkujiyek nû li dijî Êzidiyan da, newezareta Ewqafê û nehukûmeta Kurdistanê heq û hesab pê re kir. (http://de.youtube.com/watç?v=Z8OhhRdDtZw)
– Ji bo rêkûpêkirina mercên jiyanaÊzîdiyan li Îraqê, bicîhanîna hêvî û daxwaziyên wan, ji dezgehên însanî û dezgehên wisa di nava EU û USA de, li bendaçi ne?
M. Heso: Niha Piraniya deverên Êzidiyan girêdayi hikûmeta navendî ne, ango ew deverin yên ku hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê nakokî li ser hey, ji ber vê yekê ez li wê baweriyê me heta ku benda 140 ji destûrê îraqê çareser nebe asayis li herêmê berqerar nabe. Ji ber vê yekê mercên jiyana Êzidiyan girêday rewsa siyasiye. Îro li Îraqê ne tenê nakokiyên olî û etnîkî yên hundirîn hene, belkî dewletên derdor jî naxwazin rewsa Îraqê aram be, her yekê agendeyên xwe hene û li gor berjewendiyên xwe tevdigere.
Ciyê ku Êzidî lê dijîn deste û ji teroristan re armancek hêsane, her demê ku bixwazin dikarin rewsê tevlîhev bikin.
Deverên Êzidiyan yên li jêr deselata hikûmeta herêma Kurdistanê jî tûsî arîseya îslama siyasî bûne, mixabin sîstemê rêvebiriyê li basûrê Kurdistanê xetimiye û roj bi roj xerabtir dibe, ew hêviya Êzidî li bendê di nav lepên îslama siyasî de di sekeratê (Koma yê) de ye.
Êzidiyan ev metirsiye gehande hikûmeta kurdistanê û gelek soz wergirtin, lê pêngav nehatin havêtin, ji mecbûrî Êzidiyan li gelek welatên Europayî û USA mes li darxistin, pasî ev metirsî di raporekê de bisêweyek girseyî pêskêsî perlemana Europa kirin. (KURDÊN ÊZÎDÎ LI PAYTEXTA AVRUPA BRUKSELÊ)
Êzidî li bendê ne ku USA li îraqê xwedî li sozên xwe yên di derbarey parastina mafên hindikayiyan de derkeve.
– Ji bo parastina wan, domandina jiyana çandî û olî hêvî û daxwaziyên we ji Hikumeta Herêma Kurdistanê çi ne?
M. Heso: Serok Mesûd Barzanî di gotinek xwe de dibêje " yan resentirîn Kurd Êzidîne yan jî miletek nîne bi navê kurd" , Êzidî hêvîxwazin serok Barzanî xwedî li van gotinan derkeve û rê li ber heqareta li dijî Êzidiyan li basûrê Kurdistanê tê mesandin bigire.
Li gorî raporek mafê mirovan tê gotin rojane 23 Êzidî ji Îraqê derdikevin, ger ev hijmar rast be wate her sal 8395 ÊzidÎ koçber dibin. Pêwîste hikûmeta herêma kurdistanê bi cidî li ser vê meseleyê bisekine, kosp û tegereyên rê li ber hemwelatiya yeksan (wekhev) û rast û dirust digirin ji holê rake.
Bi dîtina min heta niha serkirdayetiya Kurdî li basûrê Kurdistanê, zimanekî hevbes dinavbera xwe û Êzidiyan de peyda nekiriye, ew rê û pirên heta niha PDK û PUK di navbera xwe û Êzidiyan de avakirîn de, di nav lepên çend kesên kefçînas û Xwed nenas de hilwesyan.
Pêwîste di demek kin de Konferansek li basûrê Kurdistanê were li darxistin û egerên koçberiya Êzidiyan ji Kurdistanê bên giftûgo kirin, eger na rojek wê were poshmani fêde nake û rewsh wê ji destên gisht aliyan derkeve.
EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K