Êzidî delîla herî mezin ya hebûna me ne. Gelek nirxên me yên netewî: Zimanê me, dîroka me, adet û toreyên bav û kalên me, bi orîjînalîteya xwe gihandine roja me.
Di qonaxên dîrokî de, gelek qûrban dane. Ev salek e, êrîsên hovane li ser wan zêdetir dibe. Bi sêweyekî hovane, nirxên me, nîsana hebûna me, gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibin…
 
Em, niqasa pirsê ji awira ewlekariyê û mafê mirovan ve pir giring dibînin. Di vê dosya taybetî de, em ê dîtinên sexsiyet û dezgehên netewî/ navnetewî li ser pirsê pêskêsî we bikin. Cotmeh 2008, Stockholm.

EuroKurd Human Rights

shingal_Ferman_300580587.pngDr. Ismail Besikçi:
Parastina Êzidiyan wezîfeya Hikumeta Herêmê ye

Gabar Çiyan

Dr. Ismail Besikçi eyne ye. Neynik e. Rastiya me, bi xwesî û nexwesî, rastî anjî sasîtiyan nîsanî me dide. Dr. Besikçi pisporê Doza Kurdan e. Pirtûkên wî, nivîsên wî li ser Kurdan in. Wî ji ber helwest û dîtînên xwe, besek ji jiyana xwe di zindanê de derbas kir…
Pirsa Parastina Êzidiyan li dijî xeterên terorî, pêsxistina tore û adetên bav û kalên me, anku yên Êzidiyan, pirsek giring e. Me dîtina Dr. Ismail Besikçi li ser pirsê girt.

– Birêz Dr. Besikçi, weke ku hun jî zanin, di van demên dawiyê li dijî Êzidiyan hejmarek êrîs pêk hatin. Armanca êrîsan, gav bi gav tunekirina Êzidiyan, jiholêrakirina çandekî ye. Hilwesandina baweriyek kevnare ye ku rehên xwe kur berdane erdê welatî. Hedefa wan: Tunekirina nîsan, delîl û koka me kurdan e.

Ji bo parastina Êzîdiyan, pêsxistina çand û baweriya kevnare, wezîfeyên me çi ne, divê çi bê kirin?
 
Dr. Ismail Besikçi: Êzîdî Kurd in. Baweriya Kurdan ya berî peydebûna ola Îslamê hemêz dikin, diparêzin. Êzidî, berî jidayikbûna Mesîh bi sedan salan li jora Mezopotamyayê bicîh bûbûn û li ser xaka xwe jiyana xwe didomandin.

Êzîdî di gelek qonaxên dîrokî de, ji ber êrîsên Kurdên olîslamî, mîrên Kurdan û ereban mexdur bûne, neheqî li wan hatiye kirin. Lê Êzidiyan, herdem, ji bo Rizgariya Netewa Kurdistanê, ka rû xebat kirine, di ser de cîh girtine, û sehîd dane.

Pir giring e ku Gelê Kurd li ser bingeha vê zaniyarê nêzî Êzidiyan bibin, wan nas bikin. Pêwîst e Gelê Kurd bi awayekî sîstematîk, bi zanabûnên piralî û kur li ser welatperwerî û fedekariya Êzidiyan û giringiya parastina çand û ola kevnare bêne ronîkirin…

Divê em dema peydebûn, û pêsketina Îslamê bînine bîra xwe: Dema ku xelkê bi surê zorê dikirin misilman…
Di demek wisa de, parastina nirxên Netewa Kurd dihate çi wateyê? Li hemberî zordarî û tadayiya baweriyên biyanî, eks û israra parastina nirxên Netewa Kurd dihate çi wateyê? 
Divê em li ser rastiya van pirsan kur bibin, bi zaniyariyê nêzî pirsê, anku Êzidiyan bibin…

Pêwîst e cihên Êzidiyan tevlî sînorên Herêma Kurdistanê bibe. Lales di nav sînorê Herêmê de ye. Êzidiyên Sexanê, ji awira parastinê ve, "ji aliyê êrîsên ji derve û komplo û planên li dijî wan", di xeterê de ne.

Ji bo ku Êzidî karîbin baweriyên xwe bi azadî bidin domandin, pêwîstiya wan bi aramiyê heye. Divê ewlekariya cihê wan xurtir bibe, li wir rewsek azad pêk were. Divê Rêvebirên Hikumeta Herêmê vê yekê bibînin…

Pêwîst e ji bo pêsxistin û xurtkirina aborî û civaka Êzidiyan polîtîkayek pêk were. Divê ev polîtîka, weke wezîfeyek giring ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bê dîtin. 

Êrîsên neteweperestên ereban li dijî Êzidiyan herku diçe zêdetir dibin. Ew dixwazin Kurdan weke sucdar nîsan bidin û sûpheyên li dijî Kurdan zêde bikin.
Di van mehên dawî de, hejmarek êrîs li dijî Mesîhî û Asuriyan pêk hatin. Divê armanca êrîsan di çarçoveya hatiye qalkirin, bêne nirxandin.
Divê Kurd li hemberî lîstik û komployan pir siyar bin…

Pir giring e, û pêwîst e Hikumeta Herêma Kurdistanê û Gelê Kurd bi peyv, beyan, û çalakiyên xwe ispat û nîsan bidin ku ew, bi Êzidiyan re ne, pistgiriya wan dikin. Her wisa ew pistgiriya xwe ji bo Mesîhiyan jî bi erênî nîsan didin.

EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K