Êzidî delîla herî mezin ya hebûna me ne. Gelek nirxên me yên netewî: Zimanê me, dîroka me, adet û toreyên bav û kalên me, bi orîjînalîteya xwe gihandine roja me.
Di qonaxên dîrokî de, gelek qûrban dane. Ev salek e, êrîsên hovane li ser wan zêdetir dibe. Bi sêweyekî hovane, nirxên me, nîsana hebûna me, gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibin…
Em, niqasa pirsê ji awira ewlekariyê û mafê mirovan ve pir giring dibînin. Di vê dosya taybetî de, em ê dîtinên sexsiyet û dezgehên netewî/ navnetewî li ser pirsê pêskêsî we bikin. Cotmeh 2008, Stockholm.
EuroKurd Human Rights

Serhan Isa:
Singal Kurdistan eLales_250666261.jpg
Gabar Çiyan

– Em te ji Komela Kaniya Sipî û xebatên li ser Êzidiyan nas dikin. Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn. Serhan Îsa ki ye?
Serhan Isa: Di sala 1974 an de li Rojavayê Kurdistanê gundê "Alaresa" ji dayîk bûm. Min, xwendina seretayî li gund bi dawî anî, pasê û bi sedema xwendinê li bajarê Tirbespiyê akincî bûm, hetanî sala 2000 an.
Di sala 1993 an de min dest bi nivîsandinê kir. Di hindek kovar, rojname û malperên Kurdî û Erebî de nivîsî. Di sala 2000 an de koçberî Elmaniya bûm. Di sala 1997 an de dîwana xwe ya pêsî bi navê "Dûrbûna te dest pêka" helbestê ye derxist. Di 2001 î de pirtûka helbestan bi navê "Gula mijê", "Xalid Hisên" wergerandin ji zimanê Erebî derxist. Sê (3) pirtûkên min ji bo çapê amade ne.
Sala 1993 an li gel hindek rewsenbîrên Kurdên Êzidî Komela Kaniya Sipî damezirand.
Ji salên 1990 î, di 16 saliya xwe de tevlî xebta siyasî ya tevgera kurdî li Sûrî bûm.
Ji sala 2005 an ve Malpera www.kaniya-sipi.de bi rêve dibim. Ez li zanîngeha Denîmark besê Ragihandinê dixwînim.
Xebata min bêtir di warê wêjeyê de ye, (helbest, daneheva û berhevkirina kevnetorê kurdî, Lêkolîn li ser helbesta kurdî ya nûjen).

– Armancên Komela Kaniya Sipî çi ye?
Serhan Isa: Mirov dikare wisa bi rêz bike:
1. Kar ji bo anînecemhev, parastin û xizmeta Êzdîyatiyê; berevanî di ber wana de di hemî waran de li gorî karînên komelê; kar û hewildan ji bo rê li ber girtina ewan kiryarên nemerovan e yên ku li dijî Êzdiyan têne kirin, mîna derxistina Êzdiya bi darê zorê ji welatên wana, ku ji layê desthiladarên ewan welatên ku Êzdî têde dijîn ve tête bikaranîn.
2. Kar ji bo ku Êzdî di ewan  welatên ku têde dijîn de, û mîna hemî Ayînên din bi azadî û bi zimanê ku ewna dixwazin seqa, girdi?, diwa û dirûzên xwe bikarbînin; her weha mafdan û serbestkirina vekirina dibistanên Olî ji bo xwendina ayînê Êzdî li ser bingehin birayetî û lêborînî; û ji kîsî ewan welatên ku Êzdî têde dijîn de, her weha serbestkirina li darxistina ?ahî û cejnên ayînî, û rojên cejnan bibin rojên veysandina fermî ji bo ?agirt, xebatkarên sivîl û le?kerî, yên bawermendên vê ayînê, di hundirê welat de.
3. Kar ji bo yekgirtina peyva Êzdiyan, di riya bihêzkirin û nûjenkirina têkiliyan di navbera Êzdiyan xwe bi xwe de ji layekî ve, û ji layekî dîtir ve di navbera Êzdî û rêxistin, û aliyên olî û merovanetî di cîhanê de di riya danûstandin û rawergirtinê de, ji layekî dîtir ve; Kar ji bo ku Ola Êzdî ciyê xwe di rêza ayînên cîhanî de bigre.
4. Kar ji bo danehev, nivîsandin û nûjenkirina çand û keleporê vê Olê, ji bo parastina hîmên Olî, her weha afrandina lêkolînan di derbarê hemî hêlên Olî û jiyana xelkê vê Olê de, civakî, rew?enbîrî û dîrokî û wergerandina van berheman bo gelek zimanan, û belevkirina van berheman bi rengê pirtûk eger derfet hebin.
5. Nivîsandina lêkolîneke Ciyografî û dîrokî li ser Êzdiyan bi gi?tî û li ser Êzdiyên ba?ûrê rojavayê kurdistanê bi tayîbetî ku bibe jêder û çavkaniyek, û damezirandina ?axan ji komelê re li ciyên ku Êzdî lê dijîn de.
6.  bi hêzkirina rola jinê daku bikaribe ciyê xwe yê suri?tyan e mîna Mêr di civatê de bigre, di riya pi?kdariya wêna di hemî bizavên cor bi cor de mil bi mil li gel mêr. Her weha li xwedîderketina li biçûkan û perwerdekirina wana bi ?êweyekî tenduristyane, li gor derfetên berdest. Vekirina hemî derfetên zanînwergirtinê li pê?iya gêncan, ji bo sînorkirina derketina ji rêza civatê.
7. Alîkariya xwendevan û ?agirtên Êzdiyan yên ku ji ber sedemên aborî nikarin xwendina xwe bi dawî bînin, her weha alîkariya malbatên Êzdiyan yên belengaz û li gor karînên komelê di dema nuha de .
8. Birêkûpêkirina komîteyekê ku bi?êt bi Parêzerekî Elman re peywendiyê çêkê (an jî bêtir) ku ji Êzdîyatiyê bi tayîbetî û jî pirsên mafxwestin û mafwergirtina mafê penaberiyê bi kelemperî agahdar be; daku li nik dadgehên Elman dubarepirskirin û lênerîna pirsên ewan kesên Êzdî yên ku hîna mafê mana li vî welatî bi dest bê xistin…

– Ji kerema xwe re, analîzekî li ser buyera Singalê û buyerên pasê pêk hatin ji me re bike.
Serhan Isa: Eger Singal ne Herêmekê Kurdî be, wê li ser rûkê vê zemînê welatek bi navê Kurdistan tune be.

Singal an jî keleha berxwedanê wek ku Êzdî wê bi nav dikin, mezintirîn herêma Êzdiya ye. "Jimara nisteciyên wê bêtir ji 400 hezar kes e, anku rêjeya Êzdiyan li Singal 80% î ye ". 1
" Jimara nisteciyên Singal di sala 1075 de bêtir ji 30 hezar kes bûn û jimara xaniyan di salên 1394 an de wek ku " Demlûcî " dibêje bêtir ji 35 hezar xanî bûn," 2
Nisteciyên Singal bi gistî Kurd in, wek xak jî parçeyekî bingehîne ji nexseya Kurdistanê, " ku ew bi xwe dikeve rojavayî kurdistana basûr, 120 km ji aliyê rojava ve ji Mûsil dûr e".3
Singal ji sînorê xwe yê rojava ve dikeve ser sînorê dewleta Sûriyê, ji aliyên wê yên din ve jî hozên Ereba ne.
 
Singal wek cografiya ji dewletên cîranê Iraqê re, bi tayîbet yên hevsînor mîna Sûriye, ji roja roj de ciyê pirs û tirsê ye.
Singal, Tilefer, Zemar xaniqîn, Basik û Bazan, Sêxan û Kerkûk, ji bo tevgera siyasî ya Kurdî li Basûrê Kurdistan pirseke pir mezin in, û di seranserê pêvajoka têkosîna xwe de bal kisandiya ser van herêman û bi xurtî doza zîvirandina wan ser nexseya Kurdistan kiriye.

Lê divê em ji bîr nekin ku dijminên kurdan jî her timî ji bo vê dozê bi dekûdolab bûn, û hetanî vê gavê jî qet bi tu awayan rê nadin ku ev navçe û herêm bi nexseya Kurdistanê ve bêne girêdan.
Ji bo Kurdan jî eger hat û ev proje têkçû wê ziyaneka mezin bighîne Gelê Kurd wek netew û wek xak.

Pistî serhildana 1991 î, gelek herêmên Kurdî ji bin destê deshilatdariya "Bexda" derketin. Di nav de jî gund û navçeyên Kurdên Êzdî bi tayîbet li Parêzgeha Dihokê, û hêdî hêdî Êzdî wek Ol, Netew di hemî hêlên jiyanê de, di Iraqê û Kurdistanê de ges bûn.

Pistî rûxandina rêjîma Bexda ya fasist di 09 Nîsana 2003 an de, Kurdên Êzdî jî mîna hemî pêkhatiyên Iraqê bi tam û bîna azadiyê sad bûn, û bi qeftên gulan pêsmergeh pêswazî kirin.

Lê hêdî hêdî ev azadî û Iraq bi gistî li wan bû zindaneke vekirî.

Bûyera ku di 14.08.2007 an li Herêma Singal " Sîba Sêx xidrê û Girê Izêr " qewimî, û di encamê de bêtir ji:
311 Pakrewanan  
304 Birîndaran
36 Sêwiya
3050 Xaniyên ku zirar dîrina  
300 Xaniyên ku ji kok ve hilwesiyana
170 Firosgehên ku ji ko ve hilwesiyana 4

Kurdên Êzîdî li sûn xwe histin. Teror; di hizir, pilan, sêwe, dem, cî, û alavanên xwe de pir nuh bû.
Ji bo min bijatina dema bûyerê 14.08. ciyê pirseka mezin e?!.

Pistî bûyerê parêzerê Mûsilê "Durêd Muhemed Kesmûla" doz li hikûmeta Iraqê kir, ku Herêma Singal wek herêmek wêran ilan bike, û destê alîkariyê bi zûtirîn dem ji xelkê deverê re dirêj bike. Li ser vî esasî Encumena Wezîran yeksemba di pey bûyerê ev biryar sitandin, û 10 Milyon Dolar ji derverê re terxan kirin.
Lê mixabin ev alîkarî hetanî vê gavê bi rengekî rêk û pêk û pêdivî negihiste xelkên deverê?!

Herweha miletê Kurd li basûrê Kurdistanê bi tayîbet û li tevaya Kurdistanê û welatên ku Kurd lê dijîn bi dilsozî û alîkariyeke pir mezin besdarî bûyerê bûn.
Ji layê din ve jî, helwesta Serkirdayetiya Kurdî bi tayîbet Serok Berzanî û Telebanî ciyê serbilindiyê bû, lê diyare ku damûdezgehên Herêmê û Iraqê bi erkên xwe yên pêdivî ranebûn û li helwesta serkirdayetiyê nebûn xwedî.

Nerazîbûn, daxwiyanî û helwestên ku di derbara bûyerê de hatin dayîn, ciyê serbilindiyê bûn, û di asteka pir hêja de bûn.
Bûyer ji hêla Koska Sipî, Vatîkan, Al-Azher, û gelek dewlet, hêzên siyasî, saziyên mafên merovan, rewsenbîr û nivîskaran ve hate sermezarkirin.

Lê dîsa di praktîkê de evan dewletan destê alîkariyê ji xelekên deverê re dirêj nekirin, bêguman heta radeyekê merov dikare vê nepûtepêdanê fam bike, ji ber îro di Iraqê de hêza herî desthilatdar Emerîka ye, her weha ev wezîfe di pileya yekemîn de ya Hikûmeta Merkezî û Herêmê bû.

Ji layekî din ve, divê em tevger û xebata  mal, komel û saziyên Êzdiyan jibîr nekin, têkosîna ku van saziyan û tevaya Êzdiyên cîhanê nîsan da ciyê rûmet û serbilindiyê bû. Li gor karîn û derfetên  xwe hetanî weka roja îro jî, di vê xebatê de besdar in.
 
Gelek siyasetmedar, nivîskar, û hêzên siyasî, dema bûyerê bi cîbecîkirin û pêkanîna xala (140) ji destûra Îraqê ve girêdan. Lê pistî bisûndedan û gîrokirina bicîkirina vê xalê û helwesta Hikûmeta Herêmê ya heta radeyek sist, diyar bû ku armanc ji wisa mezintir, ferehtir û dijwartir bû.

Bersiva Hikûmeta Herêmê li ser rexneyên ku pistî qewimîna bûyerê hatin ji wan re, li ser nerabûna wan bi erk û wezîfa parastina hemwelatî û herêmên kurdî, bersivek pir seqet û ne saxlem bû.
Di hindek analîzeyên din de ev komkujî bi bûyerên (Sêxan- 14-15-16.02.2007), (Behzanê 07.04.2007), û (Musil 22.04.2007) girêdan.

Bûyer wek hizir, "hizra teroryane" di bingeha xwe de, di warê kustin û tolhilanînê de, bi tayîbet di Iraqê de, pistî rûxandina rêjîma Sedam a fasist, hizreke nuh bû, ji ber ku armanca van " grûp û hêzên kustinê " vê carê ew bû,  ji ortêhilanîna miletekî bi ser xwe bû, "ferman"a tunekirina olekê bû?!
Bûyer di sêweyê xwe de, pir hovane bû, pir bi badnor û ziyan bû, li wê radeya ku merov têxîne nava pirs û gumanên pir xeternak û balkês de, ku bûyerek bi vî reng, deng û ziyanê wê hêzên pir mezin li pey hebin.

Bûyer wek komkujî, "ferman", a parçeyekî bingehîn ji miletê Kurd, û li ser astê xwe yê Kurdî wek Dewlet, Medya, û Siyaset, merov dikare bêje ku pûtepêdaneka mezin û pêdivî pê nehate kirin?!.
Ev yek jî bêguman ciyê pirsê ye, her weha bû sedema nexwesiyeka pir mezin di gewdê Kurdayetiyê de, û encamên wê yên nêgatif hêdî hêdî derdikevin holê.

Dibe ku di kurteanalîzeyekê de merov nikaribe berawerdiyekê di navbera Jenosîda Singal (14.08.08 an) Hîrosîma (06.08.1945) Naxazakî (09.08.1945) û Helebça de (16.03.1988) bike, lê bi herhal bûyera Singal di hemî astan de nekêmî van hersê bûyeran bû.

Hetanî weka vê kêlîkê bûyerên ku li herêmên Kurdên Êzdî qewimîne, mîna (Sêxan- 14-15-16.02.2007), (Behzanê 07.04.2007), û (Musil 22.04.2007) ne ji layê Hikûmeta Herêmê ve û ne jî ji layê Hikûmeta Merkezî ve lêkolînên mezin, pêdivî û pisporane li ser nehatine çêkirin?!

Kurdên Êzdî di seranserê dîroka xwe de hêminî, bawerî û xwesî ji derdora xwe, bi tayîbet ji birayên xwe yên Kurdên misilman nedîtine; lê pistî rûxandina rêjîma "Sedam", Kurdên Êzdî jî mîna tevaya pêkhatiyên Iraqê bi tam û bîna azadî, aramî û asîtiyê sad bûn, û bi derdora xwe re derbasî qûnaxeka nuh bûn, û hewil dan ku mil bi mil Iraqa û Kurdistana dahatû ava bikin û pirên baweriyê di navbera xwe û hevparên xwe de ava bikin.

Ev rews jî berê merov dide çend pirsên giring:
1- Ev nebawerî ji kur tê, sedemên wê çi ne?
2- Pêkhatiyên Kurdistanê wê karibin li gel hev di Kurdistaneka azad û hêmin de bijîn?
3- Têkiliya van pêkhatiyan bi hev re di çi astê de ye?
4- Biryara siyasî ya Kurd dikare çi bandorê li guhertina vê rewsê bike?
5- Ji salên 1991 an ve Kurd xwedî Deshtilatdar in, gelo xeml û temtêla Kurdistana dahatû jî wê bi vê rengê be, wê bi van êsa be?
6- Ciyê Kurdên Êzdi wê di Kurdistana dahatû de jî bi vî rengî be?
7- Di Kurdistan û destûreka xuro Misilman, de wê ciyê Olên din li kur be? 
Û gelek pirsên din ku gereke roj berî rojê siyasetmedar û rewsenbîrên Kurd li ser bixebitin.

Mixabin encama van sedemên ku me li jor anîn ziman, û encama danûstandina ne wekhev, ne durist, ne birane a ku ji hêla Hikûmeta Merkezî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi Êzdiyan re hate kirin, û tê kirin, bûne sedema rûxandina van pirên baweriyê, bûn sedema parçekirina miletê Kurd, bûn sedema sedên nexwesiyên din, yên ku di bingeha xwe de wê ziyanên pir mezin û xeternak bighînin pirsa Kurdî di seranserê Kurdistanê de.

Ji layekî din ve eger em bala xwe bidin Nexseya siyasî ya rojhilata navîn em dê bibînin ku di wê herêmê de pir hêzên hevpeyman yên ku li dijî hebûna miletê kurd û pirsa wî ya netewî kar dikin hene.
Lê pirs ew e:shingal_Ferman_484580140.png

Gelo hêzên siyasî yên kurd li hember van hêzên hevpeyman çi kar û tedbîran dikin?
Civaka Kurdî hetanî çi radeyê ji dekûdolabên van hêzan re hisyar e.?
Rewsa civaka Kurdî a navxweyî hetanî bi çi radeyê saxleme û dikare xwe li ber van dekûdolaban bigre?
Bandora hizra Islamî ya radîkal li civaka Kurdî di çi astê de ye?
Xetera vê hizra radîkal li ser pêkhatiyên Kurdistanê çawaya û wê çawa be?
Sêweyê têkiliyê di navbera Hikûmeta Herêmê de û hemwelatiyê wê de bi çi rengî ye?
Nêzîkbûn û famkirina Hikûmeta Herêmê ji daxwaz, metirsya û mafên Êzdiyan û hindikayên din yên kurdistanê re çawa ye?

Ji Hikûmeta Herêmê tê xwestin ku bi awayekî cedî li ser van pirsan û gelekên din jî rawest e û bi zûtirîn dem çareseriya ji wan re peyda bike, û hevparên xwe yên vê xakê bi tenê nehêle.

Di hilbijartinên yekemîn yên Perlemana Iraqê (komela nistimanî) di sala 2004 an de, di nav lîsteya hevpeymana Kurdistanê de, sê kursiyên Êzdiyan hebûn, her weha di wezareta ku di dema serokwezîr " Iyad Al-Alawî " de hatî çêkirin de, wezaretek siklî bi navê wezareta dewletê ya karûbarên civaka sivîl dane Êzdiyan.
Di salên 2005 an û 2006 an dema hikûmeta serokwezîr " Ibrahîm Al-Ceferî" de, ev her sê kursiyên Perleman û yê wezaretê jî ji Êzdiyan hatin sitandin, tenê di nav lîsteya hevpeymana Kurdistanê de navekî Êzdî hebû! Her weha "Tevgera Êzdiyan ya çaksazî û pêsverû" a ku Hikûmeta herêmê bû sedema jidayîkbûna wê kursiyek bidestxistin.
Mafbinpêkirina û jiguhavêtina mafên Êzdiyan û pêkhatiyên din ne tenê di Hikûmeta "Bexda" yê de berdewam dike, belê li hêla Hikûmeta herêma Kurdistanê jî rews hîna xerabtir û dijwartir e.
Kurdên Êzdî di perleman û hikûmeta herêmê de xwedî sê kursî û du wezaretên seklî ne.
Hêzên siyasî yên ku îro Iraqê birêve dibin, qîma xwe bi vê yekê jî ne anîn, û dîtin ku ev mafên ku pêkhatiyên Iraqê yên kêmhijmar, bidestxistine pir e ji wan re, îdî perlemana Iraqê bi piraniya dengan biryar dan ku "benda 50 " ji yasaya hilbijartina encumenê parêzgehan rakirin.
Li ser vê biryara Perlemana Iraqê a dijwar ku di derheqa hinikayiyên xwe de sitandiya cîhan bêdeng nema û dengên bi hêz ji nivîskar, rewsenbîr, hiqûqnas dezgehên mafên merovan û civaka sivîl bilind bûn.
Di vê derbarê de sandeka Kurdên Êzdî bi serokatiya Mîrê Êzdiyan li cîhanê Mîr Tehsîn Beg di 13.10.08 an de, berê xwe dane avahiya Perlemana Kurdistanê û ji layê berêz Ednan Muftî serokê Perlemana Kurdistanê, serokê komîteya nivîsandina destûra Herêmê û çend berpirsên din  ve hatin pêswazî kirin.

Mîr Tehsîn Beg û sanda li gel daxwaz li rayedarên Hikûmeta Herêmê kirin ku li Kurdên Êzdî û hindikayiyên din xwedî de derkevin û mafên wan di destûra "Herêmê"  û ya "Bexda" yê de bêne çespandin.
Ji hêla xwe ve Serokperlemanê Kurdistanê soz da sandê ku bi cidî li ser daxwaz pêsniyaz û gazinên wan rawestin, û got ku Kurdên Êzdî parçeyekî bingehînin ji netewa Kurd û em qet bi tu awayan rê nadin tu hêzan ku mafên wan binpê bikin.!

Her weha hidikayên din jî yên mîna Xiristyanan bêdeng neman û serî li Hikûmeta Herêmê dan, û doza maf û parastina xwe kirin.

Tê zanîn ku di dema dawî de, teroristan di bajarê Mûsilê de gefên mezin li Xiristiyan xwendin, û bêtirî 15 kesan jiyna xwe ji dest dan, û bêtir ji 800 kesî koçber bûn.5
Her weha Kurdên Feyilî jî her timî ji danûstandina Hikûmeta Herêmê û ji ya Merkezî jî bi gazin in.

Ev rewsê û ev nerazîbûn û gilî û gazinên van hidikayiyên Iraqê bi gistî ne ji valahiyê tên.
Û eger rews bi vî rengî berdewam bike, dê di pêserojê de teqîn û encamên pir nexwes, pir bi ziyan bi xwe re bîne, ku êdî tu kes nikaribe li ber jan û hêrza wan xwe bigre.
 
Jêder û çavkanî:
1- raporta miletên dibin gefê de ( GfbV )
2- Kîfah Mehmûd, Singal ji salên (1947- 2002) semînar.
3- Heman jêder
4- Agahdariyên komîteya Hawarê 22.08-26.08.2007 an
5- Daxwiyaniya çak 17.10.2008

EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K