Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwês Ferho:
Jenosîda Êzidiyan tê plankirin
Gabar Çiyan
– Hêja Derwês M. Ferho, em te ji xebatên Enstîtuya Kurdî ya Brukselê nas dikin. Hayê mej i çalakiyên we yên hêja heye. Em dixwazin hûn hinekî qala xwe bikin. Derwês M. Ferho ki ye?
Derwês M. Ferho: ji Mizîzex (Midyad), ji sala 1977 û vir de li Beljîka dimînim. Di 1978 de tev 6 hevalên xwe TÊKOSER, Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka damezrand. Ev rêxistin bû hîmê Enstituya Kurdî ya Brukselê (1989). Xwendina bilind (ne zanîngeh) li bajarê Leuven qedand. Ji 1996 de serokatiya Enstituyê dikim. Sê berhemên min yên helbestan, tev nivîskar û lêkolînerên cihê jî bi qasî deh berhemên li ser pirsên cihê yên Kurdan hatine wesandin. Berpirsiyariya gistî ya kovarên Les Kurdes (Frensizî) û De Koerden (Nederlandî) dikim. Her du kovar jî yên Enstituya Kurdî ya Brukselê ne.
– Bi taybetî li Sengalê û li deverên din yên Kurdistanê Êzîdî dibin qurbana êrîsên hovane. Ewlekariya wan li ser xaka xwe tune ye. Dîtina te ji bo parastina vê çanda netewî ya kevnare û parastina Êzidiyan çi ye?
Derwês M. Ferho: Zor û zilma li ser civaka Êzîdiyan ne tistekî nû ye. Demeke dirêj e û diçe heta bi destpêka guhertina ol û rayedariya (îktîdar) li nav Kurdan. Sitara Êzîdiyan, ji gelek sedeman, di hember êrîsên ji dervayê civaka wan de, di bin ti perran de pêk nehat. Bi teybetî,  di demên ku Kurdan bi awayekî gistî û berfireh ber bi çûna Îslamê de çûn. Her çiqasî îslamiyet li Kurdistan bi hêz ket û her çiqasî rayedarên herêmê Îslamiyet mîna ola fermî pejirandin ev zor û zilm li ser Êzîdiyan zêde bû. Lê ev nayê vê wateyê ku bes hêzên Îslamî û yên nêzî wan êrîs birin ser Êzîdiyan. Gelek civakên xwedî olên din jî Êzîdî êsandine.Êzîdî behsa 72 (vê dawiyê jî ya Sengalê kete ser) fermanên li serê wan qewîmî ne dikin. Ez heta niha nizanim li ser çi esasî 72 fermanan dibêjin. Lê tistê ku ez zanim, fermaneke berdewamî li ser vê civakê heye. Yek be, yan 72 be! Ev civaka xwedî ol û dîrokeke kevnare qurbanê teybetmendiyên xwe ye. Li ser axa xwe, li nav welatê xwe, di jiyana xwe de êrîs têne ser û bi qelandinê tê tehdîdkirin. Roj bi roj hê zêdetir dikeve ber kokbirrînê. Ev kokbirrîn ji aliyê olî ve, ji aliyê civakî ve, ji aliyê dîrokî ve, ji aliyê etnografîk ve û ji aliyê war ve pêk tê. Êzîdî bi xwe neçûne ser xaka kesekî din. Kesên din, civakên din têne ser wan. Talaneke berfireh li ser serê wa ye. Ev kokbirrîn û talana mezin organize kirî ye. Hem di nava civakên derdorê de û hem jî ji aliyê fermî de ev kokbirrîn û talan serberdayî ne. Fermî û ne fermî, bi qanûn û bê qanûn ev ferman li ser serê wan e. Loma jî nave wê jenosîd e!
Di ware ewlekariyê de ez du alî difikirim. shingal_Ferman_484580140.png
Yek; çavnebarî û êrîsên li ser Êzîdiyan ji aliyê olên din. Di sedsalên dawîn de bi teybetî ji aliyê hêzên Îslamî. Esîr û dewlet bi tewrên xwe vê civakê yan didin ber zor û zilmê, yan jî li hember zor û zilmê bi qedera xwe re dihêlin. Heq û hiqûqê esîr û dewletan ji bo vê civakê di gelek dem û waran de namese. Êzîdî ji heq û hiqûq bê maf in. Meriv dikare vê yekê bisibîne rewsa gistî ya Kurdan ya neteweyî. Ez bawer nakim ku kesek, civakek yan dewletek nizanibe ku Kurd ji bo Kurdbûna xwe têne perçiqandin. Lê ev kes, civak û cîhan li hember vê zor û zilma li ser Kurdan bê deng dimîne. Êzîdî jî di eynî rewsê de ne. Ew ji bo ol û teybetmendiyên xwe têne qirkirin. Her kes jî vê dizane. Lê kî li wan xwedî derdikeve? Kî li ku li heq û hiqûqê wan dipirse?
Du; Êzîdî xwe bi xwe sirîkê vê rewsê ne. Di bin nave xweparastinê û ji tirsa hundakirina ol û teybetmendiyên xwe, xwe di qalikê xwe de kilît kirin. Ne di ware olê de û ne jî di warê ramanê de xwe nuh kirin. Li ber xwe nedan. Dijminê ol û civaka xwe bêminet nekirin. Ji bo kêse zêde nebin xwe bêdeng kirin!!!
Derdorê wan ew îzole kirin, fetwa li ser wan xwendin, ew ji bo berjewendiyên ola Îslamê bi gelek tistan tewanbar kirin, av û nanê wan heram kirin, civaka wan kirin pêkenok, ziman û adedên wan gunehkar kirin, qedexe kirin, bi bîr û baweriya wan lîstin… Ev qas tist jî bi zanebûn hatin kirin. Ev siyasetek bû. Stratejiyeke ji bo ji kokbirrîna Êzîdiyan, ya demdirêj bû.
Êzîdiyan çi kir? Ev qas tist bi dil yan jî bê dil, qebûl kir. Serî nehilda. Dema meriv li dîrokê dinêre çi dibîne? Ew ol û ramanên ku ji derve re vekirî ne, ji minaqesê re vekirî ne û zelal in, pês dikevin. Mezin dibin. Bi mezinbûna xwe re jî bi hêz dibin. Ji ber çi sedemê olên Îslamê û Xiristiyanan li her kuçe û herêmên cihanê mizgeft û dêrên xwe ava dikin, lê Êzîdiyên me heta niha li yek cî mabeteke xwe ava nekirin? Çima niha dest pê nakin û mabetan ava nakin?
Di her mizgeft, dêr û xwendegehan li seranserê cîhanê hînbûna van her du, û gelek olên din jî, mimkin e lê bes ola Êzîdiyan vesartî ye? Rews hatiyê vê qasê ku êdî 99 % Êzîdiyan jî ola xwe nas nakin. Bes dizanin ew êzîdî ne. Lê naveroka Ezdahiyê nizanin. Ev bi serê xwe trajediyek e û gunehekî mezin e. Kî ji vê yekê tewanbar e? Êzîdî bi xwe!
Civaka Êzîdiyan, ji sedema kilîtkirina deriyan, teng ma. Bêzar ma. Bê goman ma. Hêvîskestî bûn. Xwe bê xwedî û bêhêz dîtin. Ji xwe û rastbûna xwe, ji hêza xwe û bikêrbûnên xwe bawerskestî bûn. Xwe bê heval û bê dost dîtin.   
Eger di ciyê pêwîst de li ber xwe dabane û mineta kesekî nehildane rews weha nedibû. Eger ew di dema dihatin îzolekirin de, li ser fetwa û ferman dihatin xwendin bi cesaret rawestabane rews weha nedibû. Eger di dema ku hin ji wan misilmanên sîrheram dihatin malên wan yan li ciyekî din av û nanê wan û destkuja wan nedixwar û venedixwarin gerek ji wan re negotibane, kerem bikin hun serê vê heywanê jêkin. Bila birçî û tî mabane. Gerek e ji wan re hatibane gotin; nan û ava me ji nava te paqijtir e. Ne nan û av, ne destkuja me heram e. Dilê we ne paqij û heram e.

Di warê ziman de Êzîdî Kurdê herî paqij man. Kurdên ku misilman bûn, heta bi zimanê xwe, bi zimanê xwe re jî bîr û ramanên xwe, orf û adedên xwe jî guhertin. Lê Êzîdiyan ev nekir. Bi zimanê xwe axaftin, duayên xwe, limêjên xwe, sîn û sahiyên xwe bi zimanê xwe, bi Kurdî kirin. Ev hêjayî gotinê ye ku meriv pê serbilind e. Lê çi kêmasî di warê ziman de hate kirin ? Ew jî ew e ku ew ziman dîsa ji sedema tirs û gomanan nehate nivîsîn. Ev jî bû sedema ku bi hezaran tistên Êzdahiyê, ez bi rehetî dikarim bêjim Xezîne, hunda bûn. Ewê careke din werin dîtin û bêne nivîsîn pirseke mezin e?
Ji bo  parastina Êzîdiyan li tevayê herêmên Kurdan û dervayê welêt, divê merov çi bike? Em çawa dikarin vê çanda kevnare xurttir bikin?
Heta niha, Êzîdiyan werger di navbera xwe û Xwedê de pêwîst nedîtine. Rasterê ew dikarin bi zimanê xwe, bi Xwedê re diyalogê bikin. Ev serbilindiyeke mezin e. Ne Erebî, ne Turkî, ne Parsî û ne zimanekî din ji me re lazim e ku em duayên xwe, limêjên xwe, li ber Xwedê bikin. Zimanê me Kurdî pirr xwes e û Xwedê jî bi Kurdî ji me bastir dizane.
Bi bir baweriya min divê Êzîdî bighine wê qenaetê ku kesek serê kesî naxwerêne. Divê ew xwe bi xwe serê xwe bixwerînin. Ew tê wateyê ku ew xwe bas organîze bikin. Dubendîtiyên nav xwe rakin. Di bîr ramanênên xwe de reforman pêkbînin. Mîna çira ku derdorê xwe ronahî bike xwe li derdorê xwe belav bikin. Wan kilîtên kevnare biskînin û biavêjin behreke kûr.
Qedr û qîmetê ol û teybetmendiyên xwe heskere li ser meydana zanyariyê razînin û bikin mijara lêkolînan. Di warê civakî de xwe li hev kom bikin. Ji xwe êmin û zelal bikevin nava civakên din. Bi sik û goman nemînin. Ji xwe bawer bin. Ji aliyê ronakbîrên Kurdan jî tistên pêwîst ku meriv bike; Divê em ol û teybetmendiyên Êzdahiyê zengîniya xwe bibînin. Ji serî heta binî, dua û qewlên Êzîdiyan li ser orf û adedên me Kurdan in.
Hundakirina Êzdahiyê di nava Kurdan û Kurdistan de pejirandina xweguhertineke ne li rê ye. Di vê rewsê de li Kurdistan pejirandina asimilasyioneke ber bi Îslamê de ye. Li Ewropa û derên din pejirandina asimilasyona ber bi Xiristiyanîzmê ye.
Ne ku ez hember ol, bîr û baweriyên din im. Her kes di bijartina bîr û baweriyê de azad e. Lê ji bo me Kurdan pêwîstiya zanînê heye ku Êzdayetî bîr û baweriyeke bi teybetî ji nav me Kurdan rabû ye û xwezayî ye. Em ji bo çi vê xezîna mezin hunda bikin û ola Ereban, yan oleke din bibijêrin ê pê bijîn ?
EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net
http://www.rizgari.org/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1261

F
E
E
D

B
A
C
K