Serokê Komela Çandî ya Êzidiya li Mûsilê Prof. Dr. Ali Seedo:
Mafê reng û olên cewaz li Iraqê di xeterê de ye

Gabar Çiyan

– Ji kerema xwe re, xwe bide nasîn, Mamoste Ali Seedo ki ye?
Prof. Dr. Ali Seedo Rasho: Min, di sala 1979 an de zaningeha Musilê besa erdzanînê xwend. Di heman zaningehê de, li ser çandinî û karanîna erdê mastera xwe bi dawî anî. Niha ji bo du salan li zanîngeha Emerîka li Kahireyê mamostetiyê dikim.
Gelek lêkolînên min belav bûne. Besên giring ev in: Êzidî û Ezidîzm (2006 erebî), Rewsa Êzdiyan li Iraqa îro (2006, erebî), Dengê Êzidiyan di hilbijartina 2005 an di lîsteya Kurdan de û encam (ji Kofî Annan re hate sandin), Analîzek ku êrîsa li dijî Sêxan û deverên din yê Êzidyan pêk hatin. Kûstina keça Êzidî Duhayê. Biryar û kirinên Kurdên misilman yên pasveru li dijî Êzidiyan (erebî 2007).
Di gelek konferansên li ser pirsên etnîkî li Iraqê besdarî kiriye. Mîsal: Rêvebir di Konferansa Pirsa eqaliyetan li Iraqê 1 ê û 2 ê (Musil 2004, Baxda 2006). Projeya perwerdê li ser çareserkirina pirsgirêkan û rawestdina bazara penaberkirinê (2004, Baxda), pêsdebirina pirsa mafê mirovan li Iraqê (2004 Urdin), pirsa kriminalizekirinê û di civatê de wekhevî (2008, London) û hwd…
– Ji kerema xwe re li ser Komela Çandî ya Êzidiyan li Musilê, anku li ser Yezidi Cultural Association -YCA zaniyariyê bide me…
Prof. Dr. Ali Seedo Rasho: Mirov dizane ku ji ber helwêsta rejîma Sadam li Iraqê, li dijî Êzidiyan gelek çîrok, serpêhatî û zaniyariyên bêbingeh hatin belavkirin. Ev tev bûn sedem ku, rêvebirên dewlePr._Dr_Ali_Seedo_580473875.jpgtê li herêma Êzidiyan rê li ber xizmetên gistî, weke perwerde, bijijkî, elektrîkê bigrin. Ev zilma bi sed salan û nenaskirina niwênertiya Êzidiyan di daîreyên fermî de bûn sedem ku hejartiyek mezin li herêma wan pêk were û hejmara kesên neperwerde bûyî bilind bibe.
Pistî têkçûna Sadam, di Iraqa nû de, ji bo naskirin û bidestxistina mafê Êzidiyan komela me hate avakirin. Endamên me bêhtir ji kesên xwende, ji ronakbîran pêk tê. Di nav me de profesor, parêzger û mamosteyên zaningehan hene. Bêhtir kesên sekuler in.
Yek ji armanca me ew e ku, di Iraq nû de, li ser pirsgirêkên mafê jinan, zarokan û jibo çareseriya dijberiyên hene xebatê bikin.
Her wisa, avakirina civatek demokratîk, belavkirina zaniyariyê li ser çanda Êzidiyan, pêsxistina helwêstên pejirandina hev li Iraqê, di nava daxwazî û xebatên me de cî digirin. Di nava armancên me de, avakirina pirtûkxaneyekî û derxistina rojnameyekî jî heye.
– Qanûna nû ya Iraqê, benda 50 î hate rakirin. Pasê li dijî helwesta hikumeta Iraqê gelek çalakî pêk hatin. Êzidiyan jî dengê xwe bilind kirin. Ji kerema xwe re li ser pirsê dîtina xwe bîne zimên…
Profesor Dr. Ali Seedo Rasho: Divê ez eskere bînime zimên ku, pistî hilwesandina benda 50 î ji qanûna herêmî li Iraqê, mafê eqaliyet û olên cewaz ketiye bin xeterê, bin tehdîtê.
Di 22 ê tîrmeha 2008 an parlamentoya Iraqê qanûna hilbijartina herêman pejirand. Benda 50 î mafê temsîla niwênerî dida van rengên cewaz. Hejmara Yezidiyan 600 hezar in, lê li gorî qanûnê 1 niwênerê wan hebû. Qanûn xwedî kêmasî bû. Lê ji ber ku hebûna van rengan dipejirand û li ber çavan digirt, bi dilxwesî bixêrhatina wê kirin. Qanûn pistî hefteyekî din ji aliyê sewirmendiya serokatiyê ve hate redkirin û pas de sandin parlementoyê. Pistî du mehan ku guftugo pêk hatin, qanûn ji nû ve xistin dengdanê. Di 24 ê îlonê, di nav koma Kurd û Suiyan de lihevhatin çêbû û qanûn nehate pejirandin.
Rakirina qanûnê îsareta herî mezin e li Iraqê ku, mafên qanûnî yê eqaliyet û olên cewaz tê binpêkirin, nenaskirin.
Bi rakirina benda 50 î, rêya qanûnî li ber temsîla eqaliyetan di parlementoya Iraqê de hate girtin. Bi vê biryarê, kanala tevlîbûna eqaliyetan jibo xebatên pêseroja Iraqê hate xitimandin. Ev kêmasiya hiquqî dê rê ji bo tirsandin û tehdîtkirina eqaliyetan veke, dê rê jibo koçberiya wan ji xaka bav û kalên wan veke. Biryar eskere dike ku, di parlamentoya Iraqê de hejmarek kes hene. Ew dixwazin Iraqê vala bikin, eqaliyetan ji welatên wan dur bixînin û xaka wan dagîr bikin.
Ji nuha ve hejmara tehdîtan li hemberî eqaliyetan, û olên cewaz zêde bûne. Li Musilê, di 24 nîsana 2007 an de hejmarek Êzidiyên xebatkar yê têkstîlê hatin qetilkirin. Li gundên Al Qahtania û Al Jeziderê di 14 tebaxê de hejmarek bilind ji kesên Êzîdî hatin kûstin û ewqas kes jî birîndar bûn. Pistî buyerê xwendevanên olcewaz ji zanîngeha xwe kisandin male, û du salên dawî, xwendina pistî lîseyê bo zanîngehê pir kêm dibe, nabe. Buyerên revandin û kûstin li dijî oldarên Mesîhî pêk hatin. Dêr bi erdê re kirin yek.
Pistî van buyeran hejmarek pirs li benda bersivê ne:
Kî berpirsiyarê van pirsgirêkan e? Kî dikare çareser bike û çawa dikare çaraser bike?
Me, weke parêzvanên mafê mirovan gelek caran dezgehên însanî yên navnetewî li ser pirsa sêweyê nenasîn û dîskîrîmînasyonên cewaz û xeterên dikarin bibin siyar û agehdar kiribû. Em banga xwe dighêjînin wan dezgehan ku, ji hikumeta Iraqê pejirandina mafê eqaliyetan bixwazin, zext û bandore xwe li ser hikumetê zêde bikin. Pistî nepejirandina benda 50 î mafê eqaliyetan ji hole rabûye. Di rewsa îro de, çi navgîn tune ku eqaliyet dîtin û nerazîbûna xwe li Iraqê bînine zimên. Rê li ber wan hatiye girtin.
Li gorî rewsa îro, daxwaziyên me ev in:
Pejirandina niwênerên me di dezgehên herêmî û hikumeta federal de. Hejmarek bilind ji eqaliyat û baweriyên cewaz li Iraqê bê maf man, besek mecbûr bû ku derkeve derveyî welêt. Pêwîst e rewsa wan hevwelatiyan li ber çavan bê girtin, ji hatina welêt pay bigirin. Herêmek nîvotonom di bin parastina civak /hêzên navnetewî de…
Eqaliyet û baweriyên cewaz di Iraqa îro ya nû de di bin tehdîtê de ne. Rakirina benda 50 î nîsan û delîla herî mezin e ku, li Iraqê mafê eqaliyetan ji aliyê qanûnî ve di xeterê de ye, kêmasiya wê heye.
Weke kesek ji parêzvanê mafê mirovan, daxwaziya min ji dezgehên însanî yên navnetewî ew e ku, çareseriyekê jibo vê rewsa cidî peyde bikin. Pêwîst e ji van rengên cewaz li Iraqê re ku bi hezaran sal li Iraqê jiyana xwe domandine, xwediyê cî ne û di avakirina welatî de rola wan çêbûye, gav bêne avêtin…
EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net

 

F
E
E
D

B
A
C
K