Ji Federasyona Êzidiyan Nivîskar Loqman Bariş:
Gotina "Êzdî Kurdên resen in" têr nake
Gabar Çiyan

– Hêja Loqman, em te ji rojnamevanî û nivîsên te û ji rêvebiriya dergush.com ê nas dikin. Ji kerema xwe re ji mere qala xwe bike. Loqman Baris ki ye?
Loqman Baris: Ez di sala 1975’an li navçeya Ruha Wêransarê li gundê Zewra ji dayik bûme. Li wir min dibîstana seretayî xelas kir û du salan jî dibîstana navîn xwend. Di sala 1989’an de hatim Almanyayê û min xwendina xwe li vir dewam kir.
Di sala 1995 an de min li Med-TV dest bi kar kir. Pasê bi rêzê li C-TV, MEDYA-TV, ME-TV û ROJ-TV heta sala 2005 xebitîm. Di MEDYA-TV û ME-TV de min weke pêskêsvan û redaktorê nûçeyan kar kir. Niha jî li zanîngeha Hannover besa dîrok û felsefeyê dixwînim. Di ber xwendina xwe re malpera www.dergush.com bi rê ve dibim û di rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzdiyan de cîhê xwe digrim.
– Federasyona Komeleyên Êzdiyan-FKÊ çi demê hate damezirandin û armanca wê çi ye?
Loqman Baris: Federasyona Komeleyên Êzdiyan FKÊ rêxistina ban a mal û komeleyên Êzdiyan e. Di sala 2004’an de hat damezrandin û niha di bin banê de wê de 2 mal, bi dehan komel û komîte hene. Di demeke gelekî kin de du malên din vedike. Bi hezaran endamên van mal û komeleyan hene. Lewma rêxistina herî mezin a Êzdiyên li Ewrûpayê.Loqman_baris_li_Lalisa_piroz_1_282063957.jpg
Beriya FKÊ jî bi navê Yekîtiya Êzdiyên Kurdistanê bi qasî 12 salan xebatên xwe mesandibû. Rêveberiyekê wê ya ji 15 kesan heye û bi gistî di bin banê vê rêxistinê de bi qasî 140 kes dixebitin.
Federasyona Komeleyên Êzdiyan di xebatên xwe de nasnameya xwe ya kurd weke bingeh digre. Lewma ne tenê rêxistineke olî herweha rêxistineke netewî ye. Bi kurtasî armanca wê ewe ku ol, nasname û çanda Êzdiyan di qada netewî û navnetewî de bide nasandin, xwesbîniya di nava olan de zêde bike. Ji bo vê yekê ji aliyekî xebatên dîplomatîk dimesîne, ji aliyê din ve jî tevî Civaka Îslamiya Kurdistan û Federasyona Elewiyên Demokratîk, Platforma Olên Mezopotamyayê damezrand.
Dîsa ji bo nasandina Êzdiyan gelek pirtûkên olî, dîrokî, edebî û çandî çap kiriye/dike. Li gelek deveran dersên olî, zimanê kurdî, folklor uhw. dide zarokan. Berê kovareke bi navê Lalis derdixist, lê niha xebata xwe ya di vî warî de bi riya malpera www.dergush.com dimesîne.
FKÊ ji aliyekî van karan dike, ji aliyê din ve jî hewl pirsgirêkên nava Êzdiyan çi yên di nava xwe de, çi jî yên bi civakên din re çareser bike. Lewma xebata wê di nava gel de û bi gel re ye. Wekî din gelek panel û çalakiyên cûrbecûr organîze dike.
Federasyona Komeleyên Êzdiyan tevî van karan bi komeleyên êzdiyan ên li Ermenîstan, Rusya û Sengalê re jî di nava danûstandinên xurt de ye.
– Li ser pirsa parastina Êzdiyan dîtina te çi ye?
Loqman Baris: Tevî ku hejmara Êzdiyan tenê derdora milyonekê ye jî, îro ji bilî bakur, basûr û rojavayê Kurdistanê, li gelek welatên Kafkasyayê, li Rusya heta Sîbiryayê jî belav bûne. Zêdetirî sedhezarî li welatên Ewrûpayê, bi taybet li Almanyayê dijîn.
Lewma dema mirov parastina Êzdiyan guftûgo bike, divê her welatî taybet binirxîne. Weke mînak; dema mirov bahsa Êzdiyan li basurê Kurdistanê bike, divê bahsa zexta olî, kustin û qetlîaman bike. Lê dema bahsa Ewrûpa bike, divê bi taybet bahsa asîmîlasyonê bike. Li Kafkasyayê jî pirsa ‘gelo Êzdî Kurd in an na’ derdikeve pêsberî me.
Li bakurê Kurdistanê bi têkosîna rizgariya gelê Kurd re, tahamûl û tolerans ji bo Êzdiyan zêde bûye. Zexta berî salên hestêyî gelekî kêm bûye. Eger hîn hînekî hebe jî bêhtir meseleyên êsîrî ne. Îsal dema du caran çûm welêt, min ev yek dît. Ango biratî derketiye pês. Ji xwe eger mirov bahsa biratiya Kurd û Tirkan bike, bahsa biratiya Kurd û Ereban bike, bahsa biratiya Kurd û gelên din bike, li hemberî wê jî biratiya Kurdan xwe bi xwe derxîne pês, wê demê ruhê netewî bi mirov re nîne.
Ji ber ku berî em û gelên din bigihîjin hev ango bibin birayê hev, herçiqas ola me ne yek be jî em Kurd xwe bi xwe birayên hev in. Hemû Kurd berî Muslumantiyê qebûl bikin, Êzdî bûn. Niha jî hin merivên Êzdiyan ên gelekî nêz û Îslam weke ol qebûl kirine, hene. Ola me ne yek be jî, zimanê me, çanda me, dîroka me, xwîna me, sahî û cejnên me, xewn û xeyalên me, ês û azarên me yek in.
Mixabin em dîbinin ku li basûrê Kurdistanê ev rastî li ber çavan nayên girtin. Salek berê havînî ji bo hin dokûmenteran li ser Êzdiyan çêbikim, li basûrê Kurdistanê bûm. Bi tevahî sê mehan li basûr û di nava Êzdiyan de mam. Dema ez li Hewlerê bûm, fermana li Sengalê pêk hat. Pasê derbasî wê herêmê jî bûm.
Beriya her tistî nêrîna li Êzdiyan gelekî neyênî ye. Êzdî weke kafir, weke kesên bêol, weke xwedênenas, weke neyar tên dîtin. Helbet ne herkes weha dibîne, lê piranî. Lewma jî tevî ku bi sedhezaran Êzdî li wir hene jî êdî çavên herkesî li revê ye. Herkes dixwaze canê xwe rizgar bike. Nizanim valakirina welêt li gor berjewendiyên kê ye? Nizanim eger Sengal bi Kurdistanê ve neyê girêdan kî wê qezenc bike?
Bi taybet ewlekariya Êzdiyên li Sengalê nîne. Ew dever hatiye jîbirkirin. Tirsa ji mirinê li aliyekî, birçîbûn û tîbûn niha derdê herî mezin e. Kar jî nîne. Ji xwe erzaqê Neteweyên Yekbûyi belav dike, nagihîje wan. Destê herkesî vekirî û hêviya wan Xwedê ye. Dibe ku ew dever di fermiyetê ne girêdayî hukûmeta Kurdistanê be, lê di warê pratîkê de her tist di dest partiyên Kurd de ye. lalish___200551225653_373398299.jpg
Ji bo parastina Êzdiyan, li gorî min divê pêsî em vê pirsê ji xwe bikin, gelo em dixwazin Êzdî werin parastin? Ev pirs ji rayedarên hukûmeta Kurdistanê ye. Dema ku meleyek li bajarekî weke Duhokê waazê bide û Êzdiyan weke neyarê Xwedê bide nasandin û lewma jî qetlîama wan helal bike, wê demê Êzdî dê neyên qirkirin? Dema rayedarên hukûmetê jî vî meleyî ji wezîfeyê negrin û ceza nekin, mirovê çewa bahsa parastina Êzdiyan bike? Lewma li gorî min bersiva vê pirsê gelekî girîng e.
Bersiva pirsê erênî be, gavên bên avêtin gelekî hêsan in. Xurtkirina asayîsê bi serê xwe ne çare ye. Beriya her tistî divê nêrîna me ya li ser Êzdiyan were guhertin. Gotina ‘Êzdî Kurdên resen in’ têr nake. Divê hukûmeta Kurdistanê siyaseteke taybet û pozîtîf ji bo Êzdiyan destnîsan bike. Di vê siyasetê de divê xwesbîniya li hemberî Êzdiyan derxîne pês. Di dersên dibîstan û zanîngehan de, li mizgeftan, di çapemeniyê de divê bahsa niqteyên hevbes û biratiyê bê kirin û ne ku Êzdî weke xwedênenas werin nasandin. Ji ber ku ev ne rast e jî.
Pistî ku ev siyaset hat qebûlkirin, gavên din ên werin avêtin li pê tên. Bi vê yekê re gel wê hevûdin qebûl bikin û jiyana Êzdiyan wê were parastin. Wê demê êdî mirov dikare bahsa parastina Êzdiyan ji aliyê çand, ziman û olê ve dike. Mixabin em hîn ji vê yekê dûr in.

 

F
E
E
D

B
A
C
K