Gabar Çiyan

Sermin_Bozaslan_743455742.jpgSeroka Federasyona Komeleyên Kurdîstanê Li Swêdê Sermîn Bozarslan:
Çanda Ezidî Çanda Kurdan ya herî kevnare ye

– Hêja Sermîn, em te ji xebatên Federasyonê yê piralî û rengîn nas dikin. Em dixwazin dîtina te li ser parastin û ewlekarîya Êzidiyan bistînin…
Sermîn Bozarslan: Kurdên Ezidî ji ber ku him kurd in û him jî Ezidî ne; gelek teda dîtin e. Bi taybetî ewana di herêmên ku bi fermî ne li ser Kurdistanê ve hatine girêdan de dijîn, gelek zilm û zordarî dîtin e û dibînin. Meriv li ku bibe bila bibe, divê meriv ji ber nasnameya xwe ya netewî an jî olîtîyê neyê pelçiqandin û kustin.
Di herêmen ku grûbên îslamî yên extremist lê hene ewlekariya Ezidîyan her tim di xeterê de ye. Ewlekarîya wan him wek kurd û him jî wek Ezidî yekcar di bin riskekî mezin de ye. Parastina kurdên Ezidî, li heremên ku niha bi fermî ne ser bi Kurdîstanê ne di destê yekem de vatinîya Hukûmeta Iraqê ye.
Hindikbûn zehmet e. Piranî gelek caran li gor normên xwe rewsa Êzîdiyan nirxandine. Di xwe de heq dîtin e ku li ser navê wan xeber bidin û wan tarîf bikin. Meriv divê ji êzîdiyan bixwe bipirse ew li xwe çawa dinêrin? Çi dijîn? Çi dixwazin? Ji hukûmeta Iraqê çi dixwazin? Ji me kurdan çi dixwazin?
Çanda Ezidî, çanda kurdan ya herî kevnare ye. Ew li ser axa xwe, çanda xwe ya kurdîtîyê û Ezidîtîyê bi salan parastine û anîne hetanî dema me. Jiyandina çanda Ezidîtîyê , jîyandina beseke bïngehîn ya çanda kurdî bixwe ye. Ez hêvîdar im di demekî kin de herêmên Kurd ku tê de gelek Ezidî dijîn; bi hêrema Kurdîstanê ve bên girêdan. Wê demê dê parastina ewlekarîya wan hêsantir be!
Destê dijminên kurdan di gelek bûyeran de ku li dijî kurdên Ezidî hatine kirin, hene. Armanc, provokasyon e. Armanc ew e ku kurd bilîyê hev du bibin, tifaqên xwe xira bikin û destkeftîyên xwe ji dest derbixin.
– Li ser pirsa Parastina Kurdên Ezidî li Herêma Kurdistanê dîtina te çi ye?
Sermîn Bozarslan: Di nav herêma Kurdistanê de rewsa Kurdên Ezidî bastir e. Serok, serokwezîr û parlamentoya Kurdîstanê wan bi fermî diparêzin. Temsîla wan di parlamentoyê de heye. Rêxistinên êzîdiyan hene. Wek kurdên Ezidî dikarin doza mafên xwe bikin.
Di jîyana rojane de carna bûyerên nexwes li hemberî êzîdiyan çêdibin. Ji ber ku pêsîya van bûyeran bên girtin; divê meriv xebatên dûr û dirêj yê sistematîk, xebatên perwerdeyî li ser bingeha civateke pirkulturî, pirolî û pirzimanî û li ser mafê mirovahîyê di dibîstan û medyayê de bête kirin. Mamoste, siyasetmedar, karmend, xwendevan, cîran, her kes dîvê bo parastina Kurdên Ezidî xwe berpirsiyar bibîne.
Di dibistanan de divê ya agahdarî li ser her olî bê dayîn yan jî li ser tu olî tu agahdarî neyê dayin. Divê siyaset û ol cuda bên girtin. Divê civat yên ku islam wek siyaset bikartînîn, yên ku islam li gor menfeat û li gor mêjiyên xwe yên kevneperest sirove dikin, îtîbar neke, ji wan re deng nede. Lewra xwendin û perwerdekirina civatê gelek girîng e.
Di dawîyê de dixwazim bibêjim ku di civata demokratîk ya kurdan de divê qîmeta Kurdên misilman, Kurdên Ezidî , Kurdên bêbawer wekhev be. Zarokên me jî divê li gor vê yekê bên perwerdekirin.
EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net

 

F
E
E
D

B
A
C
K