Ji Komîteya Rêvebir ya Komkarê Salihê Omerî:
Kurdistan bê Êzîdî nabe…

Gabar Çiyan

Rola dezgehên demokratîk, helwest û kirinên wan li ser pirsa Êzidiyan giring e. Di nav dezgehên me yên netewî de Komkar xwedî cihekî giring e. Li ser nave Komala Karkerên Kurdistanê Li Swêdê- KOMKAR-Swêd, ji Komîta Rêvebir, nivîskarê navdar Salihê Omerî bersiva pirsa me da.

– Bi taybetî li Sengalê û li deverên din yê Kurdistanê Êzîdî dibin qurbana êrîsên hovane.
Weke dezgehek netewî , ji bo parastina Êzîdiyan li tevayê herêmên Kurdan dîtina we çi ye, divê mirov çi bike? Em çawa dikarin vê çanda kevnare xurtir bikin?
Salihê Omerî: Ezê nivîsa xwe, bi gotina Serokê herêma Kurdistanê hêja kek Mesûd Barzanî ve dest pê bikim. Mesûd Barzanî weha fermo dike "yan resentirên Kurd Êzîdîne, yan jî mileteke nîne bi navê Kurd" Ez jî dibêjim, gotina hêja kekê Mesûd Barzanî raste û esl û feslê Kurdan jî Êzîdî bixwe nin.
Bi ruxandina desthiledarîya Seddamê diktator li herêmên ku birayên me Êzdî li hebûn hîn bastir bû. Li Kurdistana basûr nêzî pênsed hezar birayên me Êzdî hene, cîhê ku lê bi cîh û warin zêde bajarê Sêxan, Singal û Basîkê ne. Du endamên parlamentoya Iraqê, di nav Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û Lîsteya Tevgera Reformê û Pêsketinê de ne û herweha 3 endamên wan jî di parlamentoya Kurdistanê de ne, digel wezîrekê Herêma Kurdistan di kabîneya 5 a hikûmeta Herêma Kurdistanê dene, ji hêla hemû me Kurda û birayên meyî Êzdîyan cîhê pîroz bahîyê ye.
Di bîr û raya mide birayên meyî Kurdên Êzdî li ku dibin bila bibin, divê em bi her hawayî xwedî li wan derkevin û wan weke rûnîya çevên xwe biparêzin. Ji ber ku bi sedê salan û hezarên salan bi virde ola xweyî rasteqîn û welatparêzîya xwe weke Kurd parastine. Dîvê ku li perçê azad yê basûrê Kurdistanê bê sert û bê qeyîd parastina wan bêye kirin. Parastina birayên me Êzdî erka me Kurdan hemûyane.
Divê ku em Kurd bizanibin van birayên meyî Êzdîyên ku li ser esl û feslê xwe manin, di warê olî, kulturî, adetên bav û kalan û li ser koka xwe yê weke Kurd manin, wana bi parêzin û îmkanên madî û manewî ji wanre bixuliqînin. Ev jî zêde li desthiledarîya basûrê Kurdistanê dikeve, bêguman di warê manewîyê de jî li her Kurdekî dikeve ku pîberî wan bibin, ev jî ereke netewî ku ji me hemû Kurdan têye xwestin. Berî îslamyetê, di nava gelê Kurde, ola herî kevin Zerdûstî û ola Êzdîya ye.
Divê birayên meyî Êzdî hebin û weke sembola Kurdan bijîn. Hebûna wan hebûna meye, tunebûna wan nemana me Kurdan e. Raste, Êzdî temsîla çand û kultura meyî kevner dike. Bi rastî jî yê çand û kultura meyî kevanere li ser linga histîye bi hezarê salan birayên meyî Êzdî bixwenin. Heta di xwendina dua û te-eta ji bo xwedê bi zmanê Kurdî di axifîn, li cimeatên xwe de, di sîn û sahîyên xwede, di derz dayînê xweyê olî û dibîstanên xwe de, bi zmanê Kurdî parwede dibin. Divê ev emenet û sembola ji bav û kalan maye bêye parastin. Divê hikumeta herêma Kurdistanê butçayeke ji bo hemû Êzdîyên ku hene veqetîne, ji bo vê çanda kevnar ya bav û kalên me Êzdîyan mane li ser linga bi mînin. Dîsa jî heger Kurdê bi esil û fesil mamin û li rîya xwe sas nekirine Êzdîyetî bixwe.
EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K