Gerînendeyê Zarathustra Newsê rojnamevan Gabar Çiyan:
Divê Êzidî di îdareya devera xwe de desthilatdar bin

 Loqman Baris

– Hûn dikarin xwe bi xwendevanên me bidin naskirin?
Gabar Çiyan: Malbata min, ji Midyadê hatine û li Nisêbînê bi cî bûne. Ez li Nisêbînê hatim dinyê. Lê em bi eslê xwe ji Darê ne. Min, pistî lîseyê û perwerda navxweyî ya rojnamevaniyê, di rojname û kovaran de dest bi rojnamegeriyê kir. Rojnameya lokal ya Nisêbîne birêve bir. Ji ber lêkolînek xwe, û tehdîtên li ser min, ez mecbûr mam ku derkevim derveyî welêt. 1988 an û vir de li Swêdê dijîm. Hejmarek pirtûkên min çap bûne. Ez gerînendeyê gistî yê ajansa Zarathustra News ê me. Her wisa EuroKurd Human Rights ê jî rêve dibim…
– Armanca we ji amadekirina dosya taybetî ya li ser rewsa Êzidiyan çi bû?
Gabar Çiyan: Çend sedemên wê hene:
Kurdistan welatek pirçandî û pirolî ye. Li wir hejmarek çand û olên cewaz hene. Weke Êzidî, Sûryanî, Cuhû û Ermenî. Ez bi wan rengan re mezin bûme. Piralî bandora xwe li min kirine. Dostaniya ji bav û kalan hatiye, îro li derveyî welêt jî bi zarok û torinên wan re didome. Ez pistgirê parastina wê mozaîka pir rengîn im. Ezîdî xwediyê esîl yê Kurdistanê ne. Kurdiya esîl, Kurdbûyîna kur bi saya wan li ser nigan maye.
Em mecbûr in li hebûna xwe xwedî derkevin…
Rengên li Kurdistanê, exlaq û normên tîcarî jî ava kiribû. Nirxê hunerê, ked û xwedanê bi hebûna wan bilind dibû. Îro besek ji wan rengên cewaz ji ber sedemên cuda ji welêt barkirine, ji cihên xwe hatine dûrxistin. Wan valahiyek mezin di du xwe de hist. Besek ji xelkê me îro, ji fêrbûna huner û kar, û ji qezenca bi keda xwe bêhtir bi du dewlemdbûna bêked ketine. Ji bo qezenca bêkêd, Kurdan jî mîna tirk û ereban dest bi karên xirab kirine…
Divê xebat ji bo vegera wan bê kirin. Da ku welatê me li xwe vegere.
Ez hinekî vê yekê dikim.gabar_ciyan_912762268.gif
Înkara hebûna rengên wisa, neparastina wan û bêhelwestmayîn rê ji qirkirin û koçberiyên nû re vedike. Divê pirsa mafê eqaliyet û olan, ji aliyê me ve weke pirsên pir giring û pîroz bêne dîtin.
Ji bo belavkirina vê baweriyê ez dixebitim.
Ez ji bavûdê, ji kurdên misilman im. Lê Ezîdîtî di dilê min de ye. Di ruhê min de ye. Hezkirina min ji bo bawermendên Mesîh û Mûsa jî mezin e. Ez hinekî Mihemedî, hinekî Mesîhî û hinekî jî Mûsayî me. Lê di dil û rûhê xwe de, Ezidî me.
Ez hewil didim ku weke kesek Ezidî hizir bikim. Êsa canê wan ya min be. Lewma li cem min, parastina Ezidîtiyê û berjewendiyên wan, li ser berjewendiyên îdolojîk in. Ew nirxên herî bilind yên netewî ne. Ez dixwazim xizmetê jê re bikim.
Demek dirêj xebata min bi Suryaniyan re bû. Ez, di avakirina Enstîtuya wan ya pêsî " Mezopotamya" de, endamê avakir bûm. 4 pirtûkên min li ser wan hatine nivîsîn. Hejmarek mezin ji ronakbîrên wan nas dikim. Têkiliyên me yên biratiyê ne.
Cuhu jî wisa. Min ji bo avakirina pirên biratiyê bi Kurdên Cuhu /Cuhuwên Kurdistanê re çend gav avêt. Pir kêfxwes bûn. Niha jî ji bo Ezidiyan hinek hewildanên min çêdibin.
Parastina reng û olên li Kurdistanê, hebûna wan garantiya toleransê ye. Hevdu fêmkirin, tehemula çand û olên cewaz bi saya wan dikare bibe.
Ez bi vê zanînê nêzî pirsê bûm.
Îro, hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve tê rêvebirin. Anku hêza wan heye ku bandorê li gelek biryaran bikin.
Di sala dawî de, li ber çavê cîhanê û Kurdan, Êzidî hatine kûstin û qetilkirin. Neteweyên nexêrxwaz, planên jenosîdê li dijî wan gav bi gav pêk dihênin. Lê ji bo parastina wan, mafê wan yên olî û însanî, gavên cidî nayêne avêtin.
Me xwest pirsê bînine rojevê. Bibin ber destê dezgehên netewî û navnetewî.
Xebata me berdewam e.
– We encameke çawa ji hevpeyvînan derxist? Êzidî wê çawa werin parastin?
Gabar Çiyan: Parastina Ezidiyan, gava dil bixwaze, helwest û programek kurdan bi xwe hebe û bi israr bê raçavkirin û pêkanîn, wext digire, lê dikare bibe.
Dezgehên demokratîk, hêzên polîtîk yên Kurdan bi gistî dilxwazê gavek wisa ne. Lê hineka ji wan re nebûye pirsgirêkek ji ya esasî. Di programên wan de bi nivîskî heye, lê ji ber sedemên cewaz xala li ser pirsê aktîf nabe.
Wezîfeya herî mezin dikeve ser milê ronakbîrên Ezidiyan, ronakbîrên Kurd ku di ruhên xwe de Êzidî ne û dilxwazê wan. Divê programek wan hebe. Pirs ji sê aliyan bê nirxandin:
1- Ji bo ku gund û bajarên Ezidiyan ji awira ewlekariyê ve bi gistî têkeve bin kontrolê û tedbîr bêne girtin, divê gava bingehîn bê avêtin û ji bo vê jî xebat bê rawestan bê kirin: Divê devera Êzidiyan bi gistî bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan…
2- Di qonaxên dîrokê yê cewaz de heta îro, ji ber êrîs û nêzîkbûnê neînsanî yên ereb, romî, ecem û besek ji kurdên misilman, rewsa Êzidiyan ji awira aborî, çandî, bijijkî, perwerde, lixwevegera ola wan ve, gavên pêwîst nehatine avêtin. Kêmasî hene. Ji wan re alîkarî pêwîst e. Ji bo pêsketina devera wan, pêwîstî bi aramiyê û azadiyek nisbî heye.
Mirov dibîne ku, li herêmên cînar, kurdên misilman ji destê wan xwarinê naxwin, fituyên mirinê derdixînin. Ji bo rê li ber tevayê êrîsan bê girtin û rewsa wan bas bibe çend gavên pratîk û qanûn pêwîst in:
A) Weke ku birêz Serok Mesûd Barzanî jî qal dike, divê Êzidî Kurdên esîl bêne dîtin. Tevayên êrîs û biçûkxistina li dijî wan bê ceze nemîne. Divê ev bend bibe qanûnek bingehîn û ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bê pejirandin.
B) Di cîhanê de gavavêtinên însanî pir in. Weke mîsal, dema ku nijada kûlîlkekê dikeve xetera wundabûn û tunebûnê, qanûnek tê derxistin. Raya gistî li ser xetera li pêsiya kûlîlkê tê agehdarkirin. Mirov tenê xwesikbûna kûlîlkan temase dike, bêhn dike. Lê wan jê nake. Bi qanûnên wisa, kûlîlk têne parastin. Nimuneyên wisa ji bo besek teyr, bajarên kevanare jî tên girtin. Ew teyr û bajar dikevin bi parastina dezgehên netewî, anjî navnetewî.
Yezîdî jî mîna kulîlkan in. Îro jiyana wan, di bin tehdîta ereban, grubên ekstrêm û kurdên misilman yên pasverû de ye. Pêwîstiya Êzidiyan bi aramî û azadiyek nisbî heye. Em zanin ku li Herêma Kurdistanê xebat û kar piralî dibe û têra xwe mijul in. Divê mafê Êzidiyan ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bê parastin, lê Êzidî bi xwe ji wan re nebin bar. Ew jî tevlî xebata qonaxa pêsketina herêmê bibin.
Weke ku li jor jî hate qalkirin, Kurdên misilman nikarin rêvebiriya cihên Êzidiyan, bêteref bikin. Lewma divê Êzidî di bajar û gundên xwe de desthilatdar bin: Saredarên bajarên xwe bin, polêsên devera xwe bin, doktor û mamosteyê xwe Êzidî bin û rêvebirên devera wan Êzidî bin. Divê Êzidî, îdareya devera xwe rêve bibin. Xwe zêde têkilî polîtîka herêmê nekin. Bêhtir li ser pirsgirêk û pêsketina devera xwe kur bibin.
Pir giring e ku, tevayên hêzên kurdan, lê bi taybetî PDKI û YNK, parastina Êzidiyan weke parastina nirxên netewî bibînin. Parastin û pêsxistina wan di ser berjewendiya partî û îdeolojiyan re bigirin. Û li ser vî esasî mudaxeleyî nav devera wan, tayînkirina rêvebirên wan ûhwd. nekin.
Ji bo desthilatdariya devera Êzidiyan bi destê wan bê kirin, divê qanûnek bê derxistin û ji aliyê Hikumeta Herêmê ûhwd. bê pejirandin.
c) Di hilbijartinên gistî de, niwênerên Êzidiyan li gorî hejmara wan, cihê xwe di parlementoya Kurdistanê de bigirin. Ev yek bibe qanûn û ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bê qebûlkirin.
e) Ji butceya netewî payê wergirin. Pay li gorî hejmara wan bê dayîn.
f) Bi zutirîn wext, li devera Êzidiyan, gundên dur û cihên bi xeter, bi cî bê histin û rûnistvan li cihên ewlekar bêne bicîkirin, komkirin. Çarçoveyek, anku kemberek ewlekariyê ji aliyê Êzidiyan ve li dora devera wan bê avakirin. Divê, Kurdên misilman jî di nav de, bê îcaze çi kes nikaribe derbasî devera wan bibe.
g) Avakirina navendekî li Ewropayê, ji bo "Raçavkirina Mafê Mirovan ya Êzidiyan" bê avakirin. Dokument û fîlmên li ser pirsê bêne komkirin. Bi çend zimanan bulten bi sêweyekî sîstematîk bên derxistin. Kurd û dezgehên însanî, hêzên navnetewî li ser pirsê bêne ronîkirin. Têkiliyên hevkarî, dostanî û dîplomasiyê bêne xurtkirin…
– Programek EuroKurd Human Righst li ser pirsê heye an na?
Gabar Çiyan: Belê heye.
Di navenda me du kar têne kirin. Zarathustra News û xebatên EuroKurd Human Rights. Em giringiyê didin arsîvê. Çend besên me yên xebatê hene:

1. Raporên netewî û navnetewî, li ser pirsa mafê mirovan li Herêma Kurdistanê û raçavkirina mafê mirovan li Herêma Kurdistanê
2. Besa nû tê avakirin: Raçavkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê û berhevkirina arsîvê
3. Raçavkirina hovîtiya baasiyên hov yên Sûriyê li ser pirsa mafê Kurdên Basûrê biçûk yê Kurdistanê û berhevkirina arsîvê
4. Berhevkirina zaniyarî û arsîvê li rewsa mafê mirovan li Bakurê welêt…
Her wisa hinek xebatên taybetî jî têne kirin: Berhevkirina dokument, pirtûk, film li ser Gelê Asurî/Suryaniyan. Li ser Cuhuwên Kurdistanê û Êzidiyan. Besê Ezidiyan hêdî hêdî xurt dibe. Pêwîstiya me bi rapor, pirtûkên li ser pirsê hene. Hêviya me ji gelê me ew e ku, li ser pirsê ji me re ji awira dokumentan ve bibin alîkar. Kesên bixwazin, dikarin bi rêya malpera me: www.eurokurd.net re têkiliyê deynin.
– Tistekî din heye ku lê zêde bike?
Gabar Çiyan: Gelek spas ji bo eleqata nêz ya Medîa Kurdî. Spasiyên teybetî ji bo xebatkarên "rizgari.com"ê ku malpera xwe bi me re pay kirin. Spas ji we re û ji tevayê kesên besdar re.
www.dergush.com

F
E
E
D

B
A
C
K