Ev demek e ji Basûrê Kurdistanê li ser pirsê nûçeyên cewaz belav dibin. Li ser talankirina
eserên dîrokî, bê xwedîbûna wan, nêzîkbûnên sas li wan û carna jî têkbirina nirxan bi rêya
dezgehên fermî, nas, hevalbendên rêvebirên siyasî û hwd. nûçeyên belav dibin, mirov sok
dike û mat mayî dihêle.
Di vê dosya taybetî de, em dixwazin bala çandên li herêmê û cîhanê biksînin ser rewsa
nirxên dîrokî li Herêma Kurdistanê. Zaniyarî, ji kanalên taybetî, kesayetiyên kurd, dezgeh û
medîa kurdî hatine girtin. Çavkanî parastî ne.
Em eskere dikin ku, pirsa eserên dîrokî li cem hinek dezgehên têkildar yên navnetewî tê
niqas kirin û hinek biryarên giring jî ji aliyê wan ve hatine girtin.
Di vê dosyayê de, nameyek giring ji Unescoyê jî tê pêskêskirin.
Armanca me ji amadekirina vê dosya taybetî ew e ku, sasîtiyên têne kirin nîsan bidin. Çend
nimuneyên hatine têk birin, pêskêsî raya gistî bikin.
Bê guman e ku, deverên hatine xirab / talan kirin zêdetir in. Hayê me jê heye ku li
Silêmaniyê xirab kirina çend deverên din dest pê kiriye.
Nirxên kevnare, dîroka me ye, malê me û yê tevahê mirovantiyê ye. Divê em li wan xwedî
derkevin.
Wezîfeya Hikumeta Herêmê-KRG ew e ku xwedî li nirxên herêmê yên dîrokî derkeve. Rê li
ber têkbirin û talanê bigire. Hêviya me ew e ku, sasîtiyên hatine kirin bêne serastkirin û
tevayên nirxan bêne parastin.
Daxwaziya me ji tevayê dezgehên herêmê û navnetewî, yên fermî û serbixwe ew e ku, li
hemberî talan û têkbirina nirxên dîrokî li Herêma Kurdistanê, ku di wan de sopa gelê kurd,
ermenî, asûrî ûhwd. hene, dengên xwe bilind bikin û mudaxeleya pêwîst bikin. Îlon 2009
Kadir Nadir, rêvebirê ”Kampanya li dijî talankirina nirxên dîrokî li Kurdistanê”
Alî Mahmûd, endamê “Kardocide Watch – CHAK”, Hollanda
Gabar Çiyan, rêvebirê “EuroKurd Human Rights- EHR”, Stockholm
Jan Beth-Sawoce, rêvebirê ”Mesopotamiska Institutet” ya Asuriyan li Swêdê
Ji bo zêdetir li dosye bibînî li PDF binêre