Li gorî atmosfera ku di çapemeniya Fransayê de heyî heman komkujî weke encama nakokiyên navxweyî yên PKKê pêkhatiye. Bê guman di çê kirina vê atmosferê de rola dozgeran heye. Bi rêya hin rojnamevanên ku nêzîkê dozgeriyên in ev atmosfer hatiye çê kirin.

Di rojên destpêkê de hevkariyekê di navbera dozgerên Fransewî û Tirk de çê bûbûn. Hatibû ragihandin ku dozgerên Fransewî çend caran çûnin Tirkiyê. Li gorî bavê Fidan Dogan (Rojbîn) Hasan Dogan çi bûye di dema wan serdanan de bûye. Yanê Fransa û Tirkiyê lihev kirine ku heman komkujiyê weke bûyerekê navxweyî bidin xûyan.

Çend roj berê Hasan Dogan çûbû Parîsê û bi parêzerên dozê re hevdîtin çê kiribû. Li gorî ragihandinên wî di destên parêzeran de jî tistekê tine. Serdozgerî tu agahiyekê jî nade parêzeran. Lewre wusa dixûyê ku dadgeh jî bi salan sûn de wê çê bibe.

Li gorî agahiyên Hasan Dogan, kesê ku weke kujêr hatiye girtin, Omer ji rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ya Fransayê re name sandiye û ji wan xwestiye ku ew lê xwedî derkevin. Yanê heman kes hê qebûl nake ku wî vê komkujî pêkaniye. Eger rastî ev be, wê demê mirov dikare bipirse ; ka kujêr kî an jî kîn in ? Gelo di vî warî de dewleta Fransayê berpirsyartiya xwe pêkaniye ? Eger pêkneaniye çima wuha dereng dimîne ? Herwuha çima rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ya Fransayê tistekê bibandor nakin daku dozger encama lêgerînê askere bikin ? Herwuha derbarê  Ömer Güney û endametiya wî ya Komeleya Kurd de jî hê ji raya Kurd re û herwuha ji malbatên sê jinan re tistekê zelal nehatiye gotin. Çima ev bêdengî ?

Sê jinên kurd hatin qetil kirin, pistî sê mehan hê jî derbarê kujêran de tistekê nehatiye askere kirin. Malbatên van sê jinan di nava xemgîniyekê giran de ne. Lê mixabin nikarin dengê xwe derxin. Rêxistinên ku ji wan re bibin alîkar û di ser dozgeriya Fransewî de zextê çê bikin jî tinene. Rêxistinên jinên kurd ku pêwîst e di vî warî de karekê bibandor bikin jî tistekê zêde nakin. Tenê çalakiyên hefteyî, rojên çarsemê, li Parîsê çê dikin û ew jî zêde bandorê nakin.

Divê komkujiya Parîsê nekeve bin siya « Pêvajoya Çareseriyê ». Çi dibe bila bibe divê kujêrên vê bûyerê werin dîtin. Divê hêzên li pist kujêran, kî dibin bila bibin, werin dîtin û ji wan hesab bê xwastin. Di vî warî de berbirsyartiya herî mezin dikeve ser milên rêxistinên jinên kurd. Ev berpirsyartî tenê bi çalakiyên bîranînê pêk nayê, pêwîst e xebatekî dadî û herwuha siyasî bê mesandin.

25.03.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K