Hêzên navneteweyî, destên xwe dirêjî nava şer dikin.  Tirk jî li dijî gelê Kurd, çar alî, li cîhana Ereban, li nava Farisan, di qada navneteweyî û xaka Kurdistanê de, li dijî gelê Kurd şer dikin. 

Ne tenê Tirk, Faris û Ereb û hêzên navneteweyî jî li dijî Kurdan şer dikin.

Di van rojan de, mîna heyamekê û Saddam,  Suriye jî di rojeva Tirkiyê de ye.  Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan li hemberî cîhanê vekirî got, “pirsgirêka Suriye pirsgirêka nava me ye.” Erdogan siyaseta fermî ya Tirkiyê tîne ziman. Siyaseta fermî ya Tirkiyê jî “red û înkar a gelê Kurd e û li serê çiyayekî Efrîka jî, konek ji bo Kurdan werê vedan li dijî ne.”

Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, ji aliyekî ve bi Başar Asad re flortê dike, ji aliyê din ve bi muxalifên Suriye re flortê dike.

Di  31 Gulan û 2ê Hezîranê de, dibin sîwana bext û vijdanê Tayyip Erdogan û Ahmed Dawudoglu da, Muxalifên Suriye li Antalya Konferansek bi navê “Guhertina Suriye” lidarxistin.

Hemberî ku 12 rêxistinên Kurd yên Rojavayê Başûrê Rojhilat, Konferans boykot kirin jî, hinek kesên Kurd, xwe radestî tor û bextê Erdogan û Dawudoglu kirin  û  beşdarî Konferansê bûn.
 
Serokê Partiya Çepgirên Kurd li Suriye Saleh Keddo dibêje; “em baweriyê bi Tirkiyê nayînin. Tirkiye ji bedêla ku Kurdên Suriye bîne ba hev û wan nêzîkî hev bike, bila pirsgirêka 20 milyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê, di nava sînorê Tirkiyê de dijîn çareser bike. Em Kurdên li Suriye bi Tirkiyê û siyaseta Tirkiyê qinyat û êmnatiyê nayînin. Bi vê pêwanê, me Konferans boykot kir.’

Ji rêvebirên Partiya Sosyalîst a Kurd Faysal Yusuf jî got; “Em girêdayî biryara Partiyên siyasî yên gelê Kurd in. Partiyên Kurdan Konferans boykot kirin û em jî girêdayî wê biryarê ne û tevlî Konferansê nabin”
 
Guman dikim ku gotinên van pêşengên partiyên siyasî, hiş û baweriyekê didine mirov.  Îcar, kesên ku çûne Konferansa Antalya, heya weke îro,  ji bo pirsgirêka Kurd,  bê alî mane, rewşenbîrên  serbixwe bûne û ji bo kuştin û qirkirina Kurdan jî awirek çavzerkê wedetir neçêne. Helbet biryar ya wan e û diçûn û neçûnê de azad in, lê pêwiste ji îro û pê de nebêjin, em ne siyasî ne û ne alîgir in. Yanî demagojiya bêalîtiyê û serbixwetiyê neyînin ziman.

Piştî  hate ragihandin ku Başar Asad efûwa giştî erê kir, çapemeniya Tirkiyê bi yek devê, manşêtên weke “Suriye, PKKan jî serbest berdide” nivîsîn. Tayyip Erdogan jî di heman rojê de bi Başar Asad re bi telefonê axivî. Ev tê wateya ku Tirkiyê di her alî de, destdirêjiyan li Suriye dike û armanc jî mafê Kurdên li Suriye ye. Lewma gotinên Saleh Keddo, rastiyeke dîrokî destnîşan dikin.

Mixabin ew, “hinek kesên” Kurd, kudi Konferansê de amade bûn, bûne sedema dilxelênekê. Min got mixabin, ji ber ku Kurdên çûne Antalya, di temsîliya xwe de jî aciz in û nikarin temsîliyek destînî, çarenûsî bikin. Ji ber ku, gelek ji wan di her bûyera Kurd de, “sil” in û xwe nepenî dikin. Revok hareket dikin. Ji partiyên siyasî yên Kurdan direvin.  Lê xuya kir ku, dibin sîwana Tirkiyê de roleke balkêş girtine ser milên xwe.

Eger ev ciwamêr, van gotinên min erê nekin û li dij derbikevin; pêwiste zanibin ku Kurd, ji bêalîtiya wan û serxwebûna wan kete gumanan. Pêwiste zanibin ku, Kurdê bêrêxistinî, tenê ye, bê îrade ye, bê bandor e û her dem dikare were bikaranîn jî. Piştî bikaranînê jî,  wê wek cilikek şewitî, nîv pîso û wek qepalekî biavêjin anîşkekê. Dîroka Kurdan bi van mînakan dagirtî ye.

Helbet ew kes, mîna Kurdên Başûrî û hinek ji Kurdên Bakurî, ku li Abantê, tevlî Konferansa Neteweyî a Kurdan bûn, wê poşman bibin. Yan jî wê bi ratsiyê re rû bi rû werin. Tê zanîn,  civîna li Aabantê dibin sîwana bextê Erdogan da pêk hat. Xwestin ku li Amedê duyemîn gavê biavêjin. Gelê Amedê destur neda. Konferansa duyemîn li Hewlêrê pêkanîn. Yanî dijminê dîrokî û “qahir” yê gelê Kurd, ji bo Kurdan Konferansa Neteweyî lidardixist. Balkêş e ne wilooooo!.. Heman lîstika li Antlaya û ji bo Kurdên li Rojavayê Başûrê Kurdistanê, yanî Suriye li Antalya di pratîkê de ye.

Antalya bajarekî seyranê ye û xweş e. Konferans jî li oteleke pirrsterikî pêkhat. Wek Konferanseke navneteweyî jî hate lanse kirin. Êhh, ew Kurdên ku rewşenbîr in,  nivîskar in, û rojnamevan in, wê çend rojan bextewar bibin.  Ev jî parçeyek ji destîniî/çarenûsa gelê Kurd de. Kurd şev roj li ser lingan e, dibin bombeyên gaza fetsînok de dinalin, li serê çiyan têne kuştin, gel termê zarokên xwe ji serê çiyan, ji ber berzeh, lat, dar û deviyan berhev dike. 12 rêxistinên siyasî jî biryara boykotê dane û ew rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan li Antalya tevlî Konferansa ku dibin sîwana Erdogan û Dawudoglu de pêk hatiye bûn.

Eger ew Konferans li welatekî din pêkhatibane, guman dikim ku partiyên Kurdan jî, Konferans boykot nedikirin û min jî ev nivîs bi vî rengî nedinivîsî. Mixabin rûdêna neynikê û fulyona pişta neynikê tiştên ji hev cûda dibêjin.  Erê, her dem li pey rastiya darî çavan, rastiyeke din heye.

Mînakek din: Çapemeniya Tirkiyê, ku li ser kuştina zarokên Kurd lîstika 3 meymûnan dilîzin; kuştina Hamza El Xatibê 13 salî li Suriye, di manşêtên xwe de ragihande raya giştî. Helbet baş e, lê dixwazim balê bikişînim ser dirutî û kîndariya zihniyeta Tirk. Hêzên artêşa Tirk, çete û kontrayên Tirk, polîsên Tirk, ji 18 mehî heya bi 90 salî Kurdan dikujin, bedena wan parçe dikin, lê çapemeniya Tirk yek nûçeyê naweşîne.
 
Di encama Konferansa Antalya de, Komîteya Şewirmendiyê, ji 31 kesan hate bijartin û 4 Kurd jî têde cih girtine. 4 kes jî ne  nûnerên rêxistina ne û ne jî rewşenbîr û entelektuelên navneteweyî ne.  Bandora wan biqasî kiloyên wan jî nabe. Şêxê Xiznewî dikare hinekî bandorê bike, lê ewê zû werê dîskelîfiye kirin. Tenêbûn ev e.

Haaa, ciwanên Suriye jî,  aktîf di Konferansê de cih girtin û giraniyek mezin jî nîşan dan. 4 nûnerên wan jî di Komîteya Şêwirmendiyê de cih girtine. Ew enerejiya muxalifên Suriye ne û 4 perûtên Kurd jî, di nava diranên wê enerjiyê de cih girtine. Emê bibîni.  

Di şerên neteweyî de, di dozên neteweyî de ne kes, rêxistin wek îrade têne qebûl kirin.

Li gorî agahiyan ew Komîte wê Nexşeriya Suriye amade bike û piştre planên çalekiyan amade bike. Îcar planên çalekiyên pratîkî, wê hêza her kesî diyar bike. Ji ber ku hêza kê berdêlan bide, pêşengiyê bike, hiş û ramanekî staretejîk nîşan bide, ewê bibe Xwedanê stratejiya paşerojan jî.

Li gorî vê rastiyê, gelo 4 Kurêdn ku çûne Konferansa Antalya û di Komîtê de cih girtine, di paşerojên Suriye û sazkariya Suriye nû de, nabin çeşnî, yanî  nabin rengê xapandin û lîstika li ser bextê Kurdan? Mıxabin!…

Di van rojên ku Tirkiye û desthilatdariya AKPê, dixwaze ku Peymana Lozanê careke din bide erê kirin, helwesta Kurdên çûne Konferansa Antalya, mixabin mixabînî ye.

F
E
E
D

B
A
C
K