Dr A Qassemlou Hevpeyvîn bi Dr. Yekta Uzunoglu, Aborînasê navdar yê Kurd û hevalê nêzîk yê Dr. Qasimlo di 18’ehemîn salvegera terora Viyenê de

Dr. Qasimlo Ji Gellek Demokratên Navdar Ên Ewropî Zêdetir Demokrat Bû. Demokrasî Perçekî Ji Kesayetiya Wî Bû

Dr. Yekta Uzunoglu (Geylanî) di sala 1935’an de li Farqîna Kurdistana Bakur ji dayîk dibe. Di sala 1971’an de ji bo xwendinê tê Fransayê. Ji 1973 ta 1979’an li zanîngeha Tiba Universal dixwîne û dibe doktorê tendurustiyê. Piþtî destpêbûna þerê rejîma Îslamî ya Îranê li dijî Kurdan, tevî komek bijîþkên Rêxistina Doktorên Bê Sînor ji bo alîkariya dermanî diçe Kurdistana Îranê û Pêþmergan derman dikin. Ji bilî doktorî di warê tibê de, zanista aborî jî xwendiye. Sala 2006’an, xelata herî girîng ya welatê Çek (Frantisek Kriegle)ê wergirt. Dostê qedîm, dehsalan û nêzîk yê Dr. Qasimlo û malbata wî ye. Niha li Komara Çekê dijî. Dr. Yekta zewicî ye û bavê 2 zarokan e. Wekî aborînasekî pirspor û serkevtî li gellek welatên cîhanê beþdarî konferansên navneteweyî yê aboriyê dibe.

Bi boneya 18’hemîn salroja terorkirina hovane ya Dr. Qasimloyê nemir, min xwast ku li ser çend aliyên kesayetî, xebat û ramanên Þehîd Dr. Qasimlo, raman û nêrînên vî kesayetiyê Kurd yê navdar ji bo we xwendevanên hêja bidim xuyakirin.

Dr. Yekta! Berî her tiþtî ez vê yekê dipirsim, gelo heta niha Dr. Yektayê navdar li ku bû? Serbarê vê çendê ku we demên gellek dirêj ji bo doza Kurd xebat jî kiriye, çima we xwe ji rojeva Kurdan dabû alî û kêm basa te wekî kesayetiyekî mezin yê akademîk hebûye?

Ez, wek tê zanîn heta sala 1988’an, berpirsiyarê Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê bûm. Ev Enistîtu min ava kiribû. Sala 1988’an de min û hevalên min ên Alman, Fransî, Beljîkî xwe ji berpirsiyariya Enistîtuyê paþve kiþand. Sedem ev bû: di wan salan de piraniya saziyen, partiyên Kurdistana Bakur li dû Partiya Komunîst a Turkiyê de yan jî li dû îdolojiya komunîst de bûn: wek Komunîzma Soviyetî, Maoîzm, Troçkîzm û hwd… Ez ne komunîst bûm. Komunîstbûn bo min ji xwe mimkin nebû, ji ber ku ez salan li nav rejîma komunîst de mabûm, komunîzm çi bela ye, çi rejîmekî antîdemokratîk e, baþ dizanibûm. Ev partî – komele – saziyên ku navê wan Kurd bûn, ji Kurdayetî zêdetir xizmeta Partiyên Komunîsten gelên serdest dikirin. Ji ber vê jî dev ji þerê dijî rejîma leþkerî ya dîktator ya Turkiyê yan Sûriyê berdabûn, giraniya xwe dabûn þerê dijî saziyên Kurd wek Enistîtuya Kurdî û wd. Êrîþ û zirara ku wan didan xebata me, Sefareta Tirkan û ya Sûriyê li Bonn’ê nedida me. 5 sal min Enistîtuya Kurdî parast ku nekeve nav vê þerê, bersiva êrîþa wan nede, mecal nede þerê Kurd û Kurd.

Lê dawî min dît ku yan emê ji bersiva wan bidin û bikevin nav vê þerê bêbext yan jî emê xwe dûrxin. Min û sedan kesayetiyên navdar ên Alman, Beljîkî û Fransî xwe ji Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê kiþand. Piþtre ev partî -komele- saziyên çep û komunîst ketin Enistîtuyê, lê piþtî 8 mehan ew ketin hev û din û Enistîtu girtin. Tiþtike hikûmeta Turk, Sûrî, Îraq yan Îran nikaribû bikira wan kirin.

Ji Enistîtuya Kurdî ya Bonn’ê ku min bi destên xwe ava kiribû, min û hevalê min ên Almanî ku parlamenter bûn, sako xwe stand û derketin. Tu car ez venegeriyam li dû xwe ne nehert, bersiva êrîþa wan neda, bi wan re muxatab nebûm. Vegeriyam ser mesleka xwe – ku tendurustî ye – û lêkolina pirsên aborî.Piþtî 1990 – piþtî hilweþandina Komunîzmê – ez li ser daxwaza hevalên xwe yên Çekî vegeriyam Çekoslovakya. Ketim navenda reformên aborî yên vî welatî. Lê tu car min dev ji þerê xwe bo gelê me yê bindest, mezlûm, le pir mezbût ber neda. Piþtî ku ketim nav aboriyê îmkanên min ên xebatê bo gelê Kurd jî zêdetir bûn. Û timî min nasnama xwe ya Kurdî dida û dibim pêþ. Ji kovara “Playboy” ya navnetewî ta mezintirîn rojnama Swîsê – Neue Zurcher Zeitung – gava ku bi min re hevpevîn çê kirin, berî her tiþtî min wek “Doktorê aborînas yê Kurd” dane nasînê.

Sala berê gava ku mezintirîn Xelata vî welatî ji min re hat dayîn, min ev xelate bi þertê nasnama xwe ya Kurdî stand. Gava ku di sala 1991’an de bo ziyareteki resmî çûm Îsraîlê, Þîmon Peres – ku wê demê Serokê Hikûmetê û Serokê Partiyê bû- ji berk û hesasiyeta min dizanîbu – yan jêra aqilmendên wî gotibûn – got: “Doktorê Kurd tu xêr hatî Îsraîlê”. Îro Þîmon Peres Serok Komar e… .

Yanî xebatekî bo gelê Kurd, lê bê Kurdên diasporayê, bê þerê birakujî, bê þerê bêbextiyê.

Hevpeyvîna me taybet li ser kesayetiya Dr. Qasimloyê nemir e. 13’ê Tîrmeha 2007’an, 18 sal bi ser þehîdkirina nemirovane ya Dr. Qasimlo ji aliyê terorîstên Komara Îslamî re derbas dibe. Hûn yek ji dostên nêzîk yên Dr. Qasimlo bûn. We çawa ew nas kir? pêwendiyên we bi wî re çawa bûn?

Di sala 1972’an de ku ez bo xwendinê hatim Çekoslovakya, min xwendekarên Kurd ên Rojhilatê jî nas kirin. Wek Mihemed Muhtedî, Hacî Ehmedî, Selîm Babanzade, Hesen Qazî û wd. Min wisa dizanî ku rehmetiyê Þehîd Dr. Qasimlo jî li Pragê ye. Lê ew wê demê li Îraqê bû. Carna diçû û dihat Pragê. Ez li xaniya xwendekaran de li Prag 6 dimam. Di sala 1973’an de rojekê di zanîngehê de hevalekî min ê Çek – xwendekarê Tendurustiyê – hat ba min û got: “Tu Kurd î?”. Min berisv da: “Dewleta me tune be jî, ez Kurd im”. Got:” Ez Kurdan baþ nas dikim, min pirtûka Dr. Qasimlo, Kurd û Kurdistan xwendiye û bavê min hevalê Dr. Qasimlo ye. wan bi hev re zanîngeh xwendine û hêj bi hev re ne. Tu naxwazî îþev werî mala me, mala me ji Xaniyê xwendekaran ku tu dimînî 150 m dûr e û mala Dr. Qasimlo jî li kêleka me de ye.” Lê ew tiþt bi dengekî nizm û wek tiþtekî dizî ji min re got. Wê þevê ez çûm mala wî. Li wir hîn bûm ku bavê wî aborînasekî gellek navdar e di warê aboriya ziraatê de, piraniya reformên ziraatê li Çekoslovakya û li Polonyayê wî çê kirine. Li wir çend xanî hebûn. Di wan çend xaniyan de tenê aborînas û malbata wan diman û tevde hevalê rehmetiyê Þehîd Dr. Qasimlo bûn, bi hev re zanîngeh xwendibûn, bûbûn pirspor, di zanîngehên herî navdar ên aboriyê de bibûn dersdar heta sala 1968’an û tevde bi hev re dijî ketina leþkerên Soviyetê sekinîbûn, serhildabûn. Wan ez bi malbata Þehîd Dr. Qasimlo re dam naskirin ku cîranê wan, cîranê min jî bûn. Ta ku Dr. Qasimlo ji Îraqê vegeriya û me hevdu nas kir. Êdî bi malbata wî re em baþ bibûn nas. Ez bi carekê de ketibûm nav civaka aborînasên herî navdar û dijî Soviyet, dijî dîktatoriyê.

Qedr û qîmeta Dr. Qasimlo li ber çavên hevalên wî yên aborînas ên Çek bêhempa bû, ji ber ku ew wek biyaniyekî di dagirkirina Çekoslovakyayê ji aliyê leþkerên Soviyetê de li dijî vê dagirkirinê serê xwe rakiribû û di kêleka hevalên xwe de ketibû nav þerê dijî dagirkeriyê.

Lê Îraniyên din – ku endamên Partiya “TUDEH” bûn – li ber çavê ilumdarên Çek de îxanet kiribûn gelê Çek, ji ber ku dijî dagirkirinê der neketibûn.

Bi giþtî we çi pênase û nirxandinek li ser kesayetiya rêberê leheng yê Kurd, Dr. Ebdulrehman Qasimlo heye? (Bi taybet li ser felsefeya fikr û ramanên Dr. Qasimlo bipeyive)

Di Þibata sala 1975’an de, ez û Hecî Ehmedî, Memo Calî û çend xwendekarên Kurd çûn sefareta Swêdê li Pragê û me dest bi girevagirtina rojiyê kir. Bi vê gireva rojiyê me xwest em hevkariya welatên Sosyalîst bi Sedam Husên re protesto bikin. Piþtî vê protestoyê ku wê demê rastî di dinê de deng dabû – ji ber ku cara yekemîn di welatekî sosyalîst û dîktator tiþtekî wisa pêk hatibû – ez ji berê zêdetir ketim nava grûb û saziyên ku dijî komunîzmê þer dikirin. Ji ber ku ez xwendekar bûm, di nav civakê de zû dikaribûm winda bibim. Lê rewþa Dr. Qasimlo cuda bû. Gava ku dihat Çekoslovakyayê, îstixbarata komunîst 24 seet dû wî de bû. Wê demê min çapxanekî dizî – illegal – bi navê Çapxana Ararat yanî Çapxana Agirî vekiribû. Min pirtûkên Kurdî, Çekî li ser Kurdan, Fransizî li ser Kurdan û wd… bi dizî çap dikir. Rehmetiyê Dr. Qasimlo ecêbgirtî û hehrî dima ku xwendekarekî ciwan van tiþtan di nav welatekî Komunîst de çawa dikare bike. Ji min xwest ku ez belevok, beyanname, dazanînên Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê jî çap bikim – ji ber ku ew tim di bin kontrolê de bû û mecala wî ya çapê tune bû -. Min çap dikir û tim bi awayekî dizî xwe digihîjand mala wî. Bi vê minasebetê em gellek nêzîkê hevdu bûbûn û ev bûyeran þansê naskirina wî dabû min.

Dr. Qasimlo berî her tiþtî kesayetekî demokrat bû. Bi her tiþtê xwe û li her cihekê demokrat bû. Di nav civakê de, di nav hevalên xwe de, di nav malbata xwe de, bi hebûna xwe demokrat bû. Wî wek demokratekî bêhempa di nav derya îdeolojiyên dîktator de pir caran tek û tenê þer dikir. Wî ku di welatekî dîktator/rast, rejîma Þah/ de mezin bûbû, di welatekî dîktatorî /çep, komunîst – Çekoslovakya/ de salan xwendibû, lê dîsa jî ji gellek demokratên navdar ên Ewropî zêdetir demokrat bû. Demokrasî perçeyek ji kesayetiya wî bû.

Ya hêþta girîng ew e ku Dr. Qasimlo nîþana mirovayetiya nûjen bû. Bo wî ji her tiþtê bilindtir, Mirovayetî bû. Ne nîjad, ne ol, ne îdeolojî jê re wek mirovayetiyê girîng nebû. Tiþta herî bilind bo wî mirovayetî bû. Ji ber vê yekê jî heval û hogirên wî ji her nîjad, ol û îdeolojiyê hebûn.

Wî îdeolojî, ol û nîjad wek, sedek di nav danûstandinên mirovan de nedîtiye. Wî ji mirovan re li gor van etîketan yan nîþanan qîmetekî zêde yan kêm nedaye. Naxêr, bo wî girîngtirîn tiþt kalîta mirovatiya þaxsan bû ne ku ol, îdeolojî yan jî nîjadê/a wan.

Bê guman ji ber van aliyên kesayetiya Þehîd Dr. Qasimlo ta îro jî çendîn hevalên wî yên Çek ne tenê di roja þehîdkirina wî de, lê herdem wî tînin bîra xwe. Li ser masa “Prof. Karel JECH” de hêjî wêneyê Þehîd Dr. Qasimlo dalaqandî ye! Di dema Komunîzmê de çendîn karbidestên Partiya “TUDEH” li Çekoslovakyayê dijiyan. Îro navê tu kesek ji wan, gelê Çekê nedizane ne jî wan tîne bîra xwe. Lê Dr. Qasimlo hêj çend neslên din di dilê hezaran Çekiyan de dê hebe, ji ber ku ew wî perçeyek ji xwe dizanin.

“ÇEKÎ DR. QASÝMLO PERÇEYEK JÝ XWE DÝZANÝN”

Dema mirov, mirovên din jî – bi bawerên olî, nîjadî yan îdeolojî – wek xwe mirov bihesibîne, wê demê gellek pirs bi xwe ji holê radibin.

Ji ber vê yekê jî Dr. Qasimlo di vê warê de kesayeteki bêhempa bû. Dihat nav kîjan civakekê, di nav demeke kurt de dibû yek ji wan be ku ji raman yan dîtinên xwe fedekarî bike. Ew hertim wek xwe dima, lê hergav jî bi her kesekî/ê re zimanekî hevbeþ peyda dikir; çi jin, çi mêr, xort yan pîr, Kurd yan Faris, Ereb, Tirk çi Fransî yan Çek, kafir yan misilman, komunîst yan royalîst – Kralperest-.

Dr. Qasimlo li dinyaya derve çawa dihat û tê naskirin?

Weka ku min got, pir dostên wî, ew wekî kesayetekî mirovhez, demokrat, adil nas dikin. Kesê/a ku ew nas kiribe – carekê tenê jî dîtibe -piþtî ewqas salan jî ew ji bîr nekiriye. Ev jî nîþana mezinahiya kesayetiya Þehîd Dr. Qasimlo ye. Ew serok dewletekî mezin nebû, Þah, Þahinþah yan Kiral jî nebû. Lê wî xwe bi kesayetiya xwe ji yên dîtir dabû qebûlkirin, hezkirin.

Hêviyek mezin ya Dr. Qasimlo, navneteweyîkirina doza Kurd bû. Ji bo vê yekê çawa difikirî û xebatên wî çi bûn?

Dr. Qasimlo ji aliyekê mirovekî bêhempa bû, lê ji aliyê din siyasetvan û stratejekî gellek realîst bû. Dizanibû ku qawet û hêza gelê Kurd dest nade ku hember 4 welatên dîktator û antîdemkorat di eynî demê de þer bike. Di sala 1979-1980’an de, tenê konjukturê Îranê dest dida þerekî, bi vî þerî bala gelê dinê dikiþand ser doza gelê Kurd. Bo wî tu perçeyên Kurdistanê ji yên din girîngtir nebû. Ji dil bawer dikim ku, ger Konjukturê Kurdên Bakur dest bida, Dr. Qasimlo dikaribû bi rehetî here li wir bo gelê xwe têkoþînê bike.

“DR. QASÝMLO ROJHÝLATNAVÎNTÎ DÝFÝKÝRÝYA”Dr. Qasimlo dizanibû ku Kurd mecbûr in bi cîranên xwe re di nav aþitiyê de bijîn. Heke Kurdistanekî mezin ava bibe jê bibe, cîrantî bê aþitî mumkin nine. Zehmetiya þerekî li hember 4 welatên dîktaror jî jê re nas bû. Ji ber vê yekê jî ew rojhilatnavîntî difikiriya! Yanî wî ji bo gelên Rojhilata Navînê di nav saziyekî aborî wek Yekîtiya Ewropayê difikiriya û timî digot: “heke welatên Rojhilata Navîn hinek demokrat bin, karbidestên wan hinek bi aqil werin ser hikmê û bi hev re yekîtiyekî aborî – Îsraîl jî daxil- saz bikin, dê di deh salî de, ji Ewropa di warê dewlemendiyê de pêþtir bin. Îsraîl xizîneya mejî, tacir û zanistê ye. Gelên welatên Rojhilata Navîn dikarin ji wî gelî tiþtan hîn bibin, nas bikin. Îraq, Îran, Kuweyt, Seûdî ji welaten dewlemend yên petrolê ne. Kurdistan welatê ziraet û avê ye. Tevde bibin yek, dê gelên vê herêmê jî îdî bikarin wek mirovan bijîn”.

Gava ku ez di sala 1991’an de çûm Îsraîlê û min di guftûgoyekê de dema ev yeka hanê ji Þîmon Peres bihîst, heyrî mam û mezinahiya Dr. Qasimlo careki din ji bo min geþ bû.

Kêm kes îro dizane ku di sala 1958’an de rehmetiyê Mele Mistefa Barzanî gava ku ji Soviyetê vedigere Îraqê, berê tê Pragê dîtina Dr. Qasimlo û je re dibêje were tu jî bi min re vegere Îraqê û bibe Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê. -Ne ya Îraq ne Îran, Turkiye û Sûriyê. Dr. Qasimlo jê re dibêje ku avakirina Kurdistanê di vê demê de wek welatekî gelêrî nemukin e. Ev dîtina wî rast derket. Konjuktura salên 60’î ne tenê bo avakirina Kurdistanekî mezin, ne misait bû, lê misaitê otonomiyekê jî nebû wek dîrok xwe nîþan da.

Piþtî þehîdbûna wî, bona wê hêvî û xweziyên wî me çi kiriye? Kurdan çiqas dostên biyanî hene?

Malesef me çi nekiriye. Ev nîþana bêbextiya birêverên Kurd e. Tu car ji qîmetên xwe re xwedî derneketine. Ev kêmasiya gelêrî ya Kurdan ye. Ji tu tiþtê xwe re xwedî dernakevin. Îro li Ewropa PEN’a Kurd heye. Endamên wê tevde nivîskar in û di dehan welaten Ewropî de dijîn, tu dizanî dehan zimanan dizanin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandine çend zimanan?

Enstîtuya Kurd a Brukselê beriya salan pirtûkek bi zimanê Filamanî derxist li ser Dr. Qasimlo û hw.

Li Parîsê nikaribûn navê kolana ku mala Dr. Qasimlo têde bû, bikin “Kolana Dr. Qasimlo” yan li Diyarbekirê, Hewlerê, Pragê û wd. Ew kesayetekî Kurdistanî bû, ne tenê yê Rojhilatê.

Nikarin di Enstîtuya Parîsê, Berlînê, Stenbolê û Hewlêrê li ser raman, jiyana vî þexsiyetê navdar yê gelê Kurd xebatê bikin, semînara çê bikin û biweþînin?

Dost, heval û hogirên Dr. Qasimlo ku wek nîviya wî jêhatî nebûn, piþtî hilweþandina komunîzmê bûn serok hikûmet, Serok Senato, Rektorên zanîngehan û serokên þîrketan. Çima tu kurdek nehat ew ziyaret nekirin, dostaniya wî berdewam nekirin?

Dr. Qasimlo kesek bû ku di dehan welatên cîhanê de, hezaran dostê wî hebû, wê demê de, dema ku telefona destan tune bû, fax tune bû. Lê îro ku li Ewropa sed hezaran Kurd dijî, çend dostê wan yê mezin heye?

– Dr. Yekta, Li ser Bihara Pragê bo me biaxive û çi bû ku Dr. Qasimlo û hevalên wî li wir derkirin?

Li jor bersiva vê pirsê jî hat dayîn.

Berhemeke Dr. Qasimlo teza Sosyalîzma Demokratîk e ku weke dirûþma Stratejîk ya PDK Îranê bo îdarekirina pêþeroja Kurdistana Îranê hatiye pejirandin. Hûn wekî Aborînasekê vê tezê li gor dema niha çawa dinirxînin?

Kesayetiyekî wek Dr. Qasimlo zû bi zû û di nav çend salan de pêk nayê. Berî her tiþtî ew ji malbateke dewlemed dihat yanî arîþe û pirsgirêkên wan yên jiyanê tune bû, lê wî doza jiyana kesên bindest dikir. Her wiha ew ji herêmek pirnîjadî, pirolî û pirmesebî dihat. Li dora gola Urmiyê de Kurd, Azerî, qismên Faris û Cihû bi hev re dijîn. Dîsa wisa Þîe, Sunî, Cihû. Ji ber vê yekê her di zarokiya xwe de, Dr. Qasimlo hînî jiyanekî pirçandeyî dibe. Piþtre tê Çekoslovakya Komunîzma real dibîne, nas dike û hîn dibe.

Dîsa þansê wî yê herî mezin ev e ku wek xwendekar dikeve zanîngeha herî navdar ya Ewropaya Navîn a aboriyê. Mamosteyên wî pisporên herî navdar in û ew in ku bihara Pragê dest pê dikin. Pisporên ewqaa zana ne ku teoriyên nû li ser aboriya sosyalîzmê pêk tînin û dibêjin ku teoriya “Karel Marx” îdî kevn bûye, pêwîstiyê nûjenkirina wê didin ber çavan. û dîsa wisa dibêjin ku eger ev pêk hatin, dê welatên sosyalîst hilweþin. Yanî ev pispor ewqas zanenin ku ji zanista sosyalîzmê re rêyekî nû vedikin, dixwazin vekin. Ev kes ji Rûsya, ji Polonya yan Bulgaristanê dernakevin, ji Pragê derdikevin û tev de jî yan dersdarên Dr. Qasimlo yan jî hevalên wî ne. Piþtre di sala 1970’an de, Dr. Qasimlo diçe Îraqê û welatên Rojhilata Navîn, wan, pirsên wan û aboriya wan nas dike, îmkana muqayesekirina wan peyda dibe. Hevalên wî yên Çekî li Pragê di bin kontrola Polîs de ne û îmkanên wan ên pêþdaçûyîna di warê zanistê de kêm dibe. Dr. Qasimlo di dawiyê de diçe (1977) diçe Parîsê, Swêd û welatên din ên Ewropî. Li Swêdê û Almanya aboriya Sosyal Demokratan ji nêzîk ve nas dike. Di dema ku înternet tune bû, fax û îmkanên telefonê tune bû, mirov dikaribû zanînê tenê di kaniya wê de nas bike.

Ji ber vê jî teoriya ku Dr. Qasimlo ji bo PDK Îranê pêk anîbû bê guman baþtirîn þeklê aboriyê ye û ne tenê ji bo gelê Kurd. Navê wê cuda jî bibe, ev teoriye roj bi roj dinyaya Kapîtalîst dike nav jinayana xwe. Yanî Dr. Qasimlo bi armanc û ramanên xwe re, deh salan pêþiya teorîsyenên aboriya Ewropî bû. Mînak: her niha hikûmeta Almanya – ku Serok Wezîran “A. Merkel” ji Partiya Paþverû ye – biryar stand ku karkeran bike þirîkê þîrketên dewletê û þexsî. Yanî îdî karker dê bibin þirîkê Volkswagen’ê, Mercedes’ê, Simens’ê û hwd… . Ji ber ku ev bi kêmî 10 sal e aboriya Almanya di tengasiyê de ye, pêþda naçe. û wek çarê dawî aborînasên ku diji “sosyalîzma demokratîk” in jî, mecbûr in – navê wê cuda jî be – van þartan bi cih bînin. Bo domdariya pêþdaçûyîna aboriyê ev pêwîst e, wacib e.

Ev mînaka Almanyayê jî rastbûna teoriya Sosyalîzma Demokratîk a Dr. Qasimlo nîþan dide. Lê maalesef Dr. Qasimlo herdem gellek pêþiya dema xwe de bû û kêm kes rastiyên wî di dema xwe de fahm dikir.Ger Dr. Qasimlo Fransiz, Alman yan Çekî bibûya, zû dê Xelata Nobelê bistanda yan bibû serokê hikûmetê yan dewletê. Lê ew Kurd bû, Kurd ma û hergav nasnameya xwe ya Kurdî dida pêþ…

Hûn demekê wekî Bijîþk hatibûn Kurdistana Îranê, çîroka vê yekê çi bû?Di Hezîrana sala 1979’an de, min zanîngeh xelas kir û bûm doktorê tendurustiyê. Di wê demê de, þerê PDK Îranê û rejîma Xumeynî dest pê kiribû. Partiya “TUDEH” dixwest hêzên PDK Îranê qels bike. Ji ber vê yekê kesayetiyên wek Xenî Bilûryan dixwest ji PDK Îranê biqete û þerê birakujiyê têxe nav PDK Îranê. Ez bo 5 rojan çûm Yekîtiya Sovyetê û min xwest ku bi karbidestên Polîtburoya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê re xeber bidim ta ku ew bi rêya Partiya “TUDEH” hêzên gelê Kurd perçe nekin. 5 roj zû derbas bû, pêwîst bû ji wir derkevim. Ez derneketim, ji ber ku hêþta min tu kes nedîtibû. Xetera qaçaxmayînê li Moskovê mezin bû. Lê dîsa jî mam û Mîrza Tosinê Reþîd hat alîkariya min û me bi hev re hezaran Kurdên Sovyetê seferber kir ku ew name, telgrafên protestoyê biþînin Polîtburoya Partiya Komunîst a Sovyetê, çendîn rojnemevanên Kurd û dostên Kurda bendan li ser þerê Kurdên Rojhilat nivîsandin û piþtî van bûyeran berpirsiyarê Polîtburoyê, Pirîmakov ez qebûl kirim. Ez 26 Salî bûm. Ez û kurê rehmetiyê Emînê Evdille, Afan çûn bo wê hevdîtinê. Afanê Evdille wergeran dikir – werdigerand. Pirîmakov – ku dawiyê bû Serok Wezîr – got: “Serokê we Dr. Qasimlo îro ji Mehabadê reviya ye”. Ez gellek hêrs bûm, xort û xwîngerm bûm. Min got: “Serokê min ji ber dijmin tu car nareve, gava ku di sala 1968’an de leþkerê we ketibû Pragê jî nereviya. Ger terka Mehabadê kiribe, derketiye serê çiya ku ji þerê zirar neyê jin û zarokan, bajarê Mehabad ku bo me miqedes e”.

Pirîmakov heyrî ma ku ez bê tirs wisa bersiva wî didim û got: “Prof. Qanatê Kurdo – ku þêwirmendê wî bû – hertim digot ku Kurd mêr û serhiþk in, lê min bawer nedikir ku wek dîna ser hiþk bin. Tu li vir, van rojan bê wîza dimînî û cezaya vê yekê li vir mezin e, serî da tu tê heta Polîtburoyê û serda jî hêrs û nerehet dibî. Madem tu wusa mêrî ezê destûrê bidim bo derketina te ji Sovyetê û ger te serokê xwe dît, jê re bibêje ku emê nehêlin ku “TUDEH” îdî dubendiyê têxe nav partiya wî.

“Ez ji wir çûm Parîsê. Þer li Kurdistana Rojhilat giran bibû. Kendal Nezan wê demê – ku min wî bi Dr. Qasimlo re di sala 1977’an de dabû naskirin – kovareke mehane li ser Kurdistana Rojhilat bi Firansizî derdixist bi navê “Curiere du Kurdistan Iraniene”. Min beþdarî di van xebatên wan de kir, lê min wek pizîþkekî – doktor – dizanibû ku ciyê min di kêleka birîndaran de ye. Min çendîn doktorên Kurd ji Almanya Kom kirin û em çûn Cenevreyê, navedna Xaça Sor a Navneteweyî, ta ku em wan îqna alîkariyê bikin. Nebû. Xaça Sor a Navneteweyî tenê dikare li ser daxwaza daweta hikûmeta navendî alîkariyê bike. Ku ew jî ne mimkin bû. Di dawiyê de min li Almanya bi alîkariya pismamê Dr. Qasimlo, Dr. Hesen Þatawî bi dora 45 doktor re civînek çê kir û xwest ku em bi dor herin Kurdistanê bo alîkariyê. Hemûyan ji min re soz dan ku ger ez herim, ew jî dê werin. Lê tu kes ji wan nehat. Ez û hevalê min yê Çek û Firansiz – Saziya Doktorên bê Sînor – em çûn Kurdistanê. Li þerê Senendec (Sine), Bane, Qutor, Soma Biradost, Mirgewer, Tirgewer de bûm. Di vê navê de li Tirkiyê leþker hatin ser hikmê – 11’ê Îlona 1980- û hevalên me ên doktorên Firansiz li Wanê bê sûç girtin û birin zîndanên Diyarbekirê, yanî îdî îmkana hatina wan li ser Tirkiyê nemabû û aqibet þerê Îraq û Îranê dest pê kir, wan jî rêya Îraqê girtin. Ez mecbûr mam piþtî çend mehan ji Îranê derkevim werim Ewropa bo ji nû ve organîzekirina doktor û dermanan. Min gellek ceriband, lê îdî riya vegerê nemabû…

Çawa bû ku we dest bi xwendina akademîk û xebat di warê aboriyê de kir? Xebat û çalakiyên we yên vê der barê de çi ne?

Di sala 1973’an de Mihemed Muhtedî, Mirhem Yîgît – berpirsiyarê Radyoya Mezopotamya – ez, Hecî Ehmedî û Cuma, me koma xebat û hînbûnê saz kiribû. Ez wê demê 20 salî bûm. Mihemed û yên din ji min mezintir bûn. Em heftê carekê du caran diciviyan û herkes ji þaxa xwendina xwe semînarek dirust dikir bo me. Ciyê civînên me odayên -xurfe- xaniya xwendekaran bû. Tê bîra min, min li ser teoriya “Darwin” semînar dirust dikir. Mirhem Yîgît li ser teoriya sosyalîzmê. Mihemed Muhtedî ku di zanîngeha Dr. Qasimlo de aborî xwendibû û xilas kiribû, li ser aboriyê semînar bo me dida. Cara pêþîn naskirina min a aboriyê bi vê minasebetê bû. Lê dawiyê ku ez ketim nav heval û hogirên Dr. Qasimlo – ku hemû aborînasên herî navdar bûn – jiyana min bû du perçe: aborî û tendirustî. Di dawiyê de min rêya hînbûna aboriyê bi metodên zanistî, Dr. Qasimlo ji min re vekir. Bi sebir û bi evîn.

Tiþtê girîng ku jê hîn bûm ku bingeha her sîstema aborî ye. Çiqas di dîrokê de li hinek deman de îdeolojî derketibe ber aboriyê jî, ew derketinekî zorane bû. Bê çareserkirina pirsên aborî tu civakek nameþe, pêþde naçe. Bo pêþdaçûyîna aboriyê, þertê bingehîn beþdarbûna hemwelatiyan di nav îdare û mekanîzmayên aborî ne. Ev beþdarbûn jî bi xwe re demokrasiyê tîne. Dewlet tu car nabe demokrat, heger saziyên civakî nebin demokrat. Yanî demokrasî ji jor nayê jêr, lê ji jêr diçe jor.

Di kargehekê de demokrasî tune be, xebatkar beþdarê îdarê nebin, demokrasî jî nabe, ku demokrasî nebe, pêþdaçûyîna saxlem û xurt û berfireh jî çê nabe.

Hûn dikarin hinek li ser bîranînên xwe bi Dr. Qasimlo re biaxivin?

Rehmetî hertim rûken bû. Esilzade bû, esilzadetî di hebûna wî de hebû. Di sala 1975-1976’an de, me hevudin di hinek qehwexaneyên Pragê de didît – ji ber ku di derdora mala wî de hergav polîs hebûn -. Kîjan rojan me dê hevdu di kîjan qehwê da bidîtiba, berê de me tesbît dikir ku em bi telefonê re xeber nedin. Yanî hevdîtinên me “dizî” pêk dihat, lê rehmetî tim rûken, rehet bû, wekî ku em di qehwexaneyên Parîsê de bin. Di nav þer de jî wusa rehet û rûken, serê çiya de jî. Mezyeta herî xweþ -ku di serokên Kurdan de yan nine yan jî kêm e – jî mutevazi bû, nefs piçûk bû.

Di jîna xwe de, di nav ewqas serokên Ewropî ku min nas kirin, du kes wek refmetî bûn: “Willy Brandt” û “Þîmon Peres”. Lê farqa wan û Dr. Qasimlo ew bû ku Dr. Qasimlo hergav rûken bû….

We cara dawî kengê Dr. Qasimlo dît?Bawer dikim ya sala 1986 yan jî 1987 bû.

Niha pêwendiyên we bi malbata Dr. Qasimlo re çawa ne?

Demekê – di salên 80 – de em ji aliyê cografyayê de ji hev dûr ketibûn. Hîva û Mîna Xan bi malbatên xwe re li Swêdê dijiyan, Nesrîn Xan li Parîsê û ez li Almanya. Lê piþtî hilweþandina Komunîzmê (1990) em tevde vegeriyan Pragê. Sala berê Nesrîn (Helene) Xan çû Parîsê. Em dost-hevalên hev yên dehsalan in. Dostaniya wusa ya dehsalan di jiyana mirov de kêm e. Me salên zehmet di bin zilma rejîma komunîst dîtiye, bi hev re di xerîbiyê de jiyane… .

Di 18’ehemîn salvegera þehîdkirina Dr. Qasimlo de, we çi gotinek heye?

Heviya min ew e ku gelê Kurd ji mezinên xwe re, dewlemendiya manewî ya xwe re xwedî derkeve. Kesayetiyên wek Dr. Qasimlo di sedsalekê de carekê peyda dibe, nabe. Berpirsiyariya bilindkirina armanc û ramanên wî – ku hêj jî nemir in – li ser neslên nû de ye.Mezin bi gelê xwe, gel bi mezinên xwe mezin dibin.

– Dr. Yekta, Spas ku we dema xwe da me.

– Ez spasiya we dikim ku hûn ji mezinên xwe re, ji qîmetên manevî yên gelê Kurd re xwedî derdikevin.

X
F
E
E
D

B
A
C
K