Pirsgirêka mayîna di salên dawî de wekî pirsgirêkek girîng a cîhanê derkete holê. Li Tirkiyeyê jî ji ber rêjiya mayînan a zêde di rojevê de ye. Pirsgirêka mayînan ku wekî ‘dijminê veşartî’ tê nirxandin û bi salan bêyî xirab bibe dimîne di encama xebata rêxistinên mafên mirovan de bi Peymana Ottowayê ku 153 welatan îmze kiriye, gihişte asteng girîng. Li gorî Peymana Ottowayê ku bikar anîn, firotin û çêkirina mayînan qedexe dike, welatêh alîgir bernameya paqijkirina mayînên di bin erdê de îmze kir û dest bi paqijiya mayînan kir. Tirkiyeyê jî di 25’ê îlona 2003’yan Peymana Ottowayê îmze kir û soza paqijkirina mayînên çal kirine da.

Bi hezaran mayîn di bin erdê de ne

Tirkiye ji bo kurdên rojavaya Kurdistanê, başûrê Kurdisatanê û bakurê Kurdistanê yên xizmên hev neçin serdana hev û qaçaxçîtiyê nekin di navbera salên 1956-1959’an de li ser hind deverên derbasbûna sivîlan ên sînorê Îran, Iraq û Suriyeyê mayîn çalkirin. Bi taybetî di navbera salên 1984-1999’an de li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tevahiya sînorên van welatan mayînên antîpersonel ên bejayî hatin çalkirin. Li gorî îstatîstîkên dewletê di gulana 2006’an de aşkera kirîn 984 hezar 313 mayin li ser sînorên Herêma Kurdistana Federal, Îran, Suriye, Ermenîstan û be taybetî gelek deverên herêmê çal kirine. Her wiha ji bilî van mayînan li herêmê gelek ‘malzemeyên leşkerî yên nehatine paqijkirin (PAM)’ jî heye. Ligel van reqemên dewletê dayîn, li gorî rêxistinên sivîl ên civakî ev hejmara du qat zêdetir e. Cardin ligel ku li gorî Peymana Ottowayê lazim e bên îmhakirin jî di stokên Tirkiyeyê de 2 milyon 979 hezar 165 heb mayîn hene. Tirkiyeyê soz da ku heta 1’ê adara 2008’an tevahiya mayînên di stokan de îmha bikirana. Lê li gorî daneyên saziyên mafên mirovan heta niha Tirkiyeyê ev berpirsyariya xwe bi cih neanîye. Her wiha Tirkiyeyê ji bo mayînên çalkirî jî îmha bike heta sala 2014’an qewil daye. Lê li gorî bernameya hatiye çêkirin, mayînên heta niha diviya bihatina paqijkirin, piraniyan wan hêj di bin erdê de ne. Tirkiyeyê diviya ji bo paqijkirina 984 hezar 313 mayînên di bin erdê de îhale vebikira. Lê yekemîn îhaleya di sibata 2006’an de hatî vekirin ji ber nedayîna butçeyê bêencam bi dawî bû û heta niha jî tiştek nehatiye kirin.

Ji bo vekirina derî pere heye

Hikûmeta AKP’ê ku ji bo paqijkirina mayînên her roj ji bo kurdan tehlîkeyek mezin derdixe holê pere peyda nake, ji bo deriyek nû li hemberî Herêma Kurdistana Federal li aliyê Suriyeyê veke, deriyê kîska xwe vekir. AKP’ê ji bo Deriyê Sînor ê Xaburê ber taraf bike, biryar da ku di demek kin de deriyek di ser Suriyeyê re vedibe Iraqê veke. Li ser vê yekê di encama peymana bi Suriyeyê re hemen di sibata sala 2008’an de îhaleyek ve kir û biryar da ku di nav demek kin de deriyê nû veke. Ji bo paqijkirina mayînên li ser riya deriyê nû jî di rojên borî de xebatan dest pê kir. Hikûmetê ku ligle sozên dayîn bi salan e mayîn paqij nekirin, hedef dike di nav çend mehan de paqij bike û ji bo vê yekê du roj berî niha xebat dan destpêkirin.

Gotin cuda kirine cuda ye

Ligel vê yekê Hikûmeta AKP’ê ku ev demek e îdîa dike dê cihên ji mayînan paqij kirîn cardin ji çandiniyê veke, niha di partîkê de pêkanînek cuda nîşan dide. AKP li aliyekê vê gotine derdixe pêş û li aliyê din jî di fîiliyatê de nahêle ku gundî zeviyên 500 meter nêzîk sînor ên hatine çandin jî biçine. Hate îdîakirin ku cendirmeyên li sînorê Suriye û Tirkiyeyê, di 10’ê hezîranê de ji şêniyên gundên zeviyên wan li nêzîk sînor in re gotin ku ji niha û pêde nikarin ji 500 metre zêdetir nêzîk sînor bibin. Hate zanîn ku cendirmeyan sedema vê yekê jî bi gotina, “PKK’yî di nav zeviyên genim, pempo de diçin û tên. Şopên piyên wan hatine dîtin” îdîa kirine. Têkildarî mijarê niştecihê Gundê Engawî Osman Koşan, da zanîn ku 500 metre erdê wî jî di çarçoveya vê biryarê de tê girtin û wiha got: “Zeviyên li derdora sînor, ji nêzî Nisêbînê bigre heta Tirbespiyê û Gundê Boxaziyê bi vê biryarê tê qedexekirin. Li gorî vê yekê nêzî 20-25 hezar donim zevî ji aliyê leşkeran ve tê qedexekirin.”

‘Ev dagirkirin e’

Koşan diyar kir ku 500 metre zeviyên ji seranserê sînor hatiye qedexekirin, li ser gundiyan tapokirî ye û li gorî biryarê, piştî bîçer ji nav dirûtina genimê derkeve, wê êdî ne îsal û ne jî tu salên din nehêlin tu tişt li qada hatiye diyarkirin bê çandin û wiha dom kir: “Em vê pêkanînê wekî dagirkirinê dinirxînin. Ji bilî vê yekê em tu gotinek nabînin. Zeviyên me tapokirî ne, lê tên û dibêjin hûn dê êdî li vir çandiniyê nekin. Ev dagirkirin e. Qaşo li gorî zagonan pêwîst bû ku zeviyên mayînkirî bi salan beriya niha bihatana paqijkirin û bidana xwediyên wan. 50 metre zeviyê gundiyan ên li aliyê din ê sînor jî digel tapokirî ye jî nikarin biçinin.”

‘Leşkerên li vir çi karî dikin’

Koşan destnîşan kir ku ew ji hinceta ‘PKK di nav zeviyan de tên û diçin’ bawer nakin û ev tişt gotin: “Hingê karê leşkerên li vir çiye. Noqteya leşkerî 100 metreya dûrî vir e. Bila biparêzin! Divê ev nebe hincet ku tu bi hezaran donim zeviyê gel ji destê wê bistînî. Ev encama polîtîkaya dewletê ya bêzarkirina bi birçîkirinê ye. Hikûmeta AKP’ê dixwaze kurdan bi birçîbûnê terbiye bike. Hind gundî bi van zeviyan debara xwe dikin. Bi vê yekî dibêjin em ê we birçî bihêlin. Em niha neçar mane. Em nizanin ka em dê çi bikin.

ERDOGAN ALTAN/ DÎHA/MÊRDÎN

http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1381

F
E
E
D

B
A
C
K