Serpêhatiya kurdekî kir destan
Weshan: 3 Îlon 2007
Gabar Ciyan
Vaclav Danek li Ewropa Navîn ji awira nîvîsên edebî ve, bi taybetî nîvîsîna gazel, dîwan û destanan ve pisporekî mezin e. Ew edebiyata gelên li Rojhilata Navîn baþ nas dike û þêweyê nîvîsîna li wan welatan têkilî xebatên xwe dike û bi yekê pirekê di navbêra edebiyatên cewaz de ava dike. Wî beþek ji Mem û Zîn, helbestên Goran, Hejar û Ahmed Arîf wergerandibû zimanê çekî. Piþtî salên 90 î, bi guhertina rejîma komunîst, li PEN a Çekê naveneda Huneriya Gelerî saz kir. Danek 75 salî ye û niha karbidestê hejmarek saziyên çandî ye, aktîf kar dike.

Vaclav Danek, dostê kurda ye. Edebiyata kurdî ji nêz ve nas dike. Wî çend roj berê jiyana kurdekî li sirgonê, a aborînasê kurd Dr. Yekta Uzunoðlu kir destan. Destan di vê hefteyê de dê di Kovara U2 ya edebî de bê weþandin. Di hefteyê pêþ de dê di radyoya netewî ya Çekê de bê weþandin. Projeya ku weke pirtûk çap bibe, ber bi dawiya salê ve dê pêk were.

Dr. Uzunoðlu di sala 1953 de li Farqînê hatiye dinyê. 1971 ji bo xwendina bilind tê Fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne. 1973 de tê Pragê. Piþtî xwendina tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piþtre tê Almanya. Li wir di avakirina Enstituya Kurdî a Parîsê û Enstîtuya Kurdî a Bonnê rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paþê vedigere Pragê. Dr. Yekta di saxiya þehîdê nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî digirt. Paþê li ser makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya aboriyê kur bû. 1993 de li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê ”Perspektîvên Aboriya komara Çekî” xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê girtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî.

Ev jiyana Uzunoðlu ya xuya ye. Lê salên wî yên li zîndanê û piþtî derketina ji zîndanê, konaxa dadgehkirina wî li Çekê bi serê xwe mijara romanekî an fîlmekî ye. Konaxa girtin û dadgehkirina wî wisan bû: Aborînasê navdar Dr. Yekta Uzunoðlu piþtî komployekî ji aliyê mafîa Çek û sixurên dewleta Tirkiyê li Komara Çekê, di 1994 an de hatibû girtin û zîndanîkirin. Demekê di hepsê de ma. Serokkomarê nû hevalê wî bû. Xwest ku wî efû bike. Lê Dr. Yekta Uzunoðlu red kir. Ji ber ku ew ne sucdar bû. Ew, ji ber xebatên xwe yên polîtîk ji aliyê hêzên nedilxwaz weke qûrban hatibû hilbijartin. Piþtî demek e dirêj Dr. Uzunoðlu hatibû berdan. Dadgeha Çekê xwest ser pirsê biseyîne, bide girtin. Lê Uzunoðlu li dijî helwesta dadgehê rawestiya û dadgehkirinek vekirî û demokratîk xwest. Piþtî demek dirêj, berxwedana Dr. Yekta Uzunoðlu bi ser ket û piþtî dadgehkirinek vekirî, tevayên bendên sucan bê bingeh derketin, û ew piþtî 13 salan azad bû.

Edebnasê navdar Danek li ser sedema nivîsîna destanê û buyera Uzunoglu dîtina xwe wisan anî zimên: Di diroka medeniyeta Ewrupî ya sedsela 19 û 20 an de 3 skandalên adaletê yên herî mezin henin ku nayên û dibe neyên bîra kirin: 1. Skandale Alfred Dreyfusî – ku cihu bû li Firansayê, 2. Skandale Leopold Hilsnerî – ku cihu bû li Avusturyayê, 3. Skandale Yekta Uzunoðlu – ku Kurd bû di Komara Çekê de. Û her sê jî berjewendiyên welatên ku te de dijiyan ji welatiyên wan welatan zêdetir diparastin.

Alfred Dreyfus di meha îlona sala 1894 an de hatibû girtin. Yekta Uzunoðlu di meha îlona sala 1994 an de girtibûn! Tam sedsal piþtre. Ev yek bi xwe nîþan dide ku medeniyeta me piþtî 100 salan ji hê gav kî ji peþda neçûye! Ji ber ve ji eyba bûyera Yekta Uzunoðlu ji a A. Dreyfus mezintir e û dibe em ve bûyerê þev û roj ji nebiyên xwe re wek destanan, kilaman bêjin ku êdî cardin bûyerekî wusa di medeniyeta me de pêk neyê. Em tev de qersdarê (deyindar) Yekta Uzunoðlu ne. Ew merxasê Kurd in ku bo webeyê nebiyên me dev ji þerê dijî neheqî û bê adaletiyê berneda, nereviya û 13 sal tek û tenê þer kir. Bo tu kesî û tu tiþte 170 zana, ilûmdar, siyasetmedar nediketin greva birçîbûne. Lê Yekta Uzunoðlu wan kesên herî navdarên gelê me – Vaclav HAVEL ji tê de – rakir ser piyan, wan kiþand nav grêva birçîbûne bo dinya kî adîl. Me ji xwendevanên xwe re beþek ji orîjînala destana bi navê "UZUNOGLIYADA" wergerand kurdî:

" Li esman bi baranan digiriya Zerdeþtê Dilovan He beriya Îsayê me digot "wê ser bikeve qencîtî li ser zilman" Tenê qencan re vekiriye deriyên muqedesê buhuþtan(cenetan. Bo kesen ku rastiyê bi agir be jî binîn ziman, yên bi namus re bi xwe vedibe deriyê esîman Sêzde sal bihurin ta ku ve yekê fahm kir adalete çekan.

Idi Yekta ket riyan ji Fakíre bi mehre Kobra hostatir Bi Alfa Romeo xwe re dileyst bi destê vala Lêdixist kaportaye ta ku wek tawus firiya Xwe da ber bi Dicle û Diyarbekir Nirvanê xwe bilind kir di esmanan wek teyrokê ji êgir. Ber bi welatê ku ji xwewnan (dihat dinê) geþ dibû: Kurdistan…"

Dr. Uzunoglu hayê xwe ji nivîsîna destanê tune bû. gerînendeyê kovara U2 ew pîroz kiribû û li ser destanê zaniyarî dabû wî. Me xwe gehand Uzunoðlu û dîtina wî li ser destanê girt. Wisan got Uzunoðlu: Ez bi xwe gelek dilxweþ bûm. Kemanî bi saya ve destanê, gele Çekê dê navê Kurdistan, Zerdeþt, Dicle û Amedê (Diyarbekir) baþtir nas bikin. Dîroka me, hebûna me wê bikeve nav hebûn û dîroka çekan (Zarathustra News).

F
E
E
D

B
A
C
K