memo-sahinHeya du (2) meh berê kes behsa DAIS’ê nedikir û ev di rojeva Ewropa û Emerikayê de cih nedigirt. Kiryar û qetlîamên cihadîstan, barbarên dema nû, bala wan nedikisand. Lê dema ku DAIS di 10ê Heziranê Musul dagirkir û konê xwe li ber deriyên Bexdayê veda û vekir, wê çaxê DAIS ket rojeva dinya û cîhanê. Û bi ferman û jenosida Kurdên Êzidî dinya lerizî, serûbin bû û wijdan rê neda ku çawên xwe bigirin. Pêwîst bû ku li hember wan Moxolên dema nû, barbar û wehsiyan bêdeng nemîne.
DAIS çawa û li ku derket?
DAIS (Dewleta Îslamî ya Iraq û Suriyê) pistî serê Emerika li dijî Saddam li Iraqê derket holê. Ji salên 2003an heya 2006an wek baskek El Kaide hat nasîn. Pasê navê xwe kir Dewleta Îslamî ya Iraq. Di wan salan û sûnda jî li Iraqê gelek qetliam pêkanî, bi dehhezaran însan kûst û camiyên Siiyan teqand, êrisî Xiristiyanan kir. Di bin qetlîama Tîrmeha sala 2007 li hember Kurdên Êzidî mohra wê rêxistina hov heye. Pistî ku li Suriyê ser derket, derbazî vî alî bû û bi hinek rêxistinên Îslamî wek El-Nusra re bi hevgirtin û bi hevra xebitin. Pasê navê xwe gûhert û kir Dewleta Îslamî ya Iraq û Suriyê (DAIS).
Li Suriyê rolek, erk û wezifeyek DAISê hebû. Ev jî li hember Rojavayê Kurdistanê ser, talan û qetlîam bû. Dema DAIS li hember Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diskest, sikestin dixar, wê care êrisî rêxistinên opozisyonê, muxelefetê dikir. Bi wan êrisan dixwest ku morala cihadîstan neskê, tim mesgûl û di bin qontrolê de bin.
DAIS ji çend kesî pêktê û ji ku hatine?
Li gor agahiyên îstibaratên rojavayî, Emerikî û Ewropî hêjmara cihadistên DAISê li dor 15.000 kesî ye. Gelekên wan ji derva çûne û bi navê Xwedê û Îslamê li Suriyê û Iraqê bo cîhadê qetlîaman pêktînin, zarokan dikûjin, jin û qîzan dîl digirin û direwînîn, dil û cîgerên kûstiyan dixwin, însanan bi bombeyan diteqînin, serjêdikin û cûre cûre hovitî pêktînin.
Yên ku ji Ewropa çûne û di nav DAIS’ê cih girtine digêhêje dora 5.000 kesî. Istixbarata Almanya bi resmî behsa 400 kesî dike ku çûne nav refên DAISê. Lê hêjmar hên zêdeye, ber ku kes nizane, ev xortên ku bo gerdenisê, tatilê çûne Tirkiyê, çi dikin û li ku ne. Ji Fransayê dora 1.000 kesî, ji Ingîlistan dora 1.500, ji Bosna, Kosova, Albanya jî dora 1.000 kesî li ser Tirkiyê derbazî Suriyê bûne. Hêjmara yên ku ji Hollanda, Belçîka, Avusturya, Skandinavya û Swîsre çûne nayê zanîn. Li gor texminan dora 5.000 kes ji Ewropayê di nav refên DAISê de cih digrin. Hejmara yên ji Kafkasya, Çeçenistan, ji Efganistan, Pakistan, Endonezya, Malezya çûne ne diyar e. Dîsa yên ji welatên Ereban, ji Libya û Fasê, ji Erebistana Sûudê bo cîhadê çûne, kes nizane. Dîsa yên ji Tirkiyê çûne nayê zanîn.
Xêynî wan cîhadîstên derva, gelek esirên Erebên Sunnî li Suriyê û Iraqê pistgiriya DAISê dikin. Endamên Baasa Saddam û serbaz û memûrên wî jî pistivaniya wê dikin. Ger pistgiriya esirên Ereb nebûya, DAIS nikaribû ewqas mezin biba.
Kî pistivaniya DAISê dike?
Dinya û alem jî dizane û dibê ku dewletên ku pistivaniya DAISê dikin Erebistana Sûud, Qatar û Tirkiyê ne. Sûud û Qatar pere û çek didin. Tirkiyê jî cîhadistan dihevîne, perwerde dike, lojistik dide û wek terminal û istasyonek navnetewî alikariya DAISê dike. Yên ku ji derva tên bi piranî li ser Tirkiyê derbazî Suriyê dibin û di bin refên DAISê de cih digrin.
DAIS ji Tirkiyê erzaq û derman distîne; birindarên DAISê li Tirkiyê tên derman kirin. Tirkiyê jî petrol û neft ji DAISê dikire. Ticareta navbêra Tirkiyê û DAISê bi her roj zêde dibe. DAIS li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê bi eskere dixebite û wek ofisa lesgeriyê, xortên Kurd û Tirk tên xepandin û bo Suriyê tên sandin.
Abdulkadîr Selvî behsa 2.000 TIR, an jî loriyan dikir ku ji aliyê MITê derbazî Suriyê bûne. MIT ne saziyek xêrxwaz û ne jî Heyva Sor a Tirkiyê ye. MIT istixbara Tirkiyê ye û eskereye ku çek û teqemenî disîne DAIS û El-Nusra.
Du armancên Tirkiyê hene: Bikaranîna hêzên cihadist li hemberî Rojava û gelê Kurd û dewletek Îslamî a Sunnî li keleka Tirkiyê. Bo wan her du armancan, her tist bo Tirkiyê mûbah e.
Dewleta Islamî çiqas mezin e
Ji Helebê destpêdike û li ser Reqqa, Derazor derbazî Iraqê dibe û li ser Musul digêhêje Tikrît û Felluce. Gelek esirên Ereb li Suriyê û Iraqê pistgiriya DAISê dikin; hinek bi daxwaz û bi bîryara xwe, hinek jî bi darê zorê. Ger pistivaniya esirên Ereb nebûya, Musul nediket destên DAISê. Ger pistivaniya esirên Ereb nebûya, DAIS nikaribû bi serê xwe û bi hêsanî êrisî Sengalê bikira.
Ger esirên Ereb DAIS nehewendibana, DAIS nikaribû ev du salên dawî de êrisî Rojava bikira! Heya ku korîdorek, pireyek di navbêra Efrîn, Kobanê heya Cizîrê venebe û pêkneyê, bo gelê Kurd rehet û aramî nîn e û êris wê her berdewambin.
Pêwîste Kurd çi bikin?
Di serî de hemahengî, koordînasyon û stratejiyek hevbes û yekgirtî hewce ye. Dîsa konseyek lesgerî ya hevgirtî û hevbes elzem e. Lobiyek yekdengî bo Rojava û Basûr pêwistiyek mezin e. Û bilindkirina daxwaza zextan li hember dewletên ku pistgiriya DAISê dikin, di serî de li dijî Erebistana Sûud, Qatar û Tirkiyê giring û hewce ye. Her ûsa nabe ku di navbêra du perçeyên Kurdistanê, Basûr û Rojava de gûmrik hebin!
Zext li ser Tirkiyê zêde dibe
Belavbûna nûçeya gûhdarkirina Tirkiyê ji aliyê istixbarata Alman, pistî qetliama Sengalê pêk hat. Bawer dikim istixbarata Alman xwest ku mesaj û peyamek bide Tirkiyê. Armanc jî bi baweriya min ev e: „Em dizanin ku tu pistivaniya cihadistan, barbarên dema nû dike. Em dizanin, tu terorê li heremê ixrac û belav dike.“
Pêsiya Almanya derket holê ku Amerika jî guhdariya Tirkiyê kiriye. Dema Erdoxan di Gulana 2013an çû Amerika, Obama guhê Erdoxan kisand û belgeyên pistgiriya MITê nîsanê Erdoxan kir. Ûsa jî zivistana pêwendiyên Tirkiyê û Emerika destpêkir. Dîsa di wan rojan de derket meyadanê ku Almanya dixwaze pêwendiyên xwe bi Esad re tamîr bike û di hewldanek kûr de ye.
Tirkiyê ev mesaj û peyama Almanya û Emerika girt. Niha guhê wê ketine. Niha sunde gelek zehmete ku Tirkiyê bi eskere pistgiriya DAISê bike. Û dîsa îxtîmal heye ku pistî hinek zextên Ewropiyan Tirkiyê blokaj û embargoya ser Rojavayê biçek sist bike.
Êdî zehmete ku PKK û HPG bi terorizmê bên tewambar kirin
Medya û ragîhandina cihanê, televizyon û rojnameyên Ewropî û Emerikî eskere belavkirin ku YPG û HPG gîhistine hawara Sengalê û bi can û xwîna xwe koridorek bo rizgariya Êzidiyan vekirine.
Pistî belavbûna wan nûçe û xeberan êdî mohra teroristiyê li ser PKK bê tesir bû. Di rojname û kovarên mezin yên Ewropê û Almanya, wek Der Spiegel, Frankfurter Allgemeine, Süddeutsçe Zeitung, Frankfurter Rundsçau û gelekên din de, behsa rakirina mohra terorizmê li ser PKK bi dengek bilind tê kirin.
Rojnameya Alman Die Tageszeitung (taz) di roja 3ê Îlonê bi mansêta „PKK gehört zu Deutsçland“ (PKK parçeyek, an jî rastiyek Almanyaye“ derket û qedexeya li ser PKK pûç kir. Dîsa di nav hemû partiyên Almanyê de gotûbêjek, danûstandinek bi hereret li ser rakirina qedexaya PKK destpêkir û gelek pozitif berbipês diçe.
Bona rakirina mohra terorîzmê li ser PKK, pêwiste lobiyek xûrt bê mesandin û ajandeyek zelal bê tesbît kirin. Pêwîste sazî û rêxistinên nêzikî PKK li Ewropa xwe ji ajandayên hinek grup û komên ku ji sê (3) kesan pêktên, dûrxin û bi hêzên moderat re bidin û bistînin, têkevin têkiliyê.
PYD û PKK, YPG û HPG rola xwe li Rojava û Basûr isbat kirin. PYD û PKK, YPG û HPG isbat kirin ku li hember çeteyên, çeqalên DAISê berxwebidin û wan diqewtînin, parazvaniya kêmnetew û olan dikin. Ger Emerika û Ewropa bixwaze ku DAIS bê sikestin, pêwiste li Suriyê pistgiriya YPG û PYD û her ûsa ya Kantonan bikin. Û dibe ku Emerika di roj û hefteyên pês me de ji ezman êrisî DAISê bike û li erdê jî wê YPG rola xwe bilêyize û DAIS ji sînorên Kurdistanê bê dûrxistin.
Hêzên PYD û PKK li cepheyek hezar kilometreyî berxwedidin
Îro hêzên girêdayî PKK û PYD ji Heleb, Efrîn, Kobanê, Serê Kaniyê, Qamislo, Hesekê, Cezayê, Til Koçer, Rabia, Sengal, Mexmûr, Kerkûk û gelek cepheyan de li hember çeteyên cîhadîst di sengeran de ne. Bi kêmasî cehpeya berxwedana lehengên Kurdistanê hezar kilometre dirêje. Di destên wan de kalasnîkov, doçka û bîksîyên kevn û xêynî cil û bergên ser wan, tistek din nîn e. Carna birçî û tî dimînin. Gelek caran di sengeran de kevirek sar, an jî darek hisk dibe balifa wan. Hinek ji Rojhilat hatine, hinek jî Bakûr, Basûr û Rojava. Wek Derwîsan dijîn. Hemû sermayeya wan li ser milê wan e û di bêrika, cêba wan de qirûs û centek nîn e. Saman û dewlemendiya wan dilê gelê wan û xaka pîroz a Kurdistanê ye.
Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl digot: „Ji berxwedanê bêtir tistek nîn e!“ Heya ku DAIS neskê û rejîm ji hêza xwe nekeve, rehet û aramî bo Kurdan heram e. Û dinya jî mehkûme ku berxwedana Rojava naske û wek partner û aktorek sereke û giring bide û bistîne! Reyên din êdî girtîne!
Û dawiyê de dixwazim bêm ling û paniyên ev heft lehengên HPG ku di roja yekemîn de bi canfedayane bo rizgarkirina Kurdên Êzidî berxwedane û heya ku hêzên pistivaniyê hatine, li hemberê çeteyên DAISê bûne senger û nehistine ku çiyayê Sengalê bê dagirkirin.
([email protected])

X
F
E
E
D

B
A
C
K