Nivîskarê Kurd Xalid Ehmedî, ji peytext Helsînkî ya Fîrlandiyayê têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd ji Hevserokê Komîsyona Parlamentoya Têkel a Yekîtiya Ewropayê (YE) Joost Lagendîjk re nameyek sand. Ehmedî, heman name di panelek li Salona Kahvio ya Helsînkiyê ku gelek nivîskar û parlementerên ewropayê besdarbûn de jî, xwend.

 Xalid Ehmedî ku bi sernavê Birêz Joost Lagendîjkê Hollandayî dest bi nameya xwe kiriye, wiha dibêje: " Joost Lagendîjkê Hollandayî we li Amedê got ’em hez ji sîdetê nakin’ raste gelê kurd jî hez ji sîdetê nake. Hûn bas dizanin ku her dem dewleta Tirkiyeyê êrîs dibe ser kurdan. Ev nêzî 6 salan e kurdan agirbest îlan kiriye, lê Tirkiyeyê tu bersivên erênî nedan kurdan. PKK her dem astîxwaz e. Banga çareseriya bi riyên demokratîk dike. Dibêje eger pirsgirêka kurdan çareser bibe, em hazirin ku dest ji çekan berdin."

Nivîskar Xalid Ehmedî, di nameya xwe de destnîsan kir ku dewlet li ser kurdan ser ferz dike, mafê kurdan nas nake û PKK jî, ji ber vê yekê mafê xwe yê paraztinê bi kar tîne û mecbure xwe bi parêz e. Ehmedî, wiha pê de çû: "Hûn dibêjin bila DTP ji PKK’ê dur bisekine, ev ne rast e û ji gelê kurd re heqaret e. PKK tenê li çiya nîn e, di nav civakê de ye. Bi rastî jî civak bi PKK’ê re ye. Civak jî DTP wekî partiyek siyasî ya li Tirkiyeyê qebûl kiriye. Heke DTP ji civakê dur bisekine, gelo wê kî pistgiriyê bide DTP’ês Li Tirkiyeyê hin partî li ser navê kurdan hene, xwe ji PKK’ê dur girtine, heta dijberiya PKK’ê dikin. Di demokrasiyan de dibêjin, ’em ji bîr û baweriyên gelan re rêz digirin’ Madem wisa ye, gelê kurd jî îro dibêje, pirsgirêka me bi Serok Apo û PKK’ê re çareser dibe."

‘Zoriya bidin Tirkiyeyê’

Ehmedî di dawiya nameya xwe de wiha dibêje: "Birêz Lagendîjk, heke hûn bixwazin pisgirêka kurd çareser bibe, dê Tirkiye jî wekî Endonezya, Nepal, Îspanya bibe navenda aramî, astî û edaletê. Zext û zorê bidin Tirkiyeyê ku mafên kurdan qebul bike. Heke maf bê qebûl kirin, wê PKK jî çekên xwe deyne. Ji ber vê yekê em ji hemû rayedarên Konseya Ewropayê dixwazin di vê mijarê de bihîstiyar bin."

E. ALTAN/DÎHA/HELSÎNKÎ

 

F
E
E
D

B
A
C
K