Ji raya gistî re
Bê qanuniya dewleta Belçîqa ye li dijî Roj Tv û saziyên kurdan me bi xemgînî bihîst û temasê kir; vê yekê em ji dil xemgîn kirin. Em vê bêqanuniya li dijî kurdan sermezar dikin.
Wekî rêvebirên dewleta Belçîqa jî dizanin Roj Tv ji bo ziman û kultura Kurdan pencereya li dijî asîmîlasyonê ye. Roj Tv nefesekê ji bo zarokên Kurdan ê ji perwerda bi zimanê zikmakî mehrûm. Ji jinên kurd û yên bindest re dibistaneke zanînê û platformakî azadî yê. Ji gelên mîna Asûrî-Sûryanî, Ermenî , Laz û yên dine re qîrîneke. Roj Tv çav, dev û guhên gelê Kurd û yên bindestê. Ji bo van sedeman dewletên ji demokrasîyê para xwe nestandî gelêk êrîsan tînin ser Roj Tv û sazîyên kurdan yên kulturî.
Lê welateke mîna Belçîqa ku di navênda demokrasîyê de ye pêwîste nekevê, nav van bêqanuniyên ku dewletên din dike.
Em ji dewleta Belçîqa dixwazin ku di wexteka kin de rojnemavanên Roj Tv ê û siyastmendarên kurd serbest berde. Zirara ku li saziyên kurdan kiriye tazmîn bike. Alîkarîyê bike ku kultura Kurd jî bipês keve û kultura cîhanê rengîn û dewlementir bibe.  
 
Însîtîtuya Kurd Li Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K