Mijara Konferansê Sêx Fexirê Adiyan, hîmdarê felsefe û edeba Kurdî bû. Vê mijare û pisporên amadebûn ahenga 15-saliya demezrandina vê Malê xemilandin. Hêne ji serê salê ve komîta birêvabira giStî ya Mala Êzîdiyan Oldenburg biryar stand, ku roja 15 saliyê  pêwist e bi konferansekî zanistî û lêkolînî li ser Qewl, Di`a û Beytên me yên pîroz û xasê me yê navpîroz Sêx Fexrê Adiyan derbas bibe. Ev edebyeta dewlemend, ya ku sertaca wê  berhemên Sêx Fexrê Adiyan in, ji sedemin nediyar edebyetzaneyên Kurd balkêS nekiriye û ciyê xwe yê layîq di dîroka çanda gelê Kurd de negirtiye. Armancên vî Konferansî agehdariya zanyarên Kurd li ser vê xiznê xurtir bikin, van durr û cewahirên giranbuha ji gelê me re derbixînin û ronahiyê bavêjne ser wê çanda bi ziman û ruhê kurdewarî, ya ku her Êzîdiyekî bi serê xwe, bi xûna xwe bi sedsalan xwedî kirine.
Rast e di  30-40 salên dewî de hindek zaniyarên Kurdên Êzdî xebatên hêja  di wî werî de kirine (ji ber devên a lim û qewlvanan nivîsandine, berevkirine û weSendine)  lê belê ew ji goveke Êzdiyatiyê teng derneketiye, ji lêkolînên kûr re nebuye bingeh û ji guhdana edebyetzanîna kurdî  û cihanî re ji derve maye.

Berî 9 mehan komîta amadekar ya vî Konferansî bi Sêweyekî vekirî zanyar û pisporên Kurd vexwendî wî kir û  pêSniyaz kir, ku ew bi lêkolînên xwe ve beSdarî Konderans bibin.  Gelekan ev pêSniyaz rind û baS dîtin û 17 gotarên hêja ji bo Konferans Sandin

Bi kêlîkeke bêdeng ji bo cangoriyên 72 fermanan, ji bo cangoriyên vê dema niha û ji bo cangoriyên Kurdistanê û bi Qewlekî yê Sêx Fexrê Adiyan ji hêla qewlbêj Merwan  Bapîr  Konferans hate vekirin û  beSdaran dest bi xebata xwe kirin.

Serokê Malê Têlîm Tolan kar û barên Malê nirxand, derbaskirina Konferansekî wisa bilindî û qîmet dayê û bixêrhatina semînarvan, mêvan û tevbuyên  Konferans kir û got:   "Heke em îro bi kûrayî dîroka Kurdan lêkolîn bikin em dê bighîjin wê rastiyê ku fer e navê Sêx Fexrê Adiyan di eynî rêza Edebzanên mezin yên Kurdan Feqiyê Teyran, Melê Cizîrî û Axmedê Xanê bê hildan. Û jiber ku Sêx Fexrê Adiyan bêri wan zaneyan hatiyê Cihanê, ew e hîmdarê felsefe û edeba kurdî. U careke din eskere dibe ku Êzîdiyatî koka Kurditiyê ye!"

Di  Konferans de 17 gotarên giranbuha ji alyê piSporên zanyar yên vê bawariyê hatine pêSkêSkirin. Roja yekemîn bi gotarên nivîskar Dr. Eskerê Boyîk û prof. Dr. Celîlê Celîl (Austriya) hate vekirin.

Roja duyamîn û sêyamîn bi navê birêvabirya Malê bixêrhatina mêvanan hate kirin. Cîgirê serokê Malê Sihap Dag û endemê Komîta birêvabir û rewSenbîrî Kazim Oba bi axiftinên xwe giringbûna vê mijarê careke din bi Sêweyekî teybet anîne ser zimên. Nivîskar û lêkolînvan Pîr Xidir Silêman (Dihok), Dr. Xanna Omerxalî (Russiya), lêkolînvan Bavê Azad, Dr. Zûrabê Bûdî Aloyan, nivîskar û lêkolînvan, Resen Hesen Cindî ( Dihok), lêkolînvan Hecî Elo, nivîskar û lêkolînvan Bedel Feqîr Hecî, nivîskar û lêkolînvan Sewqî Semo Îssa,  nivîskar û lêkolînvan Îdo BabaSêx (Dihok), nivîskar û lêkolînvan Kerîm Silêman (Dihok) gotarên xwe pêSkêSî beSdaran kirin û pirr danûstandin û guftego li ser wan çê bûn.
Emê nêzîk van gotaran di pirtûkeke teybet de biweSînin.
Ji hindek sedeman nivîskar Dr. Tosinê ReSîd (Australiya) û  sazbendzan Dr. Nûra Cewarî (Australiya), nivîskar û lêkolînvan Xêrî Bozanî (Dihok), nivîskar û lêkolînvan Seidê Silo (Dihok) û nivîskar û lêkolînvan Kovan Xankî (Dihok) nikarîbûn amade bibin. Wan gotarên xwe ji me re Sandin û  me jî gotarên wan xwendin. Konferans bi guftegoyeke aktîv derbas bû.

Ji me hemuyan re rûmeteke pirr mezin e, ku Wezîrê Herêma Kurdistanê yê berê, Hakim Nemir, rojnemevan û nivîskar Heso Hormî, helbestvan Edîp Çêlkî, nivîskar û lêkolînvan Kemal Tolan û gelekên din mîna Hadî Babê Sêx, yê ku helbestek xwend, li vî konferansî amade bûn. Dîrokzan û folklorîstê Kurdî yê bi nav û deng Prof. Dr. Celîlê Celîl got, ku bi vî Konferansî deriyekî nû li ser  Êzdînasiyê û her wiha jî li ser edebyetzaniya Kurdî  vedibe û ew rûpelên dîroka me ya ji ber çavan winda bûbû ji nû ve têne vekirin.

Daxwaziya beSdaran ew bû, ku hersal li ser vî babetî Konferansek pêk were.
Mêvanên Konferans ev bûn: nivîskar û siyasetmedar  Yîlmaz Camlîbêl, Fetah Tîmar, Hakim Nemir, helbestvan Edîp Çêlkî û gelekên din.
Birêvabirina Konferans: Sadikê Basî, Sewqî Îssa, Alî Toku,  Dr. Xanna Omerxalî, Bedelê Feqîr Hecî û Dr. Eskerê Boyîk.
Xebatên Konferans ji aliyê Kurdistan TV, ÊZÎDA TV, Oldenburg TV, Malperên întêrnêtê: Dengê Êzîdiyan : www.yeziden.de, www.hekar.net, www.lalishduhok.net, www.Kaniya-sipi.de, www.doxata.com, www.lalishcenter.net û ji aliyê hineke din  ve jî mîna Fehmî Ezîz hatine nirxandin.

Du weneyên xeyalî yên Sêx Fexrê Adiyan, ku ji aliyê hunermendên hêja Mîroyê Okê û Kemal Heraqî ve hatibûn çêkirin û di Konferans de hatin nîSandan.

Konferans ev biryarên jêrî girtin:
1. Di demeke kurt de dê gotar û mijarên Konferans wek pirtûkekê werine weSandin.
2. Di Mala Êzîdiyan (Oldenburg) de dê pêkanîna konferansên zanestî, yên salane berdewam bibin.
3. Bang li wêjevan û edîbên Kurdan hate kirin, ku ew li vê edebyeta dewlemend û fîlîsof û qewlvanê mezin Sêx Fexrê Adiyan xwedî derbikevin.
4. Daxwaz ji zanîngehên Kurdistanê hate kirin, ku ew vê edeba dewlemend di beSên Edebyat û Tiyolojiya Kurdî de bi cî bikin û bixne programên lêkolînan.

Ji Konferans re ev pîrozbayî hatin Sandin:
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihok, PEN a Kurd, KOMKAR Elmaniya, KOMKAR Danimark, Komela HEVALTÎ (Botrop), Bingeha LaliSh (Dihok), Bingeha LaliSh (Xetar), Bingeha LaliS  Elmanya, Mala Êzdiyan  Holanda, Merkeze Doskerdiya zanîstî e Koçgîrî û Dersîm / Dr. Alî Kilîc/ Navenda Sêwirdariya Êzîdiyan li Elmaniya: Komela Leer, MÊO, Komela Kalkar, PÊC, Nûjin û Bingeha Lalish Bielefeld. Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Ebdilezîz Tayib.
Îsmaîl BêSîkçî, RoSan Lezgîn, Hesen Serîf, Dr. Hiznî Haco, Evîn Çîçek, Xêro Akayî,, Dr.Tosinê ReSîd, Dr. Nûra Cewarî, Kemîran ReSîd Berwerî ( Birêvabirê Radiyoya Dengê Kurdistan li Dihok), Têmûrê Xelîl, Dr. Gundî Dilberz, Xêrî Bozanî, Xebat Sakir, Seîdê Silo, Kovan Xankî, Silêmanê Elîxan, Selîm Temo, Newaf Mîro

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K