-Di dîroka Komara Tirkiye’yê de, ji sala 1956’an vir ve (ku di heman salê de sîstema pir partîyan ketiye meriyetê), cara yekem e ku partiyekê 3 caran li serhev tê ser desthilatdariyê. Ji 2007’an vir ve vê partiyê ji % 4 dengên xwe zêde kiriye. Digel vê zêdekirina dengan AKP 10 parlementeran kêmtir kir û bi hejmara 326 parlementeran ew nikare bi tena serê xwe destûra bingehî çê bike. Li gorî vê encamê, çi jibo çêkirina destûra bingehî û çi jî jibo çêkirina qanûnan, AKP neçar e ku bi komên din re, CHP, MHP û BDP, bikeve nava diyalogê û bi wan re hevkariyê bike.

-Digel bayê ku Kemal Kılıçdaroğlu dabû çêkirin, partiya komarger CHP nikaribû li gorî hedefa xwe dengan bistîne, yanê bigehêje % 30’yî. Encama ku derketî holê carekê din daye xûyan ku CHP nikare ji pirsgirêkên Tirkiye’yê re bibe bersiv. Çendî di serokatiya wê de û herwuha di rêveberiya wê de guhertin pêkwerin jî, mentalîteya navendî ya vê partiyê rê nade ku ew bibe partiyekê « Sosyal Demokrat ». Li gorî rexneyên ku li CHP’ê têne kirin, wusa diyar e ku Kemal Kılıçdaroğlu û ekîba wî nikarin zêde bidomînin.

-Ji salên 2000’î vir ve MHP herdem hêza xwe wenda dike. Di nava heman partiyê de nerazîbûna li hemberî Devlet Bahçelî zêdetir dibe. Ez bawer im heya hilbijartinên deşa pêş wê Devlet Bahçelî ji serokatiya MHP’ê dûrkeve. Lêbelê, eger ev partî di mentalîteya xwe de guhertinan nede çêkirin, dîsa jî wê nikaribe rêjeya dengên xwe bilindtir bike.

-Partiya ku di dengên xwe de û herwuha di hejmara parlementeran de pêşketin daye çêkirin BDP ye. Ez encama van hilbijartinan jibo BDP’ê serkeftî dibînim û, carekê din, pîroz dikim. Lê belê, divê were zanîn ku, ev serkeftin bi xebatên teknîkî hatiye bidestxistin. Jiber ku di rêjeya dengên BDP’ê de, an jî yên blokê de, tenê 0.9 pêşketin çê bûye. Yanê di navbera rêjeya hilbijartinên 2007 û 2011’an de derdorê 350 000 deng hene. Dê were zanîn ku, ev pêşketin jî bi alîkariya hevkariya bi HAKPAR û KADEP’ê re derketiye holê. Lewre, bi encama van hilbijartinan ve girêdayî, rastiyekê jî baştir xwe dide pêş ; daxwaza Gelê Kurd bi Yekîtiyekê û Hevkariyekê Neteweyî heye.

Xebatên teknîkî, bi taybetî hejmarkirina matematîk, 16 parlementeran zêdetir kir. Eger di sala 2007’an de heman xebat hatiba meşandin, wê demê jî derdorê 30 parlementerî dikaribûn derkevin. Di cewherê encama hilbijartinên îsal de mirov dikare kêmasiyên dema borî jî baştir bibîne. Hêvîdar im hêzên kurdan ji hemû kêmasiyan baştir dersan derxînin.

20.06.2011

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin
http://farasinfr.blogspot.com
Mail: [email protected] /[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K