Kongra Neteweyî ya Kurdistanê 15. mîn kombûna Civata giştî ya xwe li her sê rojên 25, 26, 27 ê îlonê, li paytextê Belcîka Brukselê, bi beşdarîya zêdetirî 200 endam, ji 100’an zêdetir mîvanên bijartê û nûnerên partîyên sîyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetîyan ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora (Tarawge) yê pêkanî.
Di rojeva civînê de, rewşa siyasî û pêşhatiyên dawî yên li Kurdistan, Rojhelatanavîn û Cîhanê, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Di heman demê de mesajên partîyên siyasî, rexstinên svîl yên Kurdistanê û diyasporayê hatin pêşkêşkirin. Di peyamên xwe da xurtkirna rol û misyona KNK ê û xebat û tekoşîna Neteweyî û Nîştîmanî û parastina destkeftiyên gelê kurd û Kurdistanê derketin pêş. Li tevahiya axaftin, gotûbêj û peyaman da xwedî derketin li sistema xweserîya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê, parastina destkeftiyên Herêma Başûrê Kurdistanê û ji bo azadkirina Şengal û heremên din yên ku ketine bin dagîrkerîya dujminan de, geryan li pey vedîtina çareseriyên nakokîyên di nav hêzên Kurdistanî li ser binemayekê netewi û demokrati, herweha ew qeyrana di navbera hukûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê bi yekîtî û yekrêzî ya hêzên siyasî bê çareser kirin. Ji bo ku ew prosesa çareseriya demokratik li bakur, ji nû ve bête destpêkirin, serkeftin û destkeftiyên doza kurd û Kurdistanê bi serbestbûna birêz Abdulah Ocalan ve girêdayîye. Li gel van teva, ew siyaseta taybet ya Komara Îslamiya Îranê ya li dijî gelê kurd û gelên Îranê, li dardekirin (îdamkirin) a keç û xortên kurd û binpêkirina hemû core mafên mirovan û xurtkirina bizava rizgarîxwaza Kurdistanê di rêya yeketî û yekrêzî û hemahengiyê di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê bi cih tê.
Pirsa azadîya jinê û pirisgrêkên civakî yên li Kurdistanê jî, bi giringîdanek mezin di nav gotûbêjan de bi giştî cih girtin. Civîn bi berfirehiya rojeva xwe ve, bi awayek demokratîk hate meşandin û gihişte armancên xwe. Herweha Peymana KNK ê jî, ji sedema pêvajoyên nu û guncandina wê bi pêşhatên dawî re hîn guherîn çêbûn.
Di encama civînê da hilbijartinên Hevserok, Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî bi awayekî demokratîk hatin pêkanîn.

Li encama guftûgo û gengeşîyan da, çendîn pêşniyar, daxwaz û rasparde hatin destnîşankirin:
1. KNK wek mezintirîn sazîya Neteweyî û Niştîmanî ya sîwan, berdewamî bi kar û xebata xwe bi hêztir pêwîst dizane.
2. KNK, piştgîriyê li hemû destkeftîyên beşên Kurdistanê dike van destkeftan bo hemû Gelê Kurdistanê dibîne. Ji bo vê yekê em bang li hemû partî û rêxstinên Kurdistanî dikin ku rolek erênî ji bo piştgîrî û parastina wan destkeftan bibînin.
3. KNK daxwaz dike ku aştî û demokrasî li Bakurê Kurdistanê misoger bibê û ji bo serkeftina Careserîyê, pêwîste birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
4. KNK, li Bakurê Kurdistanê pişgirî dide îlan û avakirên rêveberîyên xweser yên gelê Kurdistanê. Her weha piştgîriyê li destkeftên siyasî, kultûrî û bidestxistina rêveberîyên herêmî dike û bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasîxwaz dike ku ji bo pêşanîna aştî û demokrasîyê li Tirkîyê û hemû rojhelata navîn di helbijartinên yekê mijdarê de, HDPê bê destek kirin. Herweha KNK bi serkeftina HDP ê di helbijartinan de aştî û demokrasîya radîkal misoger dibînê.
5. KNK, piştgîriya Xweserîya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê dike û ji hemû rexistin û partiyên siyasî daxwaz dike ku piştgîriya wê bikin. Herwiha dixwaze hemû kêşeyên navxweyî bi diyalog û gotûbêjan bên çareserkirin.
6. KNK koçberîya ji tevahiya welat, bi taybeti li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, wek metirsîneke mezin dibîne. Herwiha bi her cûreyi be pêşiyê li vê karesatê bê girtin. Her weha ji bo çareserkirina vê meramê daxwaz li Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Kantonên Rojava dikin, ku ji bo çareserkirina vê diyarda koçberî yê karên ciddî û zanistiyane bên kirin. Di heman demde KNK bang li hemû saziyên Kurdistanî dike ku li dijî vê koçberîyê helwestekê encamgir werbigirin.
7. KNK, Siyaseta Rêjîma Cumhurîya Îslamî ya Îranê ya li dijî gelê Kurd û gelên din yên li Rojhilatê Kurdistanê mahkum dike. Siyasetên nemirovî yên dewleta Îranê yên bi zindanikirn, êşkencedan, hewlên ji navbirina kesatî yên azad û demokratîxwaz û helawîstin (îdam) û kuştina siyasetmedar, çalakvanên sivîl û kasibkarên debara rojane şermezar dike. JI bo çareserîya pirsgirêka Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha bidestxistina mafên rewa û çarenivissaz, tekoşîna rizgariyê di domîne û pêşdixe. Dîsa bang li rejîma Cumhurî ya Îslamî dike ku li seranserê Îranê û teybetî herêma Rojhilatê Kurdistanê pêşî li girtina bikaranîna madeyên hişber (narkotîk) bigre û tedbîrên pêwîst bigre.
8. KNK, piştgirî dide daxwazên Gelê Kurd yên li Xurasanê, ku dixwazin herêmên xwe rêvebibin û xweser bijîn, ziman û çanda xwe bi parêzên.
9. KNK, kuştin û zulma li ser jinê, weke kuştin û qetilkirina mirovahiyê dibîne û bi tundî şermezar dike. Ji hemû partî û rêxistinên civakî û sivîl daxwaz dike, ku li dijî kuştina jinan rawestin û ji bo her core mafên jinê tekoşîneke xurt bikin.
10. Paşeroj di destê ciwanan de ye. Lewma ciwanan paşeroja gelan dibîne. Di avakirina civaka nûjen da roleke girig dide ciwanên Kurdistanê û daxwaz ji hemû dem û dezgehên Kurdistanî dîke ku vê rola ciwanan bibînin û xwedî lê derkevin.
11. KNK bi pêdivî dizane ku, divê bi berpirsiyarîyek mezin çand, ziman û kiltor û kelepora Kurdi bê parastin û pêşdebirin. Li ser vê bang li Gelê Kurd dike, ku xwedi li çand û zimanê xwe derkevin û bi israr biparêzin. Herweha baykotkirina dibistanên dewleta Tirk li bakûrê Kurdistanê destek dike û ji bo bi destxistina mafê perwerdeya zimanê zikmakî li her beşekê Kurdistanê têbikoşe.
12. KNK, piştgîrîya biryara Rêveberîya Kantonên Rojava ya ji bo perwerde û xwendinê ya bi zimanê Kurdî û zimanên din yên herêmê dike. Her weha bi destê hinek dewletan pêşxistina perwerdeya zimanên derveyî Kurdî li başûrê Kurdistanê xeter dibîne, li vê herêmê jî divê pêşî li asîmîlasyonê bê girtin.
13. KNK rola medya Kurdistanî bi giring dizane; her destdirejî û zoriyê li ser medya û medyakarên Kurdistanî qebûl nake. Herweha daxwaziyê ji medya û medyakarên Kurdistanî dike ku rola erêni û erkên xwe yên neteweyî u niştimanî pêkbînin.
14. KNK daxwaz partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku li gorî berjewendî yên tevgera azadîxwaz ya gelê kurd tevbigere û bi berdevkîya gelê Kurdistanê bike û berjewendîyên Neteweyî li ser berjewendîyên berteng yên partayetiyê bigre.
15. KNK Giringî dide diyaspora (revenda) Kurdistanî li cîhanê, ji bo aktifkirina rola wan ya ji bo peşxistina doza Gelê Kurd û Kurdistanê di warên diplomasî û dostaniya ligel gelan de.
16. KNK daxwaza parastina mafên rewa yên neteweyên din li Kurdistanê dike. Herweha KNK, xelqê Asûrî-Suryanî-Kildanî xwecihî û xudanê hevbeş yê Kurdistanê dibîne û êrişên li ser xelkê me yê Asûrî-Suryanî-Kildanî yê li Nînova, Misûl û Xabûrê bi tundî şermêzar dike û piştevanîya xwe ya digel gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike.
17. KNK bi tundî, kuştin, zulim û zoriya li ser Êzidîyan şermezar dike. Bang li hemû partî, saziyên siyasî, civakî yên sivîl û herwesa her du rêveberiyên Başur û Rojava dike ku destek, alîkarî û parêzgareyeke ciddî ya civaka Êzidîyan bike. Maf û daxwazên civaka Êzidî yên resen rewa bibînê. Her weha banga rexistinên navneteweyi wek YE, UN dike ku komkujîya dijî Êzidîyan wek jenosid nasbike. Bi taybet ji bo azadkirina jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞê, gavên pratîk bavêje.
18. KNK, ferq, cudahî û çewsandina li ser xelkê me yê Yarsan ku ji teref rejima Îranê ve tête kirin, qebûl nake û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piştevanîya xelkê me yê Yarsan bi xurtî bête kirin.
19. KNK, ew ferq û cudahîya li ser gelê me yê Elewî tê meşandin ku di dema hukumeta AKP ê da zêde bûye, şermezar dike û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piştevanîya bi bawermendên Elewî re bi xurttir bête kirin.
20. KNK xerabkirin û tunekirina berhemên dîrokî ku nirxê tevahî mirovahîyene ji alîyê hêzên tundraw ve şermezar dike û bang li raya gîştîya cîhanê dike ku li dij wê hovîtîyê dengê xwe bilind bike.

CIVATA GIŞTÎ YA 15. YA KNK ê
Bruksel 27 ÎLON 2015
Encamên Hilbijartinan:

Hevserokên KNKê:
1- Nîlûfer Koç
2- Rêbwar Reşîd

Endamên Konseya Revebir:
1. Abdulkerîm Umer
2. Adem Uzun
3. Behzad Pîrmûsa
4. Dilşa Osman
5. Jalane Neqşebendî
6. Kamîran Berwarî
7. Numan Ogur
8. Perwîn Seîd
9. Refîq Xefur
10. Şehla Hefîd
11. Songul Karabulut
12. Tahîr Kemalîzadeh
13. Yilmaz Gunay
14. Zeyneb Murad Feylî
15. Zubeyir Aydar

Endamên Yedek:
1. Medenî Ferho
2. Faruq Cemîl
3. Rodî Melek

Parti û Rêxistinên Siyasî Yên Endamê KNKê:
1. Bet-Nahrain Democratik Party
2. Bizûtneweyî Demokrati Gelî Kurdistan
3. Bizûtneweyî Demokratîkî Yarsan
4. CÎK – Civaka Islamîaya Kurdistan
5. Desteya Netewî ya Ereb (Al Heya Al Wataniya Al Erebiya) – Rojava
6. El Partî Demuqratî Kurd – Suri – PDK-S – El Partî
7. FEDA – Federesyona Elewîyên Kurdistan
8. FEK – Federasyona Êzidîyên Kurdistan
9. Hevbendîya Êzidiyên Sûrî (Rojava)
10. Hibî Şuî Kurdistan
11. Hizbî Ayindeyî Kurdistan
12. KCD – E – Kongra Civaka Demokratîka Kurd – Ewropa
13. KCK – Koma Civakên Kurdistan
14. KJK – Koma Jinên Kurdistan
15. Komela Islamî Kurdistan
16. Kongre Camayto di Betnahrin (Kongra Gelê Mezopotamya)
17. Kongreya Êzidiyên Rûsyayê
18. Otonomiya Federala Netewî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê
19. Partî Demokratî Kurdî – Suriya P.D.K.S
20. Partî demukratî kurdistanî- Suriya
21. Parti Parezgerani Kurdistan
22. Partî Sewzî Kurdistan
23. Partî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan
24. Partî Zahmetkêşanî Kurdistan
25. Partiya Çepa Demokrat ya Kurd li Sûriyê
26. Partîya Çepa Kurd li Suriya
27. Partîya Guhertina demokratik ya Mezopotamya
28. Partîya Keska Kurdistan – Rojava
29. Partiya Komunista Kurd – Suriya
30. Partîya Kumunîsta Kurdistan- KKP
31. Partiya Liberal ya Kurdistan, Rojava
32. Partiya Rizgarî ya Kurdistanê
33. Partiya Yekitiya Nishtimani Azad PYNA- Kurdistan li Rojava
34. PÎK – Partîya Islamîya Kurdistan
35. PJAK – Partî Jiyanî Azadî Kurdistan
36. PYD – Partîya Yekîtîya Demeokratîk
37. Sazumana Xelkî Kurmanc ya Bakurê Xuresanê
38. TEVDA – Tevgera Ezidîyên Kurdistan
39. Tevgera Azadiya Komelgeyî Kurdistan
40. Tevgera Çaksazî – Sûrîya
41. Tevgera Jinên Kurd li Ewropa – TJK – E
42. Tevgera Nujena Kurdistan – Rojava
43. Yekîtiya Navnetewî ya Rêxistinên Kurdan ên li welatên YDS
44. YNDK – Yekîtî Neteweyî Demokratîkî Kurdistan
Çavdêr û Mîvan:
1. GORAN
2. Komelî Zahmetkêşanî Kurdistan
3. Yekgirtuyî Islamî Kurdistan
4. YNK
5. PYK-S El Wehdê
6. Partî Serbixweyî Kurdistan

Enstîtût û Rêxistinên Sivîl Yên Endamê KNKê:
1- Agirgeha Zerdeştîyan – Siwêd
2- ASUDA – Rêxistina Jinan Dijê Tind û Tîjîya Li Hember Jinan
3- CDK-F – Koordînasyona Navendên Civakên Demokratîkên Kurd – Fransa
4- CHAK
5- CHAK – Rojava
6- Encumena Jinan – Helepçe
7- Enstituta Kurdî – Almanaya
8- Enstituta Kurdî – Bruksel
9- Enstituta Kurdî – Stockholm
10- Federasyona Girtiyên Siyasiyên Kurdistan
11- Kamala GAYANDIN – Hewlêr
12- Komîteya Kurdistan ya li Ermenistanê
13- Komîteyî Bilindî SABÎ – Kerkuk
14- Meclisa Gel – Mexmûr
15- Meclisa Jina ya Êzidîyan
16- MŞD- Meclisa Şingal ya Diasporayê
17- NAVDEM – Koordînasyona Navendên Civakên Demokratîkên Kurd – Almanya
18- Navenda Perwerde ya Kurd û Emerîka – Başûr
19- Navenda Perwerdeya Margaret – Silêmanî
20- Platformî Hewram
21- Rêkxirawî Azermihr
22- Rekxrawi Tzgar Bwani Chki Kimyai – Helepçe
23- Rêxirawî NWE – Başûr
24- Tevgera Geşedan û Pêşedanê – Başûr
25- Tevna Raportêrên Lêkolîna Rojnamegerî – Êraq (NIRIJ)
26- Yekîtiya Saziyên kurd ên li Ûkraynayê – MEDYA
27- YEKMAL – Yekîtîya Malbatên Kurd – Almanya
28- YMK – Yekîtîya Mamostayên Kurdistan

F
E
E
D

B
A
C
K