Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 15.01.2023an, civîna xwe ya bîstûsêyemîn li gel Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, li navenda  KNK ê, li Brukselê pêkanî. Ev civînek hevbeş bû, endamên herdu komîteyan bi hevre beşdarê civînê bûn û plansazîyek hevbeş hate çêkirin.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li rojhilata Kurdistanê û Îranê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojava, hilbijartinên bakura Kurdistanê û Turkîyê, çivînên di navbera Turkîya – Rusya û Surîya, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, karên di 100. salvegera Peymana Lozanê de bênekirin jî bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

  • Em di destpêka saleke nû de ne. Îsal sedsalîya îmzekirina Peymana Lozanê ye. Sedsal pêş niha di konferaseke navneteweyî de, welatê me hate parçekirin û li ser çar dewletên dagirker hate parvekirin û hate tapokirin. Peymana Lozanê, ji bo me Kurdan belgeya jenosîdêye û xencereke di nava dilê me de ye. Em weke gelê Kurd vê peymana reş qebûl nakin û bi hemî hêza xwe ve dijê wê belgeya komkujîyê derdikevin. Ji bo encamên xirab yên vê belgeya reş ji holê bêne rakirin, ji bo peymanên weke Peymana Lozanê carek din li ser me neyêne ferzkirin, divê em yekîtîya xwe xurttir bikin û dengê xwe bighînin hemî cihanê. Ji bo vê yekê, em bang li hemî dezgeh, hêz, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemî gelên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê û tevlî kar û çalakîyên dijê vê belgeya reş bibin.
  • Piştî bi îşkenceyê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji teref hêzên rejîma Îranê ve, eve çar mehin li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan de, bi durişma “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê, li ser piya ne û li hember zext û zilma rejîmê berxwe didin. Di van xwenîşandan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan dikin. Di van êrîşan de heta niha sedan kesan jiyana xwe ji destdane, hezaran kes birîndar bûne û deh hezaran kes jî hatine girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wan nediyare û niha jî rejîmê dest bi îdama çalakvanan kirîye.

Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde ji bo jinan û ji bo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwenîşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.

Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalkvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan şermezar û mehkum dike.

Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember êrîşan tevbigerîn.

Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê dike ku ji bo avakirina welatek azad û demokrat, enîyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek deng derkerkevin.

Civîn, bang li Kurd û Îranîyên li derveyî welat dike ku bi çalakî û bi hemî awayî xwedî li çalakvanên li nava welat derkevin û piştgirîya wan bikin. Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

  • Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatan de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li başûra Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demêde rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

Di şerê dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta Tirk, di êrîşên xwe de çekên qedexe çekên kîmyewî kartîne. Heta niha gelek şervanên azadîyê bi çekên kîmyewî şehîd ketîne. Civîn sêrîde NY û OPCW, bang li hemî sazîyên peywendîdar yên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin û dijê karanîna çekên kîmyewî derkevin. Herweha civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagîrîyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.

Bi berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, êrîş û planên dewleta Tirk vale derxistin û hêzên dewleta Tirk mecbûr man ji gelek deveran paşekêşî bikin. Civîn, vê serkevtina hêzên Gerîla pîroz dike û berxwedana Gerîlayên Azadîya Kurdistanê silav dike.

  • Rewşeke ne diyar li seranserê Iraqê heye û ev rewş ji bo statûya Kurdistanê jî xeterîyan bi xwe re tîne. Jiber ku Iraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Iraqê. Piştî hilbijartinan inceq salekî de serokkomar hate hilbijartin û hukumetek hate avakirin. Lê ne diyare ka wê rewş ber bi kûve biçi. Mixabin vê rewşa ne diyar de, hêzên Kurdî jî ne yek deng in û belave ne. Di vê demê de ji bo Iraqê behsa destûrek nû tê kirin. Eger em weke Kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin.

Erîşên dewleta Tirk û yên Îranê, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li başûra Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û ji bo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

  • Şingal ji gelek alan ve di bin êrîşandeye, divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
  • Di roja 13.11.2022an de, deweleta Tirk ji bo êrîşê rojavaya Kurdistanê bike, bi destê hêzên xwe yên tarî bi destê çeteyên xwe, li Stembolê bombeyek teqand û gelek mirovên bê xalîxerez da kuştin. Dewleta Tirk hema di sêrîde ev bûyer kire stoyê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîya yê û dest bi êrîşên berfireh kir û xwest herêmê dagir bike. Lê projê wê yê dagirkerîyê serneket. Niha jî bi navbeynkarîya Rusya, dixwaze bi rejîma Şamê re li hev bike û deskevtên Kurdan têkbibe.

Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

  • Eve 22 mehin agahdarîyek ji Birêz Abdullah Ocalan nehatîye girtin. Herî dawî parêzerên Birêz Ocalan gohtin “me bihîstîye ku dema CPT çûyî Îmralîyê, Birêz Ocalan derneketîye hevdîtinê.” Ev rewşeke nû û xeternak e. Bêdengîya CPT û Konseya Ewropa nayê qebûlkirin û em bang li van sazîyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyarîyên xwe pêk bînin. Herweha em Kampaya Azadîya Birêz Ocalan destek dikin û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
  • Em weke Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bibin û em bi hev re karê diplomasîya Kurdistanê pêkbînin û çalkîyên dijê Peymana Lozanê bi hevre bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Di heman demê de, rojeva sereke li ser palasazî û xebatên 100. salvegera Peymana Lozanê bû, li ser xebatan bi berfirehî hate rawestan, plansazî li ber çavan re hate derbazkirin û hinek xalên nû li serve hatin zêdekirin.

Kurdistan yek welat e, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!

Em peymana parçekirina Kurdistanê, Peymana Lozanê red dikin!

Jin – Jiyan – Azadî

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê

18.01.2023, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K