Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 03.09.2023an, civîna xwe ya bîstûpêncemîn li gel Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Ev civînek hevbeş bû, endamên herdu komîteyan bi hevre beşdarê civînê bûn û plansazîyek hevbeş hate çêkirin.
Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li başûr û rojavaya Kurdistanê, rewşa Kerkûk û Dêrezorê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur, Başûr û Rojava, rewşa xeternak û guhertina demografîya Efrînê, di salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de rewşa rojhilata Kurdistanê û tehdîtên dewleta Îranê, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtîyên siyasî, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, biryar û encamên konferansa bi navê “Di Sedemîn Salvegera Peymana Lozanê da Helwesta Gelên Kurdistanê” û karên dî yên ku 100. salvegera Peymana Lozanê de bênekirin jî, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.
Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
1- Rewşeke ne diyar li seranserê Êraqê heye û ev rewş jibo statûtaya Kurdistanê jî xeterîyan bi xwere tîne. Jiber ku Êraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Êraqê. Mixabin di vê rewşa ne diyar de, hêzên Kurdistanî jî ne yek dengin û bilave ne. Di vê dema hesas de, serdana wezîrê karêderve yê Tirkîyê jibo Êraqê û hewldanên wî, gelek balkêşbûn. Piştî serdana wezîrê karêderve yê Tirkîyê, li Kerkûkê boyerên nexweş qewimîn û di encamê de çar welatîyên Kurd hatin qetilkirin û gelek jî hatin birîndarkirin.
Raste pêkhateyên weke Tirkmen, Ereb û Asûrî li Kerkûkê dijîn û niştecihê wî bajarîne, lê Kerkûk parçeyek ji axa Kurdistanê ye û piranîya xelkê Kerkûkê Kurdin. Boyerên li Kerkûkê qewimîn ne ji rêzê ne. Em nikarin van boyeran bi awayekî sivik bi dest bigrin. Ev boyer berdewamîya êrîşên piştî referandûmê ne. Ev boyer parçeyek ji siyaseta paktawkirina Kurda ye ku li Kerkûk û deverên dî yên dabirayî ev demeke dirêje tête meşandin. Di vê boyerê de destên dewleta Tirk, Îranê û şovenîzma Erebî têde hene. Derketina van boyeran piştî serdana wezîrê karêderve yê Tirkîyê, ne tiştekî tesadûfe. Ji xwe dewleta Tirk vî bajarî weke bajarê Tirkmenan nav dike û ev demeke dirêje li wê deverê destwerdanan pêktîne. Pêwîste hemî alîyên siyasî yên li Kerkûkê heyî bi hesasîyetek teybet, nîzingê bajarê Kerkûk û niştecîyên Kerkûkê bibin. Divê her partî û her teref berjewendîyên xelkê Kerkûkê li ser berjewendîyên xwe de bigri. Divê emniyet û asayîşa Kerkûkê bête parastin û hemî pêkhate di nava aştî û aramîyê de bijîn.
Li ser vê boyerê, em ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê serxweşîyê, ji birîndan re şifayê dixwazin, planger û êrîşkaran bi tundî şermezar dikin.
Ev êrîş parçeyek ji siyaseta têkbirina statûya federal ya başûra Kurdistanê ye. Eger em weke Kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Erîşên dewleta Tirk û yên Îranê, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Êrîşên li Kerkûkê carek dî dane nîşankirin ku li başûra Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.
2- Di van rojên ku li Kerkûkê boyerên dijê gelê me pêktin, dijminên gelê me li Bakur û Rojhilata Surîya jî, li devera Dêrezorê bi destê çeteyan ketên hereketê û êrîşê deskevtên şoreşê kirin. Êrîş li Drezorê sînordar neman, li Minbîc, Eynîsa û Tiltemirê jî pêkhatin. Êrîşkaran xwestin van boyeran weke şerekî Kurd û Ereban bidin nîşan. Rastî ne ewe, di pişt van çeteyan de rejîma Sûrî, Îran û dewleta Tirk hene.
Ev planê têkbirina Şoreja Rojava ye. Ev plan di encamên hevdîtin û civînên Astana û Soçî de hatine çêkirin. Ev plan parçeyek ji hevkaraîya dagirkeran ya dema referandûma başûra Kurdistanê ye. Em nikarin boyerên Dêrezorê û Kerkûkê ji hev cuda bigrin dest. Di heman demê de li Başûr û Rojava bi heman mebestê bi mebesta têkbirina deskevtên gelê Kurd, ev boyer û êrîş têne organîzekirin. Herdu boyer jî bi heve girêdayî ne û navenda planê yeke û palnê dagirkera ye. Çawa dijminên me bi hevre dixebitin û bi hevre dikevin hereketê, divê em jî li hember wana yekîtîya xwe xurttir bikin û planên wana vale derxin.
Li Efrînê êrîşên li ser gelê me û palnê guhertina demografîya Efrînê berdewamin. Niştecihên Efrînê heta 6 sal pêş niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk, pranîya Kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagîrkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên Kurdan, gelek Ereb û Tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Heman tişt li Serêkanîyê û deverên dî yên dagirkirîde jî pêkanîn. Tiştê li van deverên dagirkirî diqewimin, tewanên dijê mirovatîyê ne. Divê hemî Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke teybet bi dest bigrin û van deveran azad bikin.
Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Herweha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.
3- Piştî bi îşkenceyê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji teref hêzên rejîma Îranê ve, li rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan de, bi durişma “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê, rabîn ser piya û li hember zext û zilma rejîmê xwenîşandanên girseyî û mezin pêkanîn. Di van xwenîşandan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan kirin û di van êrîşan de sedan kesan jiyana xwe ji destdan, hezaran kes birîndar bûn û deh hezaran kes jî hatin girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wan nediyare û herweha gelek çalakvan hatin îdam kirin û ev îdam hêjî berdewamin.
Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwenîşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.
Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalkvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.
Di vê demê de gefên dewleta Îranê li ser hêzên Kurdistanî zêdebûne. Îran gef li hêzên rojhilata Kurdistanê dike ku heta 19ê Îlonê çek danin û baregehên xwe yên li Başûr vale bikin. Ev rewşeke xetrnake û nayê qebûlkirin.
Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember êrîşan tevbigerîn.
Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê dike ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, enîyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek deng derkerkevin.
Niha salvegera şoreşa “Jin – Jiyan – Azadî” nîzingbûye û salveger di 16ê Îlonê de ye. Li hindûr li derve gelên Îranê xwe ji salvegerê re amade dikin. Civîn, bang li Kurd û hemî gelên Îranê dike ku di salvegerê de tevlî çalakîyan bibin û bi hemî awayî xwedî li şoraşa “Jin – Jiyan – Azadî” derkevin. Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.
4- Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li başûra Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demêde rojane êrîşê rojavaya Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.
Di şerê dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta Tirk, di êrîşên xwe de çekên qedexe çekên kîmyewî kartîne. Heta niha gelek şervanên azadîyê bi çekên kîmyewî şehîd ketîne. Civîn sêrîde NY û OPCW, bang li hemî sazîyên peywendîdar yên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bîdeng nemînin û dijê karanîna çekên kîmyewî derkevin. Herweha civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagîrîyê xurttir derkevin, li hindir û li derve dengê xwe bilindtir bikin.
Bi berxwedana bê hempa ya hêzên Gerîla li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, êrîş û planên dewleta Tirk vale derxistine. Civîn, vê berxwedana Hêzên Azadîya Kurdistanê pîroz dike û silav dike.
5- Peywendîyên bi hêzên dagirker re hesasin û divê ev peywendî bi taktîkîbin û gorî berjewendîyên gelê Kurdbin. Nabi li dijê hîç hêzeke Kurdistanî bi dagirkeran re hevkarî bête kirin. Civîn, dijê hêzekî Kurd an parçeyekî Kurdistanê hevkarîya bi dagirkeran re xeta sor dibîne û mehkum dike.
6- Şîngal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şingal ji gelek alan ve di bin êrîşandeye, divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagîrkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirabkirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
7- Eve 30 mehin agahdarîyek ji Birêz Abdullah Ocalan nehatîye girtin. Herî dawî salekî pêş niha CPT çû Îmralîyê, lê heta niha çi agahdarî nedane. Ev rewşeke gelek xeternak e. Bêdengîya CPT û Konseya Ewropa nayê qebûlkirin û em bang li van sazîyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyarîyên xwe pêk bînin. Herweha em Kampaya Azadîya Birêz Ocalan destek dikin û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
8- Em di sedsalîya îmzekirina Peymana Lozanê de ne. Sedsal pêş niha di konferaseke navdewletî de, welatê me hate parçekirin û li ser çar dewletên dagirker hate parvekirin. Peymana Lozanê, jibo me Kurdan belgeya jenosîdêye û xencereke di nava dilê me de ye. Em weke gelê Kurd vê peymana reş qebûl nakin û bi hemî hêza xwe ve dijê wê belgeya komkujîyê derdikevin. Jibo encamên xirab yên vê belgeya reş ji holê bêne rakirin, jibo peymanên weke Peymana Lozanê carek dî li ser me neyêne ferzkirin, me di nava vê salê de gelek kar kirin û gelek çalakî pêkanîn.
Herî dawî me bi navê “Di Sedemîn Salvegera Peymana Lozanê da Helwesta Gelên Kurdistanê” di rojên salvegerê de li bajarê Lozanê konferansek Kurdistanî û mezin pêkanî. Herweha di haman demê de li heman bajarî, me meş û mîtîngek mezin jî çêkir. Civînêde konferans û hemî çalakîyên sedsalîya Peymana Lozanê, bi awayekî berfireh hatin nirxandin û jibo biryarên konfernsê cîbicî bênekirin plansazîyek hate çêkirin. Konferans bi giştî serkevtî hate nirxandin û ji amadekar, xebatkar û beşdarvanan re sîpasî hatin pêşkêşkirin.
Hêca kar û çalakîyên sedsalîya Peymana Lozanê berdewamin. Di rojeva me de pêkanîna formeke (konferans – trîbûnal) navneteweyî heye. Me di konferansa Lozanê de helwesta gelê Kurd pêşkêşî reya giştî kir. Em dixwazin di asta û mezinahîya konferansa Lozanê de, formeke mezin ya Cihanî jî pêkbînin. Em dixwazin di vê formê de bi awayekî akademîk û huqoqî, di van sed salan de li Kurdistan û li herêmê encamên vê peymana reş, di asta navneteweyî de binirxînîn û encamên wê ji Cihanê re ragihînin.
Jibo em sed sal dî jî, di vê rewşa xirab de nemînin, divê em yekîtîya xwe xurttir bikin û dengê xwe bighînin hemî cihanê. Jibo vê yekê, em bang li hemî dezgeh, hêz, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemî gelên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê û tevlî kar û çalakîyên dijê vê belgeya reş bibin.
9- Em weke Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê, bibin û em bi hev re karên diplomasîya Kurdistanê pêkbînin û çalkîyên dijê Peymana Lozanê bi hevre bikin.
Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.
Di heman demê de, rojeva sereke nirxandina Konferansa Lozanê û cîbicîkirina biryarên konferasê bû. Herweha li ser palasazî û xebatên dî yên sed salîya Peymana Lozanê, bi berfirehî hate rawestan, plansazî li ber çavan re hate derbazkirin û hinek xalên nû li serve hatin zêdekirin.
Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!
Em peymana parçekirina Kurdistanê, Peymana Lozanê red dikin!
Jin – Jiyan – Azadî
Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakîyên Sedsalîya Peymana Lozanê
06.09.2023, Bruksel
F
E
E
D

B
A
C
K