Di civinê de li ser rewşa siyasî û pêngavên ku wekî çareserî têne binavkirin ev tesbît hate kirin: “Rayedarên dewletê digel hemû gengeşî û gotûbêjên der barê çareseriyê de bi tu awayî naxwazin dev ji polîtîkayên red û înkarê berdin. Her wiha di warê zimanê kurdî de rayedarên dewletê li pey dek û dolaban in, ji ber vê yekê jî  naxwazin mafê herî rewa yê gelê kurd ango mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê  bipejirînin. “

Di civîna Desteya Ahengîsaz a TZPKurdî de der barê biryara weşanên radyo û televîzyonan de jî ev nirxandin hate kirin, “Ev biryar ji bo rayedarên Tirkiyeyê  belkî gaveke mezin be, lê ji bo gelê kurd gaveke biçûk e, ji ber ku gelê kurd ev kêşe bi destê xwe çareser kiriye.  Lê belê ev biryar jî nîşan dide ku divê gelê kurd têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî geştir bike û mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî heta radeyekê di pratîkê de bi hêz û xebata xwe pêk bîne.”  Ji bo vê yekê jî bang li saziyên demokratîk ên gelê kurd û têkoşerên zimanê kurdî hate kirin ku xebatên xwe yên hişmendî û hîndekariya kurdî geştir bikin.

Desteya Ahengîsaz a TZPKurdî li ser vê bingehê  xebatên xwe nirxandin û ji bo dema pêşiya ev biryar girtin:

Biryarên giştî:

1-      Di nava salekê divê li Amedê mitîngeke girseyî ji bo zimanê kurdî were lidarxistin.

2-      Cejna zimanê kurdî bila  isal li Cizîrê bi mihrîcanekê bê pîrozkirin.

3-      Li dibistanan kampanyaya axaftina bi kurdî were destpêkirin.

4-      Xebata anketan were kirin.

5-      Divê siyaseta zimên were diyarkirin.

6-      Konferansa Hişmendiya Zimên bila bi beşdariya kesên  navneteweyî were lidarxistin.

7-      Komxebata Ziman û Perwedehiyê di bin banê KCD’ê de were pêkanîn.

8-      Bila Meclisa Zimanê   Kurdî di bin banê KCD’ê de were avakirina.

9-      Kampanya ku TZPKurdî jibo daxwaznameyan daya destpêkirin, ji hêla ciwanan ve were xurtkirin. Divê çarçoveyê de meşên girseyî werin lidarxistin.

10-  Divê di pêşengiya jinan de pêngaveke ziman were destpêkirin.

11-  Ji bo sersalê ji aliyê TZPKurdî ve wekî  kampanyayekê dê ji di serî rêberê gelê kurd  û divê ji hemû girtiyên azadiyê re kartên sersalê bên şandin.

12-  Di malên cil şuştinê yên bi piştgiriya şaredariyan de perwerdehiya zimanê kurdî were dayîn.

13-  Di malên gel yên perwerdehiyê de  perwerdehiya zimanê kurdî were dayîn. 01 Kanûn 2009

                                                                                                    TZPKurdî

F
E
E
D

B
A
C
K