Bi salan e ku ev sazî çarçeweya kultûrî, civakî, agahdarî û  prosesa demokratîk de xizmeteke bêhempa dikin. Ji bo civaka pirralî û pirrreng xwedî bîr û bawerî ne û ji siyaseta hikûmetê re rexnegîr in.
Di Beljpika de bû 20 sal ku wezareta kultûrê saziyan û xebata wan li bêjingê dixe. Ji 1500 sazî zêdetir hebûn. Wezaretê bi biryarekê li kalîteya saziyan geriya û her sal ji aliyekî ve hejmara saziyan kêm dike, ji aliyê din kalîteya bilind dixwaze. Di her awayî de ciddiyet, zelalî û encamên xebatê sereke stend.
Federasyona Saziyên Perwerdeya Civakî ku bi sedan endamên wê hene bi salan e têkoshîneke giran dikir ku vê yekê pêk bîne. Vê tekêkoshînê jî encamp stend. Ev pêshniyar ji wezaretê re dibû, wezaretê ev mijar bir parlementoyê û wê jî ew pêshniyar pejirand.
Enstituya Kurdî ya Brukselê rêxistineke civakî û çandî ye. Ew ne girêdayî tu partiyeke siyasî ye. Di Cotmeha 1978 de, bi navê Têkosher – Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka û pashê di Gulana 1989 de, bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê ava bûye û ji aliyê wezareta çandê ya Beljîka, di nava çarçewa "perwerdekirina gelemperî ya daîmî" de, bi awayekî fermî (resmî) hatiye pejirandin (qebûl kirin) û alîkariya maddî distîne.
Du amancên wê hene: alîkirina Kurdên ku li Beljîka dijîn, ji bo ku karibin di civaka Beljîkî de ciyekî bash bistînin ("intégration"), bê ku nasnameya xwe ya çandî hunda bikin û agahdarkirina Beljîkî, Ewropî û kesên din li ser dîrok û çanda kurdî.
Li ser bingehê destûra Enstituyê ya kevn, ango ya "ASBL: Rêxistina Bê Amanca Maddî", me destûreke nuh a giring a Rêxistina Navneteweyî ya huqûqê beljîkî (Association Internationale de droit belge), li gora biryara qralî ya 15.12.1994, stend. Bi saya vê destûra nuh, Enstituya me buye Rêxistina Navneteweyî ya Ne Hikûmî (O.I.N.G.).
Rastiya ku Enstituya Kurdî ya Brukselê j sî sal zêdetir xebateke ciddî, xurt û bi encam dide bû sedema ku ew jî yek ji wan saziyên di nav qebûlkirina daîmî de ye.  Ew tê vê wateyê ku Enstituya Kurdî ya Brukselê garantiya jiyaneke berdewam stendiye. Xebatkarên Enstituyê, îdare û hevalbendên Enstituyê bi vê biryara pîroz gelekî bextewar in û biryara berdewamiya vê xebatê li ser prensîbên demokratîk berdewam bin. Enstituya Kurdî di xebata xwe de pireke di navbera Kurdan û civak, medya û siyaseta Beljîka de ye. Ev yek ji aliyê Senatoya Beljîka jî di salên berê de hatibû axaftin û qebûlkirin. Ev jî serbilindiya me ye.
Bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê em spasiyên xwe ji hemû kesên ku bi her alîkariyekê bûne sebebê vê nasîna pîroz re dibêjin. Spasiyên taybetî ji bo Wezareta Kultûrê û wezîra Kultûrê Joke Schauvliege hene. 

F
E
E
D

B
A
C
K