Berpirsê têkiliyên Başûrê Kurdistanê yê Enstituya Kurdî ya Brukselê dibêje çalakiyên me sebaret Kurdan li dardixin li Europa giringiya xwe heye. Lewra saziyên Europî baweriya xwe bi raport, bizav û çalakiyên Enstituyê diînin û Enstitu buye rûyekî Kurdî mezin li Europa. Heso Hurmî berdewamî bi gotinên xwe  dide û dibêjê “karê Enstituya Kurdî ya Brukselê di van 30 salan de destkeftiyên mezin têne naskirn. 9imkî zêdetir ev çalakî bi amadebûn û beşdariya perlemanter, siyasetmedar û pisporên pûteyê didin karûbar bo doza Kurdan li Europa û Beljîka”. Her wisa Heso giringiya van çalakiyan anî ziman “bizavên çandî û konferansên Enstitu saz dike, piraniya wan kesen lê amade dibin perlemanterên Europî ne û me peywendiyên baş li gelek zanîngehan, Rêxistinên mezin û siyasetmedaran hene û em bi hevra hevkarî dikin.

Di 1978 an de, ev sazî bi navê Têkoşer – Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka û paşê di 1989 de, bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê ava bûye. Logo_Eng_207228585.png

Derbareyi  çalakiya dawî a wan got “bi hevkarî li gel Zanîngeha Katholîk ya Leuven kardikin ji bo vekirina Navenda Vekolinên Olên cihê. Li wira nêt heye ku  pir lêkolîn derbareyî Êzdayetiyê û olên dîn yên Kurdan werin lidarxistin.”.

Derbareyî konferansên Enstituya Kurdî lidar xistin ku ji 50 yan derbas bûne. Hurmi got “zêdetir ji 50 konferansên çandî û siyasî li Perlementoya Ewropa û parlementoyên cihê yên l Bruksel hene (Senato, Parlementoya Federal, Parlementoya Flaman, Parlementoya Bruksel) cihekî bilind da me. Cimkî, gêrana van core bizavên serkeftî ne karekî asane û Enstituya Kurdî ya Brukselê tevî saziyên Beljikî yên fermî û me pir kaseatiyên siyasî yên Kurd û Europî mihvan kirîne. Ev kar bûne sedem ku rola Enstituya Kurdî bilind bê ditin û em bêne cuda kirîn ji saziyên din ku di biyava Kurdatiyê de dixebitin”.

Ew bi karê weşandina çanda pêkvejiyan, dinavbera revenda Kurda û bizavên çandî yên cûda-cûda û  mînak şanogerî, konsêrt ji bo nasandina kultûr û hunerê Kurdî, wisa xuya dibe ku endam û piştevanên Enstituya Kurdî tev ne kurd in û eve pêngav bi xwe jî bû ye dergehekî nû ji bo komkirina heval û dostên Kurdan û sebaret desteka abûri.

Hurmî dibêje “her du wezaretên çandê li Beljîka, ya Civaka Frensizî û ya Civaka Flamanî, di nava çarçewa “perwerdekirina gelemperî ya daîmî” de, bi awayekî fermî hatiye pejirandin û alîkariya maddî distîne û eger hinekê desteka kurdistanê ji me re hebe eme lobiyeka kurdî bi hêz li Europa ava kiriba”.

Enstituya Kurdî ya Brukselê yên baş bûne û mifadar in, nav û dengê baş jê re sepandine û Heso di bêje “raport û karên me bûne rêxweşker ku Yekîtiya Ewropa bi ditineke nû û berfireh temaşeyî herêma Kurdistanê bike û Enstituya Kurdî 2 kovaran dumehane bi zimanê Holandî û Frensizî bi navê ”Kurd” diweşîne. Ev projeyeke giring e ji bo nasandina Kurdan û piraniya pêşdabûyên kovara Kurd Europî ne”.  

Enstituya Kurdî  konfiransek li dor made ya 140 ji destûra Iraqê, bi beşdariya çendîn siyasetmedarên Kurdistanê li Perlementoya Brukselê li darxistibû. Hurmî got “konferansên cuda-cuda li ser temamiya Kurdistanê (Bakur, Rojhilat, Bashûr, Rojava) hatine gêran. Zêdebari bi rabûna karê wergerandinê ji Kudî bo Frensîzî, Holandî, Ingilîzî, Rûsî, Gurcî, Ermenî, Turkî û berova jî, arîkariya revenda Kurd, zedebari çapkirina 91 pertûkan bi zimanên Kurdî, Holandi, Frensîzî, Turkî, Ingilîzî, Danimarkî li dor mijarên hemecor û çêkirina fîlimên kurt yên  li ser pirsa Kurdan û ev kar pêwistî bi kar û xebat û parekî mezin heye. Ji bo xebata me her du wezaretên kultûrê yên Beljîkî alîkariyê dikin. Lê ne bes e. Ji xebaa me ye berfereh re hê zêdetir alîkarî lazim e. Ji bo van sedeman jî, ji bo em he zêdetir xebateke berfereh û bi encmtir bikin, em bi hêvî ne ku Enstituya Kurdî ya Brukselê arîkariyeke ji aliyê Kurdan jî bistîne.

Li dawy jî Heso Hurmî got “xebat û bizav ji kurdan li derveyi welat pir giring e ku deng û kelûr û rengê kurdan bi awayekî rast û zelal bi gihînin cihanê û xewn û hêviyên gelê Kurdî li nav qada navnetweyî tim di rojevê de bin”.

         rojnamevan Xidir Dumilî ev raport  bi zimanê Erebî li Kurdistan ji bo rojnama  al taxi û malpera peyamner li meha 8 weşandi bû

F
E
E
D

B
A
C
K