Saziyan ji bo Roja Zimanê Dayîkê daxuyanî dane

Bruksel, 18/11/2026

Rojava di mijara perwerdeyê bi zimanê dayikê li ser pê û bi biryar e.

Berî demekê hikûmeta demkî ya Şamê biryar stend ku perwerdeya bi zimanê Kurdî ji nava sîstema perwerdê rake. Paşê biryarek din da û dixwazê zimanê Kurdî wek kurseke sê saetî di nava heftiyê de bide. Û hêjî ev mijar di nîqaşê de ye. Ango di her alî de ne durustbûna rayedarên nuh darî çav e. Xuya ye ew di bin zexta dewleta Turk de ne.

Gelê Kurd li Rojava, herweha li temamiya cîhanê, bi van biryaran ne razî ye û ev birayara ku ne bes ji aliyê rayedarên Şamê, herweha bi zextên siyaseta dewleta Turk li ser Kurdan tên ferzkirin qebûl nake.

Bi tu awayî Kurd nerazî ne ku wezareta perwerdê ji Şamê biryar bide û perwerdeya bi zimanê Kurdî were sînordarkirin û di hefteyê de tenê 3 ders ji bo zimanê Kurdî werin veqetandin.

Ji bilî xwendekaran, mamoste, parêzer û malbat jî piştgiriyê didin van çalakiyan da ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji dest neçe.

Xwepêşandêr ji hemû bajarên Rojava dixwazin ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî di Destûra Sûriyê de bi awayekî fermî were parastin û misogerkirin. Ev mafê wan yê bingehîn e. Ev daxwaza wan ya hemû Kurdan li tevahiya cîhanê ye.

Enstituya Kurdî ya Brukselê bi tundî biryara Şamê şermezar dike û piştgiriya daxwazên Kurdan ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê dike.

Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her kesî ye. Ne diyariyeke ku meriv dide kesan. Ev mafê xwezayî ye.

Derwich M. Ferho

Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K