Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdogan li Siwîsre, bajarê Davosê di civînekê de roja 29.01.2009-an li hemberî serokkomarê Îsraîl Peres mêranî kir, jê re got "hûn bas dizanin mirovan bikujin" û hwd. Erdogan di heman demê de civîn li ser sedemên ku mafê axaftina wî hatiye birîn protesto kir û ji civînê derket. Ev helwesta Erdogan bi taybet li Tirkiyê, welatên Îslam û di cîhanê de dengek pir mezin da û Erdogan ji niha de di cîhana Îslamê de kire leheng.

Ez vê helwesta Erdogan li dijî niheqiya terorîzma dewleta Îsraîl li hemberî sivîlên Filistîn pir bas dibînim. Neheqî, neheqî ye. Mirovên bi wijdan neheqiyê napejirîne. Neheqiya olan-dîn, zav-mezhep, gel, millet, hindikayî, çep, rast, xwar, berjêr û berjor tine. Neheqî li dijî kê dibe bila bibe, ew cihû dibe, xiristiyan dibe, yan jî misliman dibe, divêt mirovatî, însanetî li dijî hemû neheqiyan derê. Lê pirs ev e, Erdogan li dijî neheqiyê çiqas durist e? Divêt em hinekî li ser durûtiya polîtîka Erdogan bisekinin.

Erdogan ji sala 2002-an de destpê kir û got, "pirsa Kurd tine ye". Wî di sala 2004-an de got, "heger Kurd li Arjantînê jî Kurdistanekê damezrînin dê herin li wê derê jî li dijî Kurdan ser bikin". Erdogan heya niha hemû neheqiyên lesker û generalên Tirk li dijî Kurdan bi biryar û qanûnên parlamenê alîkarî daye leskeran.

Heya Erdogan bi mêranî generalên 12. Îlonê dernexe pêsiya dadigehê û hêsabê nêzîkî 700 hezar mirovên mexdûr bûne, di bin zilma îskenca generalan de debas bûne, hatine kustin, pirsgirêka terora JITEMê, terora Ergenekonê, 17.500 kustiyên qesasên wan nediyar e, hemû pirsgirêk û niheqiyên li dijî Kurdan û yên din, pirsgirêka siyasî ya milletê Kurd û Kurdistanê jî di nav de çareser neke, dê Erdogan wek durû li ber çavê alema Kurdan bimîne.

Erdogan tenê bi TRT 6ê dest bi guherîneke nû kir, lê ev ne biryara wî tenê bû, ya generalên ku êdî nizanin di pirsa Kurd de çi bikin bû. Lê hê jî ne belû ye, ku dê TRT 6 heya kîderê bimese. Çimkî hê ti rê û rêbaz ji bo TRT 6ê çê nebûne.

Ez dîsa dubare û sêbare dinivîsînim û dibêjim bas e, ku Erdogan helwesteke wisa hisk rayê niheqiya cihûyan da. Lê divêt Erdogan êdî bas jî bizanibe, heger heya niha nebûbe, dê ji niha û pêve çavê alemê li ser wî û kirinên wî be. Heger Erdogan durûtiya xwe berdewam bike, dê cîhana demokratîk bi wî henekên xwe bikin û wî wek alîgirê rêxistina terorîst ya HAMASê bi nav bikin.

F
E
E
D

B
A
C
K