Li kû dibe bila bibe, li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, fasîzm û terora li dijî gelê kurd nayê guhertin û bi yek zihniyetê pêk tên. Çavkanî yeke û zihniyet jî nayê guhertin.
Herî davîye êrîsên li Helebê,  fasîzmeke res e û terorane ne. Êrîsa li Helebê û li dijî gelê kurd, encama sîyasete Baasê û rejîma Suirye ya derî insanî û derî demê ye û ji siyaseta desthilatdariya Basar Esed ê.  Em êrîsa fasîzan bi tundî sermezar dikin û ji malbata sehîdan û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Balkês e ku heman kiryar, li çar parçeyên Kurdistanê eynî ne. Teva jî, ji aliyê hêzên ku bi zihniyeta netew-dewletê hatiye xwedî kirin û bi ideolojiya netewparêziya fasîzan hatiye mezin kirin pêk tên. Li Suriye jî,  pistî damezrandina netew-dewletê, 80 sal in ku ideolojiya nijadperestiya bi xwînê hatiye xwedî kirin heye. Di demeke ku li Basûrê Kurdistanê El Malîkî li Kerkûkê, gelê kurd tehdîd dikir, Erdogan li Tirkiyê yek ziman, yek netew, yek dîn, yek al, di çarçoveya qikririna siyasî, kulturî û eskerî ya gelê Kurd de diqîriye, li Suriye jî êrîsa komkujiya li Helebê, li dijî gelê Kurd hate lidarxistin.
Di demeke ku, gelên li Suriye ji bo azadiyê têkosînê dikin û serê hundir ber bi serekî mezhebî diçê de, êrîse li Helebê ji çarçoveya êrîsên kontrayên rejîmê nayên cûda kirin.  Gelê Kurd û rêxistinên gelê Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê, heta îro têkildarî serê hundir,  ku di çarçoveya mehzebî de dijwar dibe têkildar nebûye. Di her firsetê de  jî dijberiya xwe ya li hemberî serê hundir û serê mezhebî anina ziman. Dîsa jî, kontrayên kujer, di her firsetê de û li her cih û warî, êrîsî gelê Kurd dikin.
Em êrîsa  Helebê, ya li dijî gelê Kurd bi tundî sermezar dikin û bang li tevahiya hêzên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê dikin ku, dersê ji van êrîsan bigirin. Dive her kes, her hêza Kurd, bûyer û kiryarên kontrayên fasîst, ku bi çi navî û bi kîjan rengî dibin û li dijî gelê Kurd hatine lidarxistin û têne lidarxistin, bi taybetî êrîsa dawî ya li Helebê, bînin bîra xwe û rewsa xwe careke din di bin çavan re derbas bikin û hêza xwe bikin yek.
Em weke KNKe bang li tevahya gelê kurd, li çar parçeyên kurdistanê û derveyî welat dikin ku dijbeirya xwe, di nav yekîtiyek de bînin ziman.
 
Dîse em bang li hêzên siyasî û civakî yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî de, di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de werin cem hev û  bi Konferansa Neteweyî hêza xwe bikin yek, bi stratejiyek hevbes û hêza yekgirtî, li dijî dijminên kujer dengê xwe bilind bikin
 
Konseya Rêvebir ya KNKê
11. 05. 2012, Bruksel

Kurdistan National Congress – KNK
Rue Jean Stas 41,
1060 Brussels

Tel:  +32. 2647 3084
Fax: +32. 2647 6849
website: www.kongrakurdistan.net
e-mail: [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K