Pêvajo xeter e. Divê dijminên me sernekevin.

Roja 18.09.2023, saet 13.35, êrîşek hovane li ser ofîsa KNKê pêkhat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNKê Denîz Cevdet Bulbun şehîd ket. Di heman demê de li Firokexaneya Erbetê êrîşek din pêk hat û sê pêşmerge şehid ketin, çendek jî birîndar in. Amanca van êrîşan aloziyê, bêhntengiyê û kînê bixe nava hêzên siyasî yên Kurdistanê û zemîna şerrê navxweyî ava bike.

Armanca van êrîşan, ne bes ofîsa KNK li Hewlêr û Firokexaneya Erbetê, lê hemû destketiyên Kurdan li her cî û demê hedef in. Ji ber ku aloziya di nav Kurdan ya navxweyî de, serketina projeyên siyasetên qirêj yên dijminan in.

Ev çend roj in pêş van du êrîşan, li Şingalê hêzên YBŞê hatin hedefgirtin û 3 fermandarên YBŞê şehîd ketin. Di heman demê de li Rojava, li Minbic, li Amûdê, li Qamîşlo û li Tirbespîyê, şervan û endamên asayîşa Rojava hatin terorkirin. Di van êrîşan de jî şehîd û birîndar hene. Ji xwe êrîşên li ser hêzên Gerîla bi hemî awayî bi drohnan, bi çekên qedexe, bi çekên kîmyewî, berdewam in.

Bi van êrîşan du hedef hene. Rê li ber Yekrêziya stratejîk di nava hêzên Kurdistaniyan de were girtin û bi vî awayî hêzên Kurdistaniyan di têkoşîna azadiyê de bide lawazkirin. Ji ber ku ew ji nêzîkbûn û îhtîmala yekrêziyeke neteweyî ya Kurdan bi tirs in. Bi taybetî dewletên Turk û Îranê her derfetî bi kar tînin û her tim planên xwe dikin rojevê.

Bi taybetî asayîşa Herêma Başûr divê li ser van her du êrîşan kûr bifikire û kujer û hêzên li pey wan ji raya giştî re heşkere bike. Ofîsa KNKê li Hewlêr û firokexaneya Erbetê di nava herêmê de ne û ewlekarî dikeve ser milê asayîşa Herêma Başûr. Bi tu awayê divê rê li ber dep û dolabên van dewletên kujer, planên qirêj venebe. Desthilatdariya Herêmê divê bi awayekî ciddî li ser vê yekê rawestê.

Hemû êrîşên li her cî û her Kurdî tê wateya êrîşên ser tevahiya Kurdistaniyan. Erk û armanca me jî wek Kurdistanî divê yekrêziya me be û dijî hemû plan û lîstikên dijamin be. Eger li her cî û di her qadê de dengê me ji bo yekrêziyê bilind bibe dijmin nikar bi serkeve. Ne yekrêzî, alozî, şerr û pêvçûnên nav me Kurdan têkçûna têkoşîna me ji bo azadiyê ye.

Di şexsîyeta Şehîd Denîz li Hewlêr, şehîdên firokexana Erbetê, şehîdên Şingalê û şehîdên Rojava de, em hemî şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîrtînin, li ber bîranîna wana bejna xwe ditewînin, ji malbatên şehîdan û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Derwêş M. FERHO

Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê.

F
E
E
D

B
A
C
K