Ji roja dewleta Turk heye erîşên li ser Kurdistan û Kurdistaniyan ranewesta. Ne bes zor û êrîşên fizîkî, di aliyê psîkolojîk, civakî, tehrîbata dîrok û xwezayê de jî heman tişt bûyine. Navê Kurd, hebûna Kurdistan ji rayedarên dewleta Turk re bûne kul û dermankirina vê jî dijwar e. Loma, li ku be, çi be, baş-xirab gereke dijminatiyeke ji kok were kirin. Eger mimkin be ji kok were qedandin.
Lê hesabê dewleta Turk li malê û li bazarê hev nagire.
Di van rojên dawî de rayedarên dewleta Turk gelek gefan li Rojava dixwin. Û eger ji wan were ew di cî de êrîşên pirralî dikin. Bi leşkerê xwe, bi hêzên xwe yên erdê, hewayî û medya qirêj dixwazin dest pê bikin. Lê nikarin. Sedem jî çend heb in. Ne Amerîkî, ne Rûs, ne Îran û ne jî rejîma Sûriyê bi êrîşên leşkerî razî ne. Lê êrîşên hewayî serbest kirine! Ev jî durûtiyeke din e.
Wek tê zanîn, herêmên Suriye ji bin nîrê dagirkeriya Osmaniyan di 1918 de azad dibe. Suriye û temamiya Cîhana Ereb derd û kulên bi Osmaniyan re bi sedsalan jiyane. Carek din naxwazin nêzî wan bibin. Lê dewleta Turk, (hêja ye meriv li vira bêje ku rayedarên Osmanî qet hez ji eşîrên Trk nedikir) Turkên xwe xwedî mîrasa Osmanî dibînin wekî din difikirin. Ji ber ku heta niha jî ev rayedarên xwedî mîrata Osmaniyan hundakirina herêmên berê di bin nîrê Osmaniyan de nikarin qebûl bikin.
Dewleta Sûriye, paş nîrê Osmaniyan, yek ji koloniyên Fransa bû. Piştî daxuyaniya serxwebûnê di 1946 de bû şahîdê gelek derbeyên leşkerî. Bi taybetî di navbera 1949 û 1971 de çend derbe pêk hatin. Ji 1958 heta 1961 bi Misrê re Yekîtiyeke serneketî pêk hat. Paş 1961 rejîma BAAS li Sûriyê di bin serokatiya Esed de bû navenda zor û zilmê.
Di aliyê Kurdan de bi zor û zilma rojene re, ji 300 00 kes zêdetir nasnameya wan ji dest stendin. Milkê wan ji wan hate stendin û Ereb li nav herêmên Kurdan bi cî kirin.
Di 2011 de xelkê li Suriyê dest bi serhildanê kir. Erebistana Suudî, Emîratên Erebî û Qatar ku ji BAAS ne razî bûn. Piştgiriya serhildana Sûriyê kirin. Rejîma BAAS kete tengasiyeke mezin. Pirraniya erdê Sûriye ji bin kontrola kontrola rejîmê derket. Lê mixabin, ev serhildan ji destê girseyên xelkê derket û kete bin kontrola hêzên terorîst û Îslama radîkal. Tevgera Kurd herêmên xwe hember van hêzan parast. Ji 12000 kes zêdetir bedel dan. Lê darbeyên mezin jî li wan xist. Eger tevgera Kurd nebane Sûriye bi temamî diket bin destê Îslamîstan. Dewleta Turkjî ji vê rewşê kêfxweş bûn. Loma wê, alîkariyek heşkere dida hin ji wan komên terorîst.
Rusya, Îran û Hezbullaha Lubnanê bi Sûriyê ve bezîn. Lê her roja diçû weha xuya dikir ku Sûriye ji dest wan diçie. Heta niha jî Başar Esad diparêzin. Li cem vê pişgiriya van dewletan jî Sûriye ji Yekîtiya Ereban hat avêtin (2020). Di vê dawiyê de Esed dixwaze endametiya Suriyê taze bike lê hê pêknehatiye.
Turkiye jî ji aliyê xwe ve çend hêzên Îslamî xistin bin baskê xwe û dijî rejîma “birayê” xwe yê berê kete nava çalakiyan. Du hedefên dewleta Turk hebûn: tevgera Kurd li Rojava bişkîne, paş sed salî herêma Suriyê dîsa bi awayekî bike bin nîrê dagîrkeriya xwe. Loma jî bi awayekî heşkere bi tonan çekên giran ji alîyê Turkiyê çûn aliyê din û teslîmê hêzên Îslama Radîkal bûn. Bi van çekan û piştgiriya hêzên terorîst du hedef dabûn pêş xwe. Suriye wek dewlet zeîf bike, têkeve û derneyê. Tevgera Kurdan û destketiyên wê carek din tek bibe.
Kurdan jî di vê navberê de bi gelên din re hem ji aliyê siyasî hem ji aliyê leşkerî eniya xwe fereh kir. Bi sebir tevgeriyan. Hedef jiyaneke birayene li ser esasê wekhevî û rêzdarî ava bibe. Kurd, Ereb, Suryan Asûrî, Ermenî; … di herêma Rojhilat-Bakurê Suriyê de sîstemeke nuh li ser esasê xweseriyê ava kirin.
Dewleta Turk bi vê yekê nerehet e. Tev zimandirêjiyan û tehdîdan dewleta Turk di 2016 de erîşên leşkerî dibe ser Rojava. Kurd berxwedaneke qehremane dikin. Lê ji sedemên bêbextiya Rusya û bêdengbûna hêzên Amerîkiyan di 20.01.2018 de Efrîn ji aliyê dewleta Turk dagîrker dibe. Di 2019 de jî Girê Spî ji aliyê dewleta Turk hate dagîrkirin. Û dîwarek 900 km xistin navbera Bakûr û rojava. Dixwaze bi kûrayiya 32 km di Rojava de seranserî sînor bi cî bibe. Yan jî Ereb hêzên terorîst bi cî bike. Têkbirina têkiliyên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistan e hedefa sereke ye. Heta 2020 çar cara leşkerê Turk hêrîş bir ser Rojava. Rusya û Îran dengê xwe nekir. Amerîka jî xwe kerr û lal kir.
Rayedarên Turk planên êrîşên nuh dijî Rojava dikin. Hedef derbên mezin li Kurdan bikevin. Her roj bi êrîşên hewayî, leşkerî, çekên giran Kurd têne kuştin, talankirin, xweza Kurdistan bi bombeyên giran tê xerabkirin. Dunya jî bêdeng e. Ji xwe bi pirsgirêka Ukrayana re lebikiye.
Rayedarên Amerîkî di vê navberê de nerazîbûna xwe dane zanîn. Rûs jî weha xuya ye ku ne terefdarên hêzên leşkerî ne ku bikevin nava axa Suriye ne. Lê her dû alî jî di hember êrîş û tehdîdên hewayî bêdeng in. Ango, “bikujin lê ne bi hêzên erdê li nav axa Suriyê”. Di her du aliyan de jî durûtiyeke mezin xuya dike. Ji ber ku rayedarên Turk ji şerrê Ukrayna fersend dibînin, lîstika xwe bi Rusan re jî û bi Amerîkiyan re jî dilîzin. Bi rehetî destdirêjiya li Kurdistan dikin, li Kafkas dike û li herêmên nav Ereban, mîna Lîbya dikin. Heta rojek were û pozê van rayedarên Turk neyê firkandin ewê van êrîşên xwe bidomînin.
Her roj nêzî 200 maşînên mezin yên bar (petrol, çek, malê bazarê, … ji deriyê Öncüpinar (Kurdî yan jî Erebiya ya wê nizanim çi ye, biborin) derbas dibin. Dewleta Turk bi hezaran mele, mamoste, karker û karmendê xwe di herêmê de bi cî kiriye. Ev jî yek ji sedemên ku civakên Kurd û Ereb bi giştî bi tirs in. “Eger em çavên xwe nuka ji hebûna dagîrkeriya Turkan li vê herêmê de bigrin, sibe dereng dibe. Loma ewê bi bêbextî xwe li vir bi cî bikin û derxistina wan dijwar dibe.”
Li nava Suriyê, bi taybetî ji herêma di bin kontrola hêzên xweseriya demokratîk pê ve tu hêz li dijî dagîrkeriya Turkan û hêrîşên wan berxwedanê nake. Kurd û hevalbendên wan, pêkhatiyên etnîkî û olî, şerrekî bêhempa li dijî hêzên dewleta Turk û hevalbendên wan dikin. Lê derfetên van hêzan jî sînorkiriye. Li hember çekên dewleta Turk çekên parastinê kêm in. Bi kampên penaberan ku gelek girtiyên DAIŞ jî hene ketine bin barekî giran. Sibe çi bi wan kampan tê û ewê ji wan çi derkeve ne xuya ye. Xeterek mezin heye.
Ji dema serhildanên girseyî li Suriyê dest pê kirine zêdetir ji 600 000 kes ji aliyê hêzên terorîst û beşek ji wan wan jî ji aliyê rejîmê hatiye kuştin. Tevgera Kurdan 12 000 kes şehîd dan. Ji 5.5 milyon zêdetir kes jî reviye dervayê welêt. Gelek Ereb ji nav herêmên şer revîne û hatine nav Kurdan. Kurd mêhvanperwer in. Lê di aliyê din de xetereke mezin di aliyê demografiyê de heye. Ji ber ku pirr Kurd ji ciyê xwe derketine dervayê welêt û mal û milkê xwe difroşin Ereban. Ango beşek ji Kurdistan kêm Kurd dibe.